Şervanên HSD’ê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Baxozê de 2 jê jin û 6 jê zarok, bi giştî 8 welatiyên êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin
Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo rizgarkirina gundê Baxozê ku cihê dawî yê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye, berdewam e. Li hêlekê bi hezaran çete tevî malbatên xwe teslîmî şervanên HSD’ê dibin û li hêla din jî şervanên HSD’ê zarok û jinên êzidî yên di destê çeteyan de rizgar dikin.
Li gorî agahiyan, şervanên HSD’ê li Baxozê 2 jê jin û 6 jê zarok bi giştî 8 êzidî rizgar kirin. Şervanên HSD’ê 8 êzidî piştre jî veguhestin cihên bi ewle. Hat zanîn ku navên jinen hatine rizgarkirin Teyser Silêman û Edîbe Mirad Milo ne.
Di heman demê de navê zarokên hatine rizgarkirin jî wiha ne: “Eymen Xelîl Hecî, Dilbirîn Celer, Xeyrî Şeref, Mûsa Hadî, Eyşe û Brahîm.” Hat zanîn ku yek ji jinên hatine rizgarkiri ji gundê Koço ye.
Komkujiya gundê Koço
Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de dema ku êrîşî Şengalê kirin, li gundê koço komkujiyeke mezin pêk anîbûn. Çeteyan zilamên gund hemû kuştibûn û zarok û jin jî bi xwe re biribûn. Zarokên ku hatine rizgarkirin yek jê ji Şengalê, sê zarok ji Til Izêr û du zarok jî ji Xanesorê ne. Hate diyarkirin ku ev zarok tevî dayikên xwe hatine rizgarkirin. DÊRAZOR