Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Serxwebûn û azadî beriya tevan ji bo jinên kurd pêwîst e

Kurd hêrsok in, ango xwe zû winda dikin. Xwe zû diavêjin erdê, digirîn. Heta niha wiha bûye. Ev xeter li ser me hebû. Ji bo vê me çikir? Heta ji me hat me wiha nekir. Li hinek cihan bi sebir, li hinek cihan pir bi lez me kar kir… A muhîm em gihîştin serê salê. Elbet gelek radibe, her roj ez dinêrim ku hişyar dibe. Gelek e ku xwe kom dike, lakîn parastina wan, tevgera wan heke tu ne li ser bî wê bê şehitandin.

Ji bo vê em dixebitin. Ne vir tenê, her roj bi bêtêlan, bi telefonê hevalên li çiyê îdare bike, dostan îdare bike. Bêguman kurd heya niha nebûne xwedî muesesat. Yê/ya bizane xwe li ser meseleyên xwe bimeşîne kêm e. Heval jî nikarin xwe îdare bikin. Lewma di vir de bar giran dibe.

A girîng ew e ku hesabên dijmin negihîjin serî. Demîrel bi xwe got: “Ev îsyana 29’an e… Heta niha van 28 caran îsyan kir, hemû jî binkeftin, a 29’an jî wê bikeve.” Elbet ev ne pirseke biçûk e. Biryara wan ew e ku îsyana 29’an, a me, ango îsyana ku PKK rêbertiya wê dike di vê salê de têk bibin. Dinya pêre ye, xayînên me tev pêre ne û hevalên me jî tev zeyîf in, bê tecrûbe ne. Ji bo vê me ev sal xweş îdare kir. Mîrov lê binêre, di dîroka Kurdistanê de sala çûyî, saleke mezin bû. Di vê salê de me xebat bi ser xist, mumkin e careke din ketin çênebe.

Mesele ne mirin e, mirin herdem heye. Mesele ne xwînrijandin e jî. Min got ku ewqas îsyan çêbûne, ji berê xerabtir bûye. Vê carê ez dibêjim ku divê mirov firsendê nede dijmin ku careke din kurd serberjêr bikevin. Niha ji bo başiya gel xebata me bi ser dikeve. Ku mirov şer bide sekinandin, wê çaxê mirina xerab tê serê mirov. Ez dizanim ku xebata me bisekine, wek canê te di dilê te de bisekine. Pir hevalên me belkî haya wan jê tune ye, lê wiha ye. Ku şer bisekine, hereket bisekine wê xwîna milet bisekine. Ji bo vê me şer hem guhert, hem jî bin nekeft.

Hêviya gel, cejna gel domkirina vî şerî ye. Ez her tim dibêjim; tirsa me ne ji xwîn rijandinê ye, tirsa me ji wê ye ku şer bisekine. Min got ku wê çaxê mirina herî xerab tê serê mirov. Elbet em bêtir li ser hevalan disekinin. Niha gel bi me re ye, dijmin lê dixe, gundiyan dikuje, însanên xurt, welatparêzan dikuje. Beriya vê min got; herkes xwe bicivîne, tenzîm bike, li gor dijminê xwe haziriya xwe bike di welêt de. Dikin, ne wek berê ye. Dîroka Kurdistanê nû çêdibe, ji bo vê nikare xwe bi tevahî bide ser. Di vir de gel hinek êşiya, diêşê. Hevalên me jî diêşin. Çima? Di destpêkê de nizanin xwe li gor dijminê xwe hazir bikin. Em li ser şaşitiyan jî pir sekinîn. Yên ku zû şehîd dibin. Ê min ev bîst sal in, dinya li ser min e, min hîn xwe negihandiye şehadetê. Çima? Ez di meseleya parastinê de pir baldar im. Bêtir jî bi karê xwe re me.

Te çiqas xebat kir, soza te ew e. Ku tu bi ser ketî, te soz bi cih aniye; yên din tev derew in. Ku te tişteke bi xêr kir, bîranîna şehîdan bi cih hatiye. Ev tişt jî li cem we pêk tên.

A tevî xerab, mirov bê armanc be, beriya her tiştê mirov ji doza xwe dûr be. Mesele ne ew e ku hûn bi çi awayî ne. Mesele hemû gel tev û bêtir bi karê me, şerê me re bin. Em tev pêre ne, em xurt dikin, ji berê bêtir em hakim in. Tiştên ji destê me were em dikin. Ku vê carê kurd aqil bin, li ser esasa ku me daniye, heta dawî bi durûstî bimeşin, wê biserkevin. Na, ku xwe bixapînin, wek berê bi xwe bileyîzin, wê ji berê xerabtir bikevin.

Heta ku ez heme, nemumkin e ev xebat li paşkeve. Her roj, her şev, her gav wê biser bikeve. Dijmin jî baş dizane ku hebûna me serketin e. Ev baş fêm kiriye. Me dixwest ku pir heval wiha bikin. Xwe dixin rêya şehadetê lê divê mirov bizanibe li ser xeta serketinê jî bimeşe. Ji bo vê em li ser ciwanan pir sekinîn, ecêb sekinîn. Ji bo vê heta niha jî em nefes bi nefes mane, me nikarîbû pir rastiyan li ser wan hakim bikira, qeweta wan kêm bû, nikarîbûn xwe hebekî xurt bikirana. Ji bo vê em diêşin. Dîsa jî xebata heyî divê mirov bidomîne. Ku mirov bêje kurd nebaş in, pir paşketî ne, mirov nêzîk nebe; vaye dibe lîstoka dijmin, divê mirov wiha neke. Kurd çiqas ketîbin jî, xerab bin jî, pêwîst e mirov bi xwe here ser qedera xwe, bi xwe derdê xwe derman bike. Em wiha dikin.

Heta niha ya/yê hatiye, birîn mezin kir, kûr kir. Her yekê kêrek avêtiye, bêtir kir. Li ser vê teşxîsa me dermanê me, siyaseta me rast bû. Ev tişt nehindik in. Belê dîsa êş heye. Wek nexweşekî ku ji mirinê rabe, wê êş hebe lê îmkanên saxiyê, dermanên saxiyê jî me daye xwe. Mirov xwe biparêze -elbet ne bi saxiya xwe tenê- bi serxwebûn û azadiya xwe mirov dikare bijî.

Di Kurdistanê de şehîdên me dişibin şehîdên îslamiyetê dema nû derket, wek şehîdên ewil ên Medînê û Mekeyê, şehîdên Bedir, ên Uhudê, wek wan in. Di dîroka Kurdistanê de cihê wan wiha ye. Li ser vê ya ji me were xwestin, ji vê şûnde mirov ref bi ref, bi xizmeteke mezin dijmin têk bibin. Yanî yê/ya dixwaze ji bîranîna şehîdan tiştek rast fêrbibe, divê refa xwe xurt bike, hêza xwe xurt bike û karê dijmin asteng bike. Niha ev jî hebekê dimeşe. Ku wek em dixwazin nemeşe jî, dîsa dimeşe. Em dibêjin roj bi roj li ser bin. Wek tu li ser benekê dimeşî, li ser sêla sor dimeşî. Ku tu deqîqeyekê mayî, te xwe bada tê bikevî.

Mirov dikare bi ser dijminê xwe de here, ji berê bêtir lêxe û bila wek berê jî nekeve. Ev derfeteke nebiçûk e. Di tarîxa kurdan de ev yekem car çêdibe. Heta niha hûn baş dizanin ku kurd nikarîbûn du gotinan bigotana, nikarîbûn destên xwe rakirana, cendirmeyek dihat lê dixist, teslîm dibûn. Niha, me ev tişt tev guhertin. Dijmin pir tirsiya ye, çiya vala kirin, qererolên xwe tev rakirin, ji malên xwe nikarin derkevin. Me li ser wan tirseke mezin çêkir û divê bêtir bibe. Belê, niha li ser şehîdan hûn pir nagirîn, berovajî hûn ji şehîdên me hêz digirin. Ev nêrîneke rast e, pêwîst e mirov li ser şehîdan negirî, mêjiyê xwe xurt bike, dilê xwe fireh bike û cihê wan tijî bike. A rast ev e, wek din ne mumkin e mirov bîranîna wan bicih bîne.

Berê, tê bîra min ku yek ji malekê derdiket, qîrewîr dikirin. Niha ku ji malekê şehîdek derdikeve tilîliyan dikin, wek têkevin cejnê. Ev jî tişteke baş e, di jiyana kurdan de nîşan dike ku jiyan bi çi ve giredayî ye û çi qebûl dikin, vê îspat dikin. Jiyana berê betal bû, jiyana berê pûç bû, tu qiymeta xwe nîne û bêarmanc e. Li min binêrin, însanekî bi armanc, bi kar dibe sebeba çi? Berê herkesê digot ka min kê/kî heye, min çi heye? Wê kî/kê çekan bide min, kî/kê wê alîkariya min bike? Niha derket holê ku alîkariya herî mezin a me ji xwe re kiriye, alîkariya tu ji xwe re bikî, bedêla alemê ye. Îsbat bû ku ger hinekan ji derve alîkariya me bikira, em wiha xurt nedibûn. Lê ku tu li ser lingên xwe bimeşî, di rûnê xwe de xwe bibirêjî, ev ji tevan baştir e.

Ku herdem kesek ji destên te bigire, te bimeşîne, dema ku destê te berde, tu yî bikevî. Em tev ji bo vê wek zarokan kirine. Elbet mirov nikare vê ji xwe re qebûl bike, bi peyatiya xelkê xwe peya bihesibîne, na! Em li ser lingên xwe rabûn, baş bû, vaye niha jî mirov dikare bimeşe. Wê rojê hevaleke jin şehîd bû, Roza ji Lubnanê tev li me bibû, di heştê vê mehê de şehîd bû. Bi tena serê xwe ma. Dijmin dora malê girtibû, digot ‘xwe teslîm bike!’ Teslîm nebû, tebance û bombeyeke wê hebû, ya dawiyê bi xwe de teqand, li aliyê Bêdlîsê. Beriya wê bi sê rojan ji min re got; “Ez baş im, Serokê min.” Heta dawiyê bi welatparêziya xwe, ji Beyrûdê tê herî wir, vê cesaretê li hember dijminê xwe, bi tena serê xwe nîşan bidî û vê berxwedana mezin bikî, ev ne hindik e. Yanî yek ku wiha li ser bisekine, tenê bes e, ji bo mirov miletekê rake. Hîn jî gelek kes razane, tev ditirsin, bi ço (dar) teslîmê dijmin dibin, ji bo menfeteke biçûk teslîm dibin, lê wê hevalê heta dawiyê li ber xwe da. Ev jî ji bo gelekê nîşanek e. Mirov tev bi van şexsiyetan re dikeve nava kar û xebatê.

Di sala 92’yan de ji sedî zêde şehîdên jin çêbûn. Belkî nêzîkê hezar kes ji gel û ji hevalan şehîd bûn. Vaye, Kurdistan ev e. Ji bo vê, ez dibêjim; ên mane mirî ne, ne yên şehîd. Li ser wan me gel afirand. Ku niha cesareta me, fedekariya me heye, ji ber van şehîdên mezin e. Di dîroka PKK’ê de pir şehîd hene. Şehîdê me yê ewil Hekî Karer ne kurd bû jî, hevalekî me yê tirk bû. Ew ji hemû kurdan baştir bû. Gavên bi cesaret avêt û bi çek bi ser dijmin de çû. Dijmin wextê ku ew şehîd kir, ji wan bû ku em ê bitirsin, em careke din gav navêjin. Me çi bersiv da? Me got ‘em ê bi bîranîna wî, partiyê îlan bikin.’ Me program çêkir, di sersala bîranîna wî de me partî îlan kir. Di 77’an de şehîd bû, di 78’an de me partî îlan kir. Bersiva me ji dijmin re wiha bû. Her salê ku şehîd çêbûn, me bi bîranîna wan gaveke din avêt.

Wextê Mezlûm, Kemal û Xeyrî şehîd bûn, li ser bîranîna wan, me got: em ê vegerin welêt, bêtir xwe bi welat û bi şer ve girê bidin û em ketin Botanê. Niha di Botanê de dijmin nemaye. Dema Egîd şehîd bû, me got: em ê ji bo bîranîna wî, Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê bihost bi bihost li Kurdistanê belav bikin. Salek neçû, hîn bi cesareteke mezintir, me refên gêrîla wiha bi ser welat de şand.

Her sal bi şehîdan re, me bîranîna wan mezin kir, di netîcê de bi şehîdan re welat çêbû. Yê/ya ku dibêje ‘Ez bi şehîdan re girêdayî me.’ vî karî dike. Bi rastî min li ser bîranîna wan, ev kar kir. Ew hevalên min bûn, min soz dabû, gotibû em ê armanca we bi ser bixin. Di netîcê de niha şer, serhildan û partî, Artêşa Rizgariya Gel û Eniya Netewî hêzên esasî ne. Ez ji bo hevalan jî dibêjim ku hûn dixwazin li ser bîranîna şehîdan bisekinin, lazim e hûn tiştan bikin, bi xurtî bikin. Weke din tev derew in. Ji jiyana her şehîdekê/î mirov dersên mezin derxe.

Mesele ne ew e ku hûn nêzîkê şehîdan in, xizmên wan in, şehîd beriya tevan ên PKK’ê ne, ne yê we ne. Hûn baş dizanin ku we bixwesta jî, nexwesta jî wan partî xwest û bi wesiyeta tevan jî partî ava bû. Wextê şehîd dibin, wesiyeta xwe didin partiyê û dibêjin şer wiha mezin bikin. Mirov tev li ser soza dawiyê bimeşe. Weke din mirov bi xwîna şehîdan bileyîze, xerabiya herî mezin e. Kes cesaret nake li ser xwîna şehîdan erzan bileyîze. Ew ne şehîdên me ne, ne yên we ne, ew ên tarîxê ne, yên gelekî wendabûyî ku xwe nû ava dike. Ez jî, hûn jî em tev di xizmeta wan de ne. Li jiyana her şehîdek binêrin; xortek, keçeke bîst salî, bîstûpênc salî ji bo çi şehîd dibe? Ji bo armanceke pir baş, ji bo serxwebûn û azadiyê ye, sedî sed fedakariya însaniyetê ye. Li ser vê ew çûn. Ne ji bo mal û milk, ne ji bo jiyaneke şexsî, na! Bi tevahiya xurtbûna xwe, li ser vê xwe feda kirin. Ji bo vê pêwîst e mirov bîranînên wan mezin bike. Hûn dixebitin, em dixebitin. Nîşan bidin ku xwîna şehîdan bi çi awayî tê parastin, ji bo însan bêtir hêşîn bibe. Ji serketinê bêtir tiştek bîranîna şehîdan nayîne cih. Di karê xwe de ku em bi ser ketin, tê wateya ku bîranîna şehîdan bi cih hatiye.

Mirin tim heye lê ev reya bêmirinê ye. Rast e, rêka bêmirinê ye. Ez berê ji mirinê pir ditirsiyam, mirina heram, mirina li ser şerê eşîrtî, ji bo çend bihost erd, çend qirûşan… Mirina li ser van heram e. Lê ji bo armanca mezin, mirov nizane mirin heye, tuneye. Ev rast e.

Dayik niha pir xurt bi me re ne. Bi rastî hûn baş dizanin ku jinên kurd jê nîve nîv tev li xebata me bûne. Hinek sebebên xwe hene. Karê Kurdistanê karê jinên Kurdistanê ye. Ji zilaman bêtir karê jinên Kurdistanê ye. Pir sebep hene. Ên niha kurdayetiya xwe ji bîr nekirine, bêtir jin in. Ên bêtir di Kurdistanê de mane jin in. Ên bêtir di Kurdistanê de kar dikin jin in. Ên bêtir li ser heriya Kurdistanê digerin, jin in.

Jin, zilam xwe diguherîne. Mecbûr e, ji bo vê dike. Lakîn di vê jiyanê de jî xerabiyê dibîne. Di tarîxê de heta niha ev tişt wiha bûye. Ji bo vê ez dibêjim: karê PKK’ê dike, mirov dikere bêje ku bêtir jin wê bêjin ev karê me ye, rizgariya ku PKK çêdike, wê bêjin rizgariya me ye, em jinên Kurdistanê ne. Wiha ye.

Mirov bi kîjan alî ve lê binêre, di tarîxê de û niha lê binêre, mirov dikere bêje ku ev kar ji tevan bêtir ji we re lazim e. Dibe hûn niha nezan in, pir xwendina we tune ye, siyaseta partiyê, doza partiyê çi ye, hûn nizanin, lakîn rastî wiha ye. Ji bo vê ewqas keç tev li me bûne. Bi rastî egîdiyeke mezin derxistin holê. Wek lehiyê tên. Ne xerab e. Dibînin ku azadiya wan bi vî karî, bi vî şerî ve girêdayî ye. Însan jî bêazadî nabe, bêwelat nabe.

Hûn baş dizanin, ewqas zarok bêkar in, bêxwendin in, birîndar in, nexweş in… Derman ev kar e. Ne ev kar bûya, zêdeyî sih milyonî kurd hene, wê ev herin ku derê? Wa ye, hin kurd çûn ji xwe re li derve cih dîtin, ziman elimîn, hûn ê herin ku derê, hûn nikarin. Bêtir welat ji we re lazim e. Di vî welatî de yên dawiye bimînin hûn in. Ên nerevin hûn bi xwe ne. Hûn ê birevin herin ku? Ewropa wê çi bide we? Hûn nikarin li Ewropayê bigerin, hûn ê li dewletên ereban li çi bigerin? Li Enqere, li Stenbolê hûn ê li çi bigerin? Cih nadin mirov. Bidin jî tu qîmeta xwe tune ye. Hûn nikarin xwe bikin tirk, nikarin xwe bikin ereb, ev zehmet e.

Ji bo vê, ez dibêjim: ev karê serxwebûn û azadiyê beriya tevan ji we re lazim e. Jinen kurd wê bi ser kavin û malbatên şehîdan, dayikên şehîdan niha bi qehremantî jî dimeşin. Ji me re pir xeber (salox) hatin, bi rastî niha dayikên şehîdan ji hemû însanan bi cesaretir in û kar jî dikin. Ev ne hindik e.

Ji me tiştekê dixwazin, dibêjin: bila ev zû nerin, demeke dirêj şer bikin. Xwesteka bav û dayikan ev e. Ev rast e. Ji bo vê jî ez pir karê mezin dikim. Berê bi rastî nedihiştin yek kes jî tev li bibe, lê ku doz fêm kirin, her yek dibêje xwezî çend zarokên min ên din hebûna ku min bişandana. Carekê min dayikek dît, digot: ez pir li ber xwe dikevim, tu zarokên min tunene ku ez bişînin. Gihîştiye vê dereceyê ku her yek kurekî xwe yan keçeke xwe xelatî rêya welêt bike. Baş e, wexta kurd wiha dibin, dayik wiha dibin, welat tê avakirin.

Hûn me bidin meşandin, hûn zilaman, me xortan bidin pêş, bêjin ber bi pêşve herin. Heta ger em nekaribin bikin jî, hûn bixwe bikin. A rast ev e û ya niha dibe jî ev e.

Çima mirov li ser rastiya mezin nameşe? Mirin tim heye, ev rêya bêmirinê ye. Em ji mirina xerab ditirsin, ji mirina sedî sed mirov digihîne serketinê natirsin. Ez dîsa jî dibêjîm: şehîd nêzîkî we ne, mirov we pîroz bike, çima? Ku mirov bê şehîd be, li ber xwe dikeve. Mirov bi şehîd be, dewlemend dibe, xurt dibe, ronî dibe. Û hedef e ku her maleke kurd bibe maleke şehîdan. Nîve nîv bûye, ji vê şûnve jî wê bêtir bibe. Hûn ê li ser wan bistrên, biaxivin, pir tiştan bikin. Ji we re ye. Ji kîjan alî ve binêrin, beriya tevan ji we re ye. Wekî din mirov nikare layîqê dayikan bibe, bi vî karî mirov layîqê dayikan dibe. A me kiriye jî ev e. Dayika min jî hebû, hîn jî heye, dawiyê fêm kir ku ev rêya mezin e. Bi salan nezîkî me nedibû, fêm nedikir, nezan bû lê hurmeta gel dît, rabûna gel dît, bixwe jî îşareta serketinê kir. Niha hemû dayik wiha ne. Ku min çend qirûş bidaya dayika xwe, ez memûrekî biçûk bûma, min jêre xizmet bikira, ew ne jiyaneke baş bû, ne xurtbûniyeke baş bû, ne kurekî baş bû, berovajî ji bo dayikekê jî, ji bo malbetê jî, min got: ku ez vî karî wiha bi ser dixim û şerefa mezin ev e.

Niha em bûne layîqê dê û bavan

Li ser bîranîna wan jî mirov dikare wiha bimeşe. Hûn tev wiha ne, ew şehîdên we tev wiha ne. Ên di nava xebatê de tev vî karî dikin. Na, ez nabêjim hûn teng in, hûn bi van fireh in, hûn bi van xwe pîroz dikin. Derdê min, hûn bêtir van însanên mezin bi çi awatî bikin darên welêt, bikin darên serxwebûn û azadiyê, van însanên qehreman, em bi çi awayî ji bîr nekin. Li şûna wan, yek ku çû em bi dehan tijî bikin. Van însanên ku gel wan nas nake, em mezin kar bikin ku bi gelê xwe, bi alemê bidin nas kirin. Derdê min ev e. Li ser vê jî min got: kar dibe, me cihê wan tijî kir. Cihê şehîdan tijî bûne û îsal jî wê bêtir tijî bibe.

Sozên ku me dane bi cih hatine. Hûn jî bawer bin ku wê ev kar bimeşe. Ku tev bisekinin, hûn dayik nesekinin. Hûn wiha bikin, wê ev kar bi ser bikeve, ev welat wê rizgar bibe, ev gel wê azad bibe.

Meseleya şehîdan mezin e. Her kes nikare layîqê şehîdan be. Û herkes nikare bibe hevalê şehîdan. Biryara me ev e ku em ê di Kurdistanê de teqandinên mezin çêbikin. Ez herim, tu herî, mesele ne ev e, em bawer in wê gel teqandinên hîn mezintir çêbike. Serhildan û gêrîla wê di çar aliyên welat de pir xurt bibe. Ya ku ez dibînim, wê xebat bi ser bikeve û di 15’ê Tebaxê de dê hîn xurtir bibe.

Ez jî soz didim, dibêjîm; heta ku ez heme em ê xwe bigihînin vê rojê. Tiştên heta niha bûne jî îsbat dikin ku em ê bigihîjinê. Her sal me xebat bi ser xist.

Belê, ji hev hez bikin. Ez vê pir dibêjim; Kurd heta niha wek stiriyan diketin hev weke din jî pir şaşitiyên xwe hene, kêmasiyên xwe hene. Ez deqîqe bi deqîqe li ser disekinim, dîsa jî evqas derdikeve.

Bêguman herkes nikare mezin bimeşe. Ji bo vê serok lazim e. Jixwe serokatiya me jî wiha çêbû. Me nêrî ku bar tê ser min, min xwe ba neda. Ma qey min xwe kir serok, na. Wan wiha kir, hevalan wiha kir. Gotin wiha tu ji me re lazimî, wiha tu kar baş bike, wiha nekeve… Ez jî însanekî bi gel ve girêdayî me, bi hevalan re pir girêdayî me û min xwe jê dûr nexist, min xwe ba neda. Di encamê de, niha ev serok dimeşe, ji bo gel jî kareke baş dike. Heta niha ez firsendê nadim xeraban, bi tu awayî tu kes wê bi xwîna şehîdan neleyîze û kes wê bi vî karî neleyîze. Bêtir jî çi başî, rindî heye ji bo însanê kurd be, hezkirin wê ji bo însanên kurd be. Elbet wê ji hev hez bikin. Wê xwe pak bikin. Wê heft caran xwe bişon, wê xwe pak bikin. piçek gemar di qirikê de, di mêjiyê wan de, di dilê wan de hebe, wê pak bikin. Heta wiha nebe em dest ji qirika kesekê bernadin. Soza me daye bi hezaran şehîdan heye. Ev xwîn li ser vê ye. Herkes wiha bike, ne ez tenê. Niha ez hebim jî nebim jî, di mezelê de jî lazim e ev kar dîsa bimeşe. Di vir de mirin tune ye, ev karê ku em dikin, karê nemirinê ye. Ji bo vê ez dibêjim ku şehîd nemir in. Mirin çi ye? Tu vala dibî, tu pûç dibî ji bo vê tu mirî yî. Lê tu bi armanca mezin re, bi şerê mezin, şehîd bibî tu namirî. Çima? Armanca te mezin bûye, armanca te jiyana nû ye. Jiyana rast jî ev e. Ên mirî em in, ne şehîd in.

Nûçeyên Têkildar