Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Servet Tûrgût ê ji helîkoptêrê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da

Di 11’ê îlonê de leşker li herêma di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de derketibûn operasyonê. Leşkeran welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribû. Piştî du rojan ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê derketin holê ku tên tedawîkirin û hatine binçavkirin. Di raporên nexweşxaneyê de derketibû holê Tûrgût û Şîban ji helîkoptêrê hatibû avêtin û îşkence li wan hatine kirin. Servet Tûrgût ê bavê 7 zarokan 20 roj bû li beşa venêrîna awarte dihat dermankirin. Tûgût tevî hemû mudaxileyan jî rizgar nebû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tûrgût ji bo otopsiyê rakirin Navenda Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Piştî otopsiyê dê cenazeyê Tûrgût li Wanê were veşartin.

Îşkence bi wêneyan hat piştrastkirin

Avêtina Şîban û Tûrgût a ji helîkoptêrê û îşkenceya li wan hatiye kirin bi wêneyên Osman Şîban ku xwîn rijiyabûn ser çavê wî û di 17’ê îlonê de ji aliye Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hat weşandin di rojevê de deng veda. Piştî wêneyê Şîban di 23’yê îlonê de jî wêneyê îşkenceya li Tûrgût hatiye kirin û di beşa venêrîna awarte de dihat razandin belav kir û ev her du wêne li Tirkiyeyê bûn rojeva sereke. Her wiha Ajansa MA’yê xwe gihandibû rapora epîkrîz a nexweşxaneyê û bi raporê avêtina ji helîkoptêrê hatibû piştrastkirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar