Gelê berxwedêr

Bermahiyên çeteyên Cebhet El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam di 27'ê Mijdarê de li dijî bajarê Helebê dest bi êrîşek berfireh kirine.  Bi êrîşa...

DAIŞ bi destê Tirkiyeyê li Helebê ye

Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an...

Çarşamba - 4 Aralık 2024

Şervanên Minbicê 10 çeteyên Erdogan ê faşîst kuştin

Şervanên Meclisa Minbicê êrîşên çeteyên şefê faşîst Erdogan li ser Minbicê şikandin û 10 çeteyên şefê faşîst Erdogan kuştin. Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, li ser banga gelê herêmê berpirsyariya ewlekariya 7 gundên din ên li Dêrazorê girt ser xwe û hêzên xwe li wir bi cih kir.

Li aliyekî êrîşên çeteyên şefê faşîst Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar bûne û li aliyê din jî şervanên gel ji bo parastina xaka xwe di nava seferberiyê de ne.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşên çeteyên şefê faşîst Erdogan dan. Di encamê de çeteyên şefê faşîst Erdogan hatin qewirandin û 10 çete hatin kuştin. Çete piştî ku ji herêmê vekişiyan, ji herêmên dagirkirî bombe li Minbicê barandin.

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya QSD’ê hat weşandin de ev agahî hatin parvekirin: “Li rojavayê Suriyeyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandorek wan a ciddî heye. Lewma ji ber van bûyeran metirsî heye ku bi taybetî li bakûr û rojhilatê Dêrazorê li deverên ku valiya ewlekariyê lê heye, şaneyên DAIŞ’ê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber vê metirsina ciddî em agahdariyê dikin ku hêzên me li gundên Salihiyye, Tabiyye, Hatla, Haşam, Marrat, Mazlum û Huseyniye yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe.

Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞ’ê geşedanên li rojavayê welat ji xwe re bike hincet û tevlîheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar