Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serxwebûn bi hejmara taybet derket

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya taybet de cih da nivîseke ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan ku beriya niha qet nehatiye weşandin

Navenda Nûçeyan |

Rojnameya Serxwebûnê vê mehê du hejmarên cuda bi hev re çap kir. Hejmara taybet bi sernavê ‘Serxwebûn 44 salî ye’ û hejmara 480’î ya meha kanûnê jî bi sernavê ‘Serketiyê sala 2021’ê gerîlayên bi ruhê fedayî yê Apoyî ye’ hatin weşandin.

Nivîsa ji 10 salan a ji damezrînerên PKK’ê şehîd Mazlûm Dogan beriya 45 salan nivîsî û heta niha li cihekî din nehatiye weşandin, bi sernavê ‘Çima pêwîstiya Tevgera Azadiyê bi organek weşanê ya îdeolojîk heye’ di hejmara taybet a Serxwebûnê de yekemcar hat weşandin.

Di nivîsa Mazlûm Dogan de wiha tê gotin: “Ji ber ku heta niha têkoşîneke rasteqîn a şoreşger û rizgariyê nebû, li Kurdistanê weşaneke bi vî rengî tune bû. Lê belê me rêya xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna şoreşgerî da ber xwe. Di şert û mercên hatine guhertin de em neçar in ku li her qadê şêweyê têkoşînê û hevkariyê biafirînin. Lewma ji bo bicihanîna van wezîfeyan pêwîstî bi weşanekê heye.”

Rojnameya Serxwebûnê di cotmeha 1978’an de bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) yekemcar dest bi weşanê kir û ji .ileya 1982’yan û pê ve 40 salan bênavber weşangeriya xwe dewam kir.

Serxwebûn ku di heman demê de weşanxaneyek bû, di nava 40 salî de 480 hejmar, di her hejmarê de jî nirxandin, analîz û bîranînên cuda weşand… Zêdeyî 200 pirtûk, gelek analîz, pirtûkên bîranîna gerîla, 15 albûmên şehîdan ên ji hezaran rûpelî, 34 hejmarên taybet û her sal jî salname ji aliyê weşanxaneya Serxwebûnê ve hatin çapkirin.

Serxwebûnê di heman demê de ji nîsana 1983’yan û pê ve rojnameyek bi navê Berxwedan jî weşand. Berxwedan ku destpêkê ne bi rêk û pêk hat weşandin, ji sala 1987’an û pê ve mehane hat weşandin û di sala 1995’an de dawî li weşana xwe anî.

Bi giştî 12 xebatkarên rojnameya Serxwebûnê şehîd bûn.

Rojnameya Serxwebûnê ji navnîşana Serxwebûn înfo dikare bê şopandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar