Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

Şervanên Minbicê planên dagirkeriyê têk birin

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên meclisê planên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirkirina gundên kantonê têk birin û wiha axivî: “Eger artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên berfireh û şerekî vekirî bidin destpêkirin jî baweriya me bi hêza şervanan heye ku bibin bersiv."

Dewleta tirk a dagirker demek dirêj e ji bo dagirkirina kantona Minbicê êrîşêm dagirkeriyê pêk tîne. Bi taybetî jî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di tebaxê de êrîşên xwe li ser gundên kantona Minbicê zêde kirin. Çeteyan gelek caran hewl da gundên kantonê dagir bikin. Hewldanên wan ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin têkbirin. 7’ê tebaxê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a dagirkirina gundên Minbicê têk bir. Di encama bersivdayîna hewldanê de 7 çete hatin kuştin û 22 çeteyên din birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan der barê êrîşên li ser kantonê û bersivdayîna êrîşan de ji ANHA’yê re axivî. Îbrahîm Hemdan bi bîr xist ku hemwextî êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê, êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê jî zêde bûn.

Hemdan ev agahî dan: “Çeteyên Dirî El Furat (Mertalê Firatê) yên girêdayî dewleta tirk a dagirker hewl dan bikevin gundên bakur û rojavayê Minbicê yên ji aliyê hêzên me ve tên parastin. Şervanên me nehişt çete bigihêjin armanca xwe ya dagirkirina gundên kantonê.”

Hemdan îşaret pê kir ku artêşa dagirker û çeteyên wê tevî êrîşên xwe yên dijwar û bikaranîna tevahî cureyên çekan nekarîn armancên xwe pêk bînin û nekarîn xetên pêşîn ên parastinê yên şervanên meclisê derbas bikin.

Fermandar Îbrahîm Hemdan diyar kir ku şervanên wan xwedî pisporiyên leşkerî ne ku dikarin bersiva tevahî êrişan bidin û wiha pê de çû: “Pisporiya şervan û karînên wan ên parastinê faktora bingehîn a têkbirina êrişên artêşa tirk û çeteyên wê ye.”

Îbrahîm Hemdan aşkera kir ku di bersivdayîna hewldanên dagirkirinê de tevî serçeteyan, hejmarek çete hatine kuştin û 2 panzêrên çeteyan hatin îmhakirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan anî ziman ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Cebhet El Ekrad ku di 8 salên borî yên piştî rizgarkirina Minbicê de pisporiya leşkerî û taktîk bi pêş xistine û ezmûn wergirtine, amade ne bersiva tevahî êrişan bidin. Hemdan got: “Hêzên me li dirêjahiya xeta eniyan amade ne bersiva êrîşan bibin. Binesaziya parastinê amade ye, çekên me yên bibandor hene û hêza şervanên me bilind e. Eger artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên berfireh û şerekî vekirî bidin destpêkirin jî baweriya me bi hêza şervanan heye ku bibin bersiv.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar