Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Şervanên HSD’ê 17 çete û 2 leşkerên tirk kuştin

HSD'ê daxuyand ku şervanên wanli navçeya Eyn Îsa, Girê Spî û Minbicê li dijî çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker hin çalakî hatine lidarxistine û got ku di van çalakiyan de 2 leşkerên tirk ên dagirker û 17 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser çalakiyên ku di 15 û 17’ê çileyê de hatin kirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatiye parvekirin: “Di çarçoveya mafê parastina rewa de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hêzên me, li dijî baregehên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên cuda çalakî lidar xistin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “15`ê çileyê saet di 22:30`an de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî nuqteyeke çeteyên dewleta tirk a dagirker a li gundê Siyade li nêzî gundê Şehîb li dar xist. Di encamê de 4 çete hatin kuştin. Li navçeya Eyn Îsayê jî, hêzên me 17`ê çileyê bi çekên giran benda kontrolê û baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şirkirak ê bakur rojhilatê navçeyê û nêzî wê li dar xist. Lê agahiyên der barê encamên vê çalakiyê de nehatin bidestxistin.

Di heman rojê de hêzên me bi awayekî hemwext bi çekên giran baregeha dewleta tirk li gundê Tîna û mezrayekê li gundê Meliq ê başûrê bajarê Girê Spî kir hedef. Her wiha windahiyên di encama çalakiyê de çêbûne, nehatin bidestxistin. Di heman rojê de hêzên me çalakiyek li dijî baregeha dewleta tirk a dagirker a li gundê Selîbî yê rojavayê bajarê Girê Spî li dar xist çalakiyek li dar xist. Piştre şerên dijwar di navbera hêzên me û dewleta tirk û çeteyên wê de dest pê kirin.

Di encama her çar êrişan de 13 çete û 2 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Encama çalakiyên hêzên me li dijî dewleta tirk û çeteyên wê de ku ji aliyê hêzên me ve hatine piştrastkirin, wiha ye:

8 çalakî

17 çete hatin kuştin

2 leşkerên tirk hatin kuştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar