Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Serweriya Iraqê û statûya başûrê Kurdistanê ketiye nav dest û piyan

Dewleta tirk, her roj êrîşên cihekê başûrê Kurdistanê dike. 24 saat ÎHA û SÎHA yê dewleta tirk, li ser asîmanên hemû deverên başûrê Kurdistanê diğerin. Êrîşên jinan dike, zarokan qetil dike. Gundan bombebaran dike, mirovan bi qatilên kirê kirî li orta bajêr de qetil dike. Êrîşên dewleta tirk ji êrîşên Sedam xiraptir e. Niyeta dewleta tirk ji niyeta Sedam xiraptir e.

Tenê êrîşên di navbera 3 rojan de mirov bigre dest ev rastî wê were dîtin. Li herêmên Zap, Avaşîn metina 24 saat bi balafir, helikopter, tank, top, opus, leşker, korucî, kûçik û bi hemû derfetên xwe êrîş dike. Çiya baniyan dişewitîne gefan li gundiyan dixwe. Le agahiyên ku ji herêmên tên dewleta tirk li Zap, Avaşîn û Metinayê windakiriye û li bin ketiye. Ji ber ku li Zapê têk çûye bi çav sorî êrîşên sivîl, zarok û jinan dike. 16’ê hezîranê êrîşên Sinûnê ku qazaya Şengalê ye kir zarokek û babirê wî jiyana xwe ji dest dan. 17 hezîranê êrîşên qaza Kelarê kir di êrîşan de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.Di heman rojê de êrîşên amedîyê gundê kestele kir. Di êrîşan de 2 jin birîndar bûn.Di heman seatan de êrîşê gundê Biradostê kir. 4 gund hatin bombebaran kirin. Gund hatin şewitandin.

Hele ew dîmenên zarokên bi navê Salah Nasir. Ev dîmen rûreşî û bêwijdanî û bêahlaqiya  pergala cîhan û hêzên navdewletî ne ku, ewqas rê li ber êrîşên dewlata tirk vekirine. Ew dîmena salah Nasir rûreşî û bêwijdaniya dewlata Iraqê  ku dengê xwe ji van êrîşan re dernaxe. Ev dîmena Salah Nasir û kuştina zarokên li Kanîmasi rûreşiya herî mezin a ji hêzên  başûrê Kurdistanê re. Ev yek bi berjewendiyan bê îrade bûn û bi tirsonek tîyê nayê îzah kirin.Ev yek windabûna hemû nirxên mirovahî û netewetiye. Eger deng ji mirina zarokan re dahî neyê derxistin li vir tu pîvan û nirxên  neteweyî û mirovahiyê nemaye.

Dewleta Iraqê, ji dewletbûyinê hatiye xistin. Tu alaqa Iraqê, dewlet û serwerî bi hev re nema ye. Her roj dewleta tirk êrîşên axa Iraqê dike, serwerî û dewletbûyîna wî dixe nav dest piyên xwe, tu deng ji hêzên îraqiyan dernekeve. Ketiya nav qeyranek siyasî a mezin. Li pişt vê qeyranê jî dewleta tirk heye. Nehişt ku hikûmet were avakirin . Bê hikûmetî jî, te wateya berdewamkirina hikûmeta Mûstafa Kazimî. Mustafa Kazimî di nav planên dewleta tirk de ye. Heya niha li hember van êrîşan yek daxuyanî dahî neda ye. Tevgera Sadr ku xwe wek wetanpêrwerên Iraqê dibîne, welate wî dibûn dagirkerî dewleta tirk de ye, tu deng dernaxe.

Li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistana û hêzên siyasî ên başûrê Kurdistanê mirov êdî nikare tu tişt bêje. Ji ber ku gotin bêwate bûye. Tenê tiştek mirov dikare bibêje ku tu wateya statuya başûrê Kurdistanê nemaye. Bi aweyekî fiilî dewleta tirk statuya federal a başûrê Kurdistanê ji holê rakiriye. Dewleta tirk her roj vê statûya federal dixe nav dest û piyên xwe. Ne îradeyek siyasî  nejî hêzek ewlehî maye ku, vî welatî biparêze. Îradeyek siyasî ku nikaribe dengê xwe derxe li dij van êrîşan li dij kurdayetî û mirovahiyê ew îrade xilasbûye. Her çiqas alîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbat Talabanî piştê êrîşa Kelarê dibêje êdî bese ji ev yek têrê nake. Dive helwestek civakî û siyasî derkeve holê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar