Mehmet Hayrî Dûrmûş ku gotibû ‘Di nava doza PKK’ê de ez dilopek jî nînim’ li hevrêyên xwe kiribû wasiyet ku li ser kevirê gora wî gotina ‘Bi deyndarî mir’ binivîsînin, di sala 1955’an de li Çewlîgê ji dayik bû. Li Fakûlteya Tipê ya Hacettepeyê dema ku di pola sêyemîn de bû dibistan terikand. Di sala 1973’yan de tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, cihê xwe di Kongreya Damezrandinê ya PKK’ê de girt û bû endamê Komîteya Navendî.
Di sala 1979’an de piştî ku li Qoserê hate destgîrkirin li Dadgeha Rewşa Awarte ya Amedê weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê parastina siyasî kir. Ji bo dawî li zext û îşkenceya li girtîgehê bê anîn, ji bo mafê parastina siyasî bê dayin di 14’ê Tîrmeha 1982’an de tevî 9 hevalên xwe Berxwedana Rojiya Mirinê birêxistin kir û tevlî çalakiyê bû.
Di Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de Kemal Pîr 7’ê Îlonê, Mehmet Hayrî Dûrmûş 12’ê Îlonê, Akîf Yilmaz 15’ê Îlonê, Alî Çîçek jî 17’ê Îlonê şehîd bûn.
Yek ji nivîsan nameya ku ji malbate xwe nivîsî ye
Piştî 41 salan name, nivîs, raporên Mehmet Hayrî Dûrmûş ên li dadgehê hatin komkirin û ji aliyê weşanên Serxwebûnê ve bi rengê pirtûkê hatin çapkirin. Her wiha nameyeke Mehmet Hayrî Dûrmûş a ku beriya niha nehatibû weşandin, di hejmara dawî ya Rojnameya Serxwebûnê de hate weşandin.
Nameya Mehmet Hayrî Dûrmûş a ku 25’ê Mijdara 1980’î nivîsî bû bi vî rengî ye: “Mîna li her devera cihanê, weke kesekî ku haya xwe ji wezîfe û berpirsyariyên xwe heye, ez jî ji bo rizgariya gelê xwe, ji bo serxwebûna welatê xwe tevlî têkoşînê bûm. Ji sala 1973’yan heta 1979’an bi rengekî çalak xebitîm. Di 30’ê Mijdara 1979’an de di encama operasyoneke polîs û artêşa tirk de dîl hatim girtin. Niha tevî bi sedan hevrêyên xwe, bi sedan mirovên demokrat û welatparêz li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê tême girtin.
7 salan bi rengekî çalak têkoşiyam. Ev dem dibe ku ji bo we gelekî dirêj be, lê belê ji bo mirovekî siyasetmedar ê ku her tiştê xwe daye şoreşê, demeke gelekî kurt e. Hîn di roja destpêkê ya têkoşînê de min baş zanîbû ku rizgariya welat û gelan bi çend mehan, bi çend salan pêk nayê. Her wiha di nava têkoşînê de baş hîn bûm ku rizgariya welatekî mîna Kurdistanê, aramiya gelê me karê gelek nifşan e. Lewma mîna hevrêyên xwe hemûyan, daxwaza min a têkoşînê gelekî zêde ye. Min dixwest hîn salên dûr û dirêj bi rengekî çalak têbikoşim, lê belê hatim girtin û dîl ketim dest. Ji têkoşîna çalak bêpar hatim hiştin. Ev yek min diêşîne, lê belê her ku dibînim gelê min, hevalên min di binê lingên mîlîtarîzma tirk de têne eciqandin, di bin zext û îşkenceyê de bi namerdî têne qetilkirin, hêrsa min qat bi qat zêde dibe. Bawerî û dilsoziya min a bi şoreşê re xurtir dibe. Ez ê bi hemû bawerî û daxwaza xwe têkoşîna xwe dewam bikim. Li zindanê jî bim ez ê ji berjewendiyên gelê xwe û hevrêyên xwe dûr nekevim. Di nava heft salên derbasbûyî de min huner û tecrûbeya xwe ji bo gelê xwe bi kar anî û bi vî rengî xebitîm.
Tevî hevrêyên xwe li Kurdistanê geriyam û min pirsgirêkên rastî yên gelê me û welatê me rast fêhm kir. Min hewl da ku rastiyan hînî ciwan, rewşenbîr û girseyên gel ên welatê me bikim. Heta ku ji min hat, min qalê kir bê çima cahil hatine hiştin, perîşan kirine, komkujî têne kirin, çavkaniyên me yên dewlemend têne talankirin, zext û zordarî li ziman û çanda me tê kirin, gelê me tê bênasnamekirin, mirov bê nan û bê av hatine perîşankirin û li Stenbol, Edene, Hatay û deverên din mîna koleyan têne xebitandin. Min hewl da ji gelê xwe re vebêjim ku berpirsyarê van nebaşiyan hemûyan mêtingerên tirk û xayinên kurd ên xulamên wan in.
Belê me windahiyên giran dan. Hîn jî em didin. Lê belê ne artêşa tirk, ne xayinên wan ne jî mezinên wan empeyralîst wê nikaribin PKK’ê biqedînin, wê nikaribin ruhê berxwedanê yê gelê me têk bibin, têkoşîna azadî û serxwebûnê wê bi pêşengiya PKK’ê teqez bi ser bikeve. Mîna gelek hevrêyên xwe ez jî li zindanên mêtingeriyê, li dadgehên wan dilsozê doza bilind a gelê xwe û PKK’ê mam, bi pîvanên wê ve girêdayî bûm û ez ê vê helwesta xwe dewam bikim.”