Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Serxwebûnê bi manşeta “Berxwedana Rêber Apo xiyanet û sîstema Îmraliyê parçe kir” hate weşandin

Rojnameya Serxwebûnê bi hejmara 501'ê ya meha îlonê bi manşeta "Berxwedana Rêber Apo xiyanet û sîstema Îmraliyê parçe kir" hate weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya îlonê de ji sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê heta bi xiyaneta PDK’ê û ekolojiyê cih da gelek mijaran. Di hejmara îlonê ya rojnameyê de her wiha beşa yekemîn a hevpeyvîneke taybet a bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan re hate weşandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di gotara xwe de ya bi sernavê “Dijminatiya li kurdan a bi sîstema Îmraliyê re gihîştiye asta herî bilind” nirxandineke bi vî rengî kir, “Sîstema tecrîd, îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê çaryek sedsal tijî kir. Di sala 25’an de ye. Du sal û nîv e jî bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin. Li ser rewşa Rêber Apo û hevrêyên din ên li Îmraliyê weke gel û tevgerê tu agahiya me nîne. Rewşeke bi vî rengî li devereke din a cihanê nîne. Di dîrokê de mînaka xwe nîne. Divê destpêkê ev rastî bê destnîşankirin. Tenê bi fêhmkirina rastiya Îmraliyê dikare pirsgirêka kurd rast bê fêhmkirin. Lewma ya ku ‘pirsgirêka kurd’ jê re tê gotin di rastiyê de mînakeke xwe nîne ku Kurdistan parçe kiriye û gelê kurd tune dihesibîne.”

‘Gelê me yê Başûr şahîdê xerabiyên PDK û Barzaniyan in’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok jî di gotara xwe de bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya ji dema damezrandinê û vir ve. Xebat Andok di gotara xwe de ya bi sernavê “Versiyona Barzanî ya Xayîntiyê Yekane ye” got: “Baş tê bîra gelê Başûr bê Hewlêr bi tankên Saddam çawa ji YNK’ê hatibû wergirtin. Gelê me yê Başûr dibîne ku li ser bingeha konsepta tasfiyekirina PKK’ê xaka Başûr çawa ji dewleta tirk a qirker re tê firotin, pêşkeşî dagirkeriyê tê kirin. Gelê Başûr baş zane ku eger pêşî lê neyê girtin PDK û Barzanî wê cihekî bi navê Başûr nehêlin, welêt ji bo berjewendiyên xwe bikin qurban. Ji vê dîktatoriya PDK û Barzaniyan her kes aciz e ku hemû dewlemendiyên Kurdsitanê ji bo xwe, ji bo desthilatdariya xwe talan dike. PDK û Barzaniyan bi her awayî zerara herî mezin dane Başûr û xelkê me yê Başûr.”

Di hejmara îlonê ya rojnameya Serxwebûnê de her wiha beşek ji bîranînên rojnamevan Seyîd Evran ê 22’ê îlonê şehîd bû, ku têkildarî herêma Behdînanê amade kiribû, hate weşandin.

Di hejmara îlonê ya rojnameya Serxwebûnê de gotarên Ferzê Dersîm, Arjîn Rozerîn, Cemal Şerîk, Çîgdem Dogû hatin weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê li ser lînka serxwebun.org dikare bê peydakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar