Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şervanên li eniyên şer: Em ê rê nedin vê rejîma zilmkar

Şervanên li eniyên berxwedanê yên Eyn Îsa û Çelebiyê dan zanîn ku gelemperiya êrîşên hêzên dagirker hatine şikandin. Şervanan got ku armanca dewleta tirk û çeteyên wê ew e ku axa wan dagir bikin û zilmê li gelê wan bikin lê belê ew ê destûrê nedin vê

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê şevê din bi piştgiriya şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke dijwar pêk tînin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de bersivên tund didin û derbên giran li hêzên dagirker didin.

Ji ber topbaran û bombebarana artêşa tirk û çeteyên wê ya li ser herêmê, zêdetirî 750 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Eyn Îsayê reviyan û li herêmê belav bûn. Di heman demê de  şaneyên veşartî yên di kampa Eyn Îsayê de jî derheqê sivîlan de komkujî pêk anîn. Çeteyan li ser rêya navdewletî ya di navbera Eyn Îsa û Çelebiyeyê de jî êrîşî erebeyeke sivîlan kirin.

Hewldana çeteyan hate şikandin

Hêzên dagirker bi desteka çeteyên DAIŞ’ê rêya navdewletî ya stratejîk a di navbera navçeya Çelebiyeyê de bi taybet li ber benda kontrolê ya gundê Ebû Sira rojavayê navçeya Eyn Îsayê qut kirin. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê bi berxwedaneke mezin hewldana çeteyan şikandin. Şervanên li eniyên şer ên di navbera Eyn Îsa û Girê Spî de ji ANHA’yê bi Şervîn Mistefa re axivîn.

‘Armanc guherandina demografyaya herêmê ye’

Ji şervanan Celal Mehmûd anî ziman ku berxwedana wan a li hemberî duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê, çeteyên wê û şaneyên DAIŞ’ê didome û wiha got: “Artêşa tirk a dagirker hewl dide demografyaya herêmê biguherîne û herêmê biruxîne. Dema êrîşî herêma Bab, Cerablus û Efrînê dikir jî îdia kir ku dê sivîlan li warên wan vegerîne. Ev ax welatê me ye û em jî dê ji êrîşan biparêzin.”

Bang li şêniyên herêmê kir

Şervanê bi navê Dilsoz Qasimî jî bi lêv kir ku berxwedana wan a li hemberî artêşa tirk û çeteyên wê didome û ev tişt anî ziman: “Em ê li vir bimînin û dê dev ji gel û axa xwe bernedin. Em bang li gelê herêmê dikin ku çekên xwe rakin û li kêleka me cih bigirin. Em ê nehêlin hêzên dagirker bikevin axa me.”

‘Em rê nedin hêzên dagirker û zalim’

Yek ji şervanên li eniya Çelebiyeyê jî Şoreş Taşlok e. Taşlok dibêje ku wan şerê DAIŞ’ê kir û ew li temamiya Sûriyeyê şikandin. Taşlok wiha domand: “Dê berxwedana me bidome. Em ê nehêlin ku gelê me bikeve bin serdestiya hêzên zalim ên dewleta tirk û çeteyên wê. Ez berxwedana gel silav dikim.”

Êrîşa çeteyan hate şikandin

Şervanê bi navê Dilbirîn Çavreş jî teqez kir ku wan êrîşên çeteyên artêşa tirk a dagirker ên li ser rêya navdewletî şikandine û hewldana şaneyên veşartî û çeteyên dewleta tirk ên li ser gundê Ebû Sira, Saloka û dora navçeya Çelebiyeyê bi dûrbûna 5 km’yan têk birine. Dilbirîn wiha bi dawî kir: “Rêya navdewletî di bin çavdêriya şervanên HSD’ê de ye. Em ê bi alîkariya gelê herêmê re van êrîşkaran ji vê herêmê derxînin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar