Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên şervanên HRE’yê de daxuyanî da. HRE’yê ragihand ku 3 çeteyên dewleta tirk a dagirker di çalakiyên wan de hatine kuştin. HRE’yê diyar kir ku li hember êrîş û polîtîkayên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên wan ên bersivdayînê didomin û ev agahî hatin dayîn:
“3’yê mijdarê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hat kuştin.
4’ê mijdarê li xeta Mareyê 2 çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin, di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.”