Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kantona Reqayê bi boneya 8`ê Adarê çalakiyek li dar xist. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn û gelek fermandarên din tev li bûn.
Di çalakiyê de şervanên YPJ`ê toreneke leşkerî li dar xist. Dûre endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohlat Efrîn axivî û ev roj li tevahî jinan pîroz kir û got: “Jinan di têkoşîna li hember terora DAIŞ`ê û dewleta tirk a dagirker de roleke girîng lîst. Ne tenê herêm parast, lê belê jinan seranserî cîhanê bi dirûşma `Jin, jiyan, azadî` parast.”
Dûre endamên Fermandariya Giştî ya YPJ`ê gul li şervanên YPJ`ê belav kirin û di nava kolanên bajarê Reqayê de heta Çerxerêya El Neîm meşiyan ku li wir YPJ`ê sala 2017`an rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê ragihandibû.
Li çerxerêyê fermandariyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê mezin bikin heta ku welatekî azad bi dest bixin.