Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Şervanên HRE’yê 9 çeteyên dewleta tirk a dagirker kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên 13-17'ê tebaxê de leşkerek û 8 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin, 12 leşker û çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên li hember artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyanî da. HRE’yê daxuyand ku şervanên wan li hemberî çeteyên dewleta tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistine. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan de leşkerek û 8 çeteyên dewleta tirk dagirker hatine kuştin û 3 leşkerên tirk û 9 çete jî birîndar bûne û wiha got: “Li hember êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê, hêzên me li xeta Şêrewa, Mare û Babê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin.”

HRE’yê di axuyaniyê de ev agahî parve kir:

“13’ê tebaxê di çalakiya sekvanî ya li xeta Mareyê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

14’ê tebaxê baregehên dewleta tirk a dagirker ên Mare û Babê bi çalakiyên taybet hatin hedefgirtin, di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

16’ê tebaxê di çalakiya sekvanî ya li xeta Mareyê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

17’ê tebaxê li xeta Şêrewa çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. Li wir di destpêkê de hêzên me ketin mevziyên dijmin, dagirkerên tê de kuştin û her wiha mevzî bi temamî hatin îmhakirin. Dagirkerên ku xwest birevin û xwe di tunelan de veşart, li wan jî hat xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 çeteyên dagirker hatin kuştin û 9 çeteyên dagirker jî birîndar bûn. Her wiha çekeke doçka jî hat îmhakirin. Ji ser cenazeyên dijmin 2 çente, telefonek, saetek û her wiha belgeyên dagirkeran hatin desteserkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar