Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şervanên HSD’ê 5 çeteyên biyanî li Dêrazorê girtin

HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan 5 çeteyên biyanî yên ku li Dêrazorê dixwestin êrîşî karwana sivîlan bikin, girtine. HSD’ê diyar kir ku ji van çeteyan 2 jê hemwelatiyên DYA’yê, 2 jê ji Pakistanê û yek jî ji Îrlandayê ye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 5 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî girtine. Di daxuyaniyê de HSD’ê destnîşan kir ku dema hêzên wan tevgera çeteyan dişopand, 5 çeteyên biyanî yên ku xwe amede dikirin êrîşî karwana sivîlên koçber bikin, ji hêla hêzên wan ve hatine girtin.

Di daxuyaniyê de HSD’ê diyar kir ku qonaxa ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya pêngava Bagera Cizîrê berdewam e û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de hêzên me herêmên berfireh ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Baregehên çeteyan hatine dorpêçkirin û roj bi roj hêzên me derbên giran li wan dixin. Rêxistina terorîst bi hemû şêwazan hewl dide ku pêşî li vê pêşveçûna hêzên me bigire.”

Dixwestin êrîşî sivîlan bikin

HSD’ê daxuyand ku di rojên dawî de komên mezin ên ji koçberên Dêrazorê hewl didin ji herêmên di bin dagirkeriya rêxistina terorîst de derkevin û wiha ev agahî dan: “Di encama çalakiyên şopandina tevgera terorîstan de hate diyarkirin ku endamên rêxistina terorîst dê êrîşî karwanên koçberan bikin. Hêzên me jî di 30’yê kanûna 2018’an de 5 çeteyên biyanî yên çeteyên DAIŞ’ê ku hemwelatiyên DYA, Îrlanda û Pakistanê ne, girtin.”

Navên çeteyan

Li gorî daxuyaniyê navên çeteyên hatine girtin wiha ne: “Warin Kiristofer Cilark ku weke Ebû Mihemed El Amerîkî yê ji Houston a DYA’yê ye, Eleksender Rozmatovitish ê ji bajarê Dublin ê Îrlandayê ye, Zeyd Abdullhemîd ku bi navê Ebû Zeyd El amerîkî tê naskirin ê ji DYA’yê, Fadil El Rehman Cad ku bi navê Ebû Enaam El Mûhacir tê naskirin û ji bajarê Lahûr ê Pakistanê û Abdullezîm Ratşût ku bi navê Ebû Emer El Pakistanî tê naskirin û ji bajarê Siyalkot ê Pakistanê ye.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar