Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Çarşamba - 25 Aralık 2024

Şervanên YPJ’ê: Em ê bi ser bikevin

Şervanên YPJ'ê yên li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî li eniya berxwedana bendava Tişrînê li ber xwe didin biryardariya xwe ya li hemberî êrişan anîn ziman û gotin: “Em nahêlin axa me were dagirkirin. Em ê şoreşa jinan heya dawî biparêzin.Serkeftin ya me ye, em ê bi ser bikevin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî DAIŞ-SMO 13 rojin bi awayekî hovane pêrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Şervanên YPJ’ê, QSD’ê û YPG’ê li hemberî êrişan li eniyên şer berxwedanekê mezin û dîrokî nîşan didin. Şervanên YPJ yên li eniya berxwedana bendava Tişrînê cihê xwe digirin bi tegihiştineke xurt rastiya êrîşkeriya dewleta dagirker ya Tirk û çeteyên wê anîn ser ziman.

Şervana YPJ’ê Ekîn Doza diyar kir ku her çend dewleta Tirk û çeteyên wî bi teknîkeke zêde êrîş dikin, lê ew ê bi vîn û berxwedanê êrîşan bişkênin. Ekîn Doza di dewama axaftina xwe de got: “Em rê nadin bikevin axa me. Li beramberî her êrîşa ku were kirin, bersiva me wek şervanên YPJ wê tund be.” Ekîn Doza îşaret bi pêşengtiya jina azad di şoreşa Rojava de kir û da zanîn ku ew jî şopdarên van jinên azad in û li ser vê bingehê berxwedaniya li eniyên şer her biçe mezin dibe. Ekîn Doza got: “Teqez em ê vê dagirkeriyê têk bibin.”

Şervana YPJ’ê Ekîn Doza got: “Bi fikir û felsefa Rêber Apo em xwe birêxistin dikin. Parastina me, parastina şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em hemû hevalên di eniya berxwedanê de cihê xwe digirin silav dikin. Serkeftin ya me ye, em ê bi ser bikevin.”

Sorxwîn Cigerxwîn yek ji wan şervanên YPJ’ê ye ku di berxwedana bendava Tişrînê de li dijî hercure êrîşên dagirkeriyê, bi wêrekiyeke mezin liberxwe dide. Sorxwîn Cigerxwîn nêrînên xwe yên di eniyên şer de wiha anî ser ziman: “Li beramberî êrîşên ku li ser gelên me pêk tên, em mafê herî rewa, mafê parastinê bikar tînin. Dewleta Tirk û çeteyên wî li axakê ku ne ya wan e, şer didin meşandin. Êrîşê gelan û jinan dikin. Li beramberî vê jî wek şervanên YPJ’ê bi gelên xwe re em ê şoreşa ku jinê ava kiriye, heya dawî biparêzin û li dijî hemû êrîşên ku têne kirin, bersiv bidin. Em nahêlin axa me were dagirkirin.”

Şervana YPJ’ê Sorxwîn Cigerxwîn berxwedana dîrokî ya ku bi rojan e li eniya bendava Tişrînê de tê meşandin wek şerekî pîroz nirxand û got, “Em hemû hevalên ku di vê berxwedaniyê de cihê xwe digrin silav dikin. Hevalên di vê berxwedaniyê de şehîd bûne, em bi bîr tînin. Em ê tola wan rakirin, ev jî erka me ya sereke ye.”

Şervana YPJ’ê Sorxwîn Cigerxwîn bi gotina “Jin, Jiyan, Azadî” dawî li axaftina xwe anî û bi dengê xwe yê xweş helbestek ji bo rêhevalên xwe yên di berxwedaniyê de diyarî kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar