Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îdîa kiribû ku helîkoptereke wan ji ber qezayê ketiye. Lê derket holê ku şervanên HSD’ê ew helîkopter xistine
Di 17’ê cotmehê de li eniya bakur a Eyn Îsayê şervanên HSD’ê berxwedaneke bêhempa li hemberî dewleta tirk û çeteyên wê dabûn û gelek dagirker kuştibûn. Artêşa tirk a dagirker xwestibû bi 3 helîkopteran mirî û birîndarê xwe ji qadê derxîne lê şervanên HSD’ê li helîkopterekê xistin.
Helîkoptera artêşa tirk a dagirker ji aliyê şervanên HSD’ê ve hate xistin. EYN ÎSA