Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serxwebûn bi hejmara nû gihîşt ber destê xwendevanên xwe

Hejmara 467'an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta "Di sala 43 an a PKK ê de em Pengava xwe ya Dema Azadiyê bi rêbaza Apoyî bimeşînin û bi ser bixînin" derket. Di vê hejmarê de bi wesîleya salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê ji gelek aliyan ve hatiye nirxandin

Navenda Nûçeyan

Rojnameya Serxwebûn belavoka Komîteya Navendî ya PKK’ê ji manşetê weşand û bi wesîleya 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê ya Neteweyî li gelê Kurd û dostên wan hate pîrozkirin.

Di belavokê de hate gotin, “Rastiyên ku di nava 42 salan de derketine holê nîşan didin ku jiyan bi PKK’ê re li Kurdistanê hîn bêhtir bedew e, bi wate ye û têkoşer e.”

Di nivîsê de sala 2020’î bi berfirehî tê nirxandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok jî bi sernavê “Li Rojhilata Navîn xeleka herî girîng a civakî Kurd in, li nava gelê Kurd jî xeleka herî girîng a civakî jin in” nivîsek nivîsî.

Dîlok destnîşan kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî, giraniya dewleta Tirk têk biriye û diyar kir ku hişyariya gelê Kurd di heman demê de hişyarbûna jinên Kurd e.

Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê jî mijareke girîng a hejmara 467’an a rojnameya Serxwebûnê ye.

Di nivîsa endama Koordînasyona KJK’ê de, pêngava “Li dijî qirkirina jinê dema parastina civakê û jinên azad e” hate nirxandin.

Di hejmara vê mehê ya rojnameya Serxwebûnê de ji nirxandinên Mijdara 1996’an ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsek hatiye amadekirin. Abdullah Ocalan di vê nivîsê de qala esasên têkoşîna PKK’ê dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû jî ji bo vê hejmara Serxwebûnê pêvajoya siyasî ya li Kurdistanê dinirxîne.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya vê mehê de cih da nivîseke endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker. Şerker girîngiya tevlîbûna li pêngava “Dema azadiyê” vedibêje.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî ji bo rojnameya Serxwebûnê du nivîs nivîsî.

Di nivîsa bi sernavê “Rastiya lehengiya li Kurdistanê û Fermandar Egîd Civyan” de qala endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) dike.

Di civîna duyemîn de jî jiyana şoreşgerî, şer û hevrêtiya fermandarên mezin ên di meha Mijdarê de şehîd bûn vedibêje.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar