Di tabletên Sumeran de Gûtî bi ‘şeytanên çiyê û dijminê xweda’ tên pênasekirin. Akadî jî ji wan re dibêjin ‘ejderhayê çiyê’. Her wiha wan wekî qewmên barbar û hov dide nîşandan. Li gorî Akadan Gûtî bi xerabî û taybetiyên tundiyê tên naskirin. Gelo bi rastî Gûtî wekî ku Sumer û Akad behs dikin xerab bûn, talankar û dagirker bûn an jî rewş bi rengekî din bû? Em hinekî li ser Gûtîyan bisekinin.
Di tabletên Sumeran de peyvên gu-ti, gutî-um derbas dibin. Gûtî navê eşîr û qebîleyê diyar dike û Gutî-um jî cih û warê ku ev eşîr û qebîle lê dijîn e. Her wiha di tabletên Sumeran de peyvên ‘kur’ û ‘kurti’ jî derbas hene. Ev têgeh ji bo binavkirina eşîr û qebîleyên Zagrosan hatine bikaranîn. Lewma mirov bi hêsanî dikare bêje ku ev peyv ji bo pênasekirina kurdan hatine bikaranîn.
Kurtî tê wateya mirovên xwedî çiya û Gûtî jî tê wateya mirovên xwedî ‘ga’. M. Îzady di pirtûka xwe de ya li ser kurdan nivîsiye, dibêje ‘peyvên kurtî û Gûtî di roja me de bi navê eşîra ‘girdi’ ( eşîreke kurdan li ser sînorên Îran û Iraqê, erdnîgariya Gûtiyan li ser dijiyan dimîne) hê jî xwe diparêze.’ Her wiha navê keyayê dawî yê Gûtiyan Tirigan e. Îzady dibêje navê eşîra ‘têrkan’ (eşîreke kurd a li derdora Amedê dimîne) jî ji navê keyayê Gûtiyan tê. Ji bilî van mînakan gelek nîşaneyên ku Gûtî pêşengên gelê kurd bin hene. Tê zanîn ku kurd ji berê ve bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl bûne. Ga ji bo Gûtîyan pîroz bû. Karê xwe li serê çiyan bi ga dikirin. Jixwe ji ber ku di jiyana Gûtî-Kurtiyan de pir girîng bû gelek meseleyên xwe ji li ser ga gotine. Di gotinên pêşiyên kurdan de bi dehan mînakên li ser ga hatine gotin hene. ‘Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne’. ‘Xeta xwar ji gayê pîr e (gotineke ku li ser cotkirina erd hatiye gotin.)’. “Ku diz ji malê be ga di kulekê de diçe.” Her wiha mirov dikare gotinan zêde bike. Ev jî nîşan didin ku eleqeya Gûtiyan yekeyek bi kurdan re heye.
Navê yek ji keyayê Gûtiyan jî Kamasî bû. Dema em biçûk bûn wexta erdhej çêdibû me fêm nedikir çima erd diheje. Wê demê dayik û bavê me ji me re çîroka Gamasî digotin. Xuya ye çîroka Gamasî jî ji navê Kamasî hatiye. Li gorî çîrokê dinya li ser sitireh-quloçê Gamasî bû. Dema Gamasî diwestiya xwe dihejand û bi vî awayî jî dinya dilebitî û erdhej çêdibû. Peyva Gamasî ji peyvên ga û masî pêk tê. Ev her du tişt çavkaniyên sereke yên debara Gûtiyan bûn û îro hê jî ji bo eşîrên Zagrosan pir girîng in. Dema kêmaniya van çavkaniyan çêbibe civak dikeve xeterê û ev jî ji bo civakê erdheja herî xerab e. Çîrok wekî mîtolojî hatiye gotin. Lê mirov dema şîrove bike rastiyek wisa derdikeve pêşberî me.
Eşîr û qebîleyên ku wekî Gûtî dihatin binavkirin li ser çiyayên Zagrosan dijiyan. Bi çandinî û sewarkariyê mijûl dibûn. Navê wan beriya mîladê di 2 hezar 600’î de di tabletên Sumeran de dibore. Sedema wê ew e ku dema Sumer êrîşan dibin ser erdnîgariya Zagrosan, bi wan re rû bi rû tên. Piştre di navbera wan de pevçûn çêdibin. Piştî ku herêma Sumeran dikeve bin desthilata Akadan vê carê Akad behsa Gûtiyan dikin. Piştî Akadan jî di serdema Babîliyan de ew jî behsa Gûtiyan dikin. Her wiha Asûr jî behsa Gûtiyan dikin. Keyayê Asûran Şalmeneser di êrîşeke li ser Mîtaniyan pêk aniye de wiha dibêje: “Ji sînorên Araratê heya Çiyayê Tûrabdîn wekî avê xwîna Gûtiyan herikî.” Ev jî nîşan dide ku Asûr Mîtaniyan wekî berdewama Gûtiyan dibînin.
Niha em werin ser mijara ku hem Sumer û hem jî aqad Gûtiyan wekî ‘şeytan’ didin nîşan. Qralê Asûran Şalmeneser ji jî bo Gûtiyan wiha dibêje: “Qewmê Gûtiyan di asîmanê ve serdemê de wekî stêrkan dibiriqe lê ne di pehlewanî û camêriyê de, di tundî û talankariyê de bi nav û deng in.” Di rastiyê dema mirov li karakterê van her sê şaristaniyan binêre dikare encamek derbixe. Sumer şaristaniya yekem e a ku koledarî bi pêş xistiye. Aqadan di dîrokê de cara yekem împaratorî ava kiriye û koloniyên bazirganiyê pêş xistine. Asûran ew qasî tundî kiriye ku ji qoqên serê mirovan keleh çêkirine. Lê li aliyê din Gûtî bi çandinî û sewalkariyê re eleqedar bûne. Mixabin ev her sê şaristanî ji bo Gûtiyan ku di halê xwe de jiyane, gotinên wisa xerab dibêjin. Sedem ew e ku Gûtî li pêşiya van her sê şaristaniyên xedar û zalim wekî dîwarekî sekinîne nehiştine zêde serweriya xwe fireh bikin. Dema bi hêsanî nekarîne Gûtiyan têk bibin ve carê jî ew xerab nîşan dane. Heke Gûtiyan serî li ber wan tewandibûya û bi wan re hevkarî kiribûya, bêguman wisa nedigotin. Gûtiyan li hemberî êrîşên dagirkeriya Sumeran ji B. Z 2 hezar û 600’î ve dest li ber xwe dane. Di derdora salên B.Z 2 hezar û 200’î de, bi Akadan re şer kirine. Akadan gelek Gûtî kuştin û erdnîgariya wan jî talan kir. Lê Gûtiyan berxwedana xwe nesekinand û di salên B. Z 2 hezar û 150’yî de Akad têk birin. Bi têkçûna Akadiyan re Gûtiyan xwe ji Zagrosan berdan deşta Mezopotamyayê. Herêmên Sumeran jî xistin bin serweriya xwe. Nêzî sed û pêncî salî herêmên Sumeran bi rê ve birin. Tişta balkêş jî ew e ku Sumeran navê keyayên Gûtiyan di nav lîsteya keyayên xwe de nivîsandine. Navê 21 keyayên Gûtiyan derbas dibin. Lê keyayên Gûtiyan ne wekî yên Sumeran bûn. Keya sê salan carekê ji aliyê serokên eşîr û qebîleyên Gûtiyan ve dihat diyarkirin. Serweriya Gûtiyan a li ser Sumeran di B. Z 2000’an de ji aliyê xanedaniya Ur’ê ve hate hilweşandin û Gûtî dîsa vegeriyan Zagrosan.
Berovajî gotinên van şaristaniyan Gûtî hem ji aliyê rêveberiyê ve hem jî ji aliyê civakê ve ji Sumer, Akad û Asûran zêdetir demokratîk bûn. Lê wekî ku di roja me de dewletên serdest û zordar tevgerên azadiyê wekî ‘terorîst’ bi nav dikin wê demê jî şaristaniyên dijberî civaka xwezayî, hêzên berxwedêr û tevgerên ku li ber wan serî neditewandin wekî ‘barbar, ejderha, talankar…’ bi nav dikirin. Niha çar dewletên ku axa Kurdistanê di nav xwe de parve kirine, kurdên azadiyê dixwazin wekî terorîst pênase dikin û kurdên hevkarên xwe jî wekî azadîxwaz didin nîşandan. Herî zêde jî kurdên ku îro li Zagrosan li hemberî zordariyê şer dikin di lûgata serdestan de mîna terorîst têne nîşandan. Em ji dîrokê dizanin ew Gûtiyên hemdem in. Li heman erdnîgariyê li hember zordariyê şer dikin û ji bo derdorên zalim ew ‘qatil’ in. Lewma divê mirov baş zanibe heke hêzên şaristaniyê tevgereke bêyî ku li daxwazên wan binêre û li hember daxwazên wan bersivên maqûl bide û wan wekî terorîst nîşan bide, ew tevger azadîxwaz e.