Çi bûbû wê şevê bûbû. Dema ku ciwanên bi şalûşepik û lewendî li eywana mala Emerê Ferho di şevbuhêrê de bûn, çavê Seydoyê Şimo bi wê şoxûşengê ketibû. Tê bê qey heyva çardeşevî bû, erd û esman li xwe hewandibû.
Şevbûhêrk li ber wê bedewiyê heybetek din dabû Seydo. Seydo dema li nava ciwanan bû, çavê wî bi Leylanê ketibû, hema bi çav pêketinê; tîr û riman xwe li dilê wî dabûn. Seydo sermest û serxweş kiribû. Zewala Seydo ne li erd ne li esman hatibû. Wî cara ewil ewqas jinek bedew û serhev kamilî dîtibû. Tew dilê wî bi qefesa singê re şer dikir û derkeve. Mîna dihola zirnecî gupe gupa wê bû.
Kesê ha ji vê hal û wezê Seydo nebû. Seydo bûbû neynika Leylanê. Çavê wî li ser Leylanê venedibû. Mîna siya wê li dû bû.
Seydo yê ku vê jinê nasnake, dixwaze binase. Di şeveke wiha de çawa xwe bigihîne Leylanê. Li dorî xwe dinêre û dipirse ji civatê, civat jî kes nasnake. Tu nabê qey hemû bala civata ciwanan li ser Leylanê ye. Her kes ji bo Leylanê bûye mest. Xwesteka Seydoyê Şimo ya ji Leylanê ji hemû civata ciwanan cudatire. Carekê tîr û rimên evînê dilê wî derkiribû û kiribû birîn. Hecama wî ne li erd tê ne li esman. Tebat pê nayê. Tê bê qey gêrikan daye laşê wî.
Seydoyê Şimo jî, ji binemala dengbêjên Eliyê Şimoyê Teter ê taxa Tezcaniyan e. Demê xwe Tezcanî ji çend malbat bûn ji ber reşeroma leşkerê Romê ji Ermenistanê koçî herêmê kiribûn. Tezcanî berê gund bû, piştre bi mezinbûna herêmê bûbû yek ji taxê Elegana Tehsoyê Sîmo. Vêca wê şevê li mala Emerê Ferho ku mîrê dengbêjê herêmê bû, şevbûhêrkek di nava ciwanên herêmê û dîsa pîrên dengbêj de lidar xistibû ku vê kevneşopiyê bigihîne nifşên nû.
Leylan jî keça Ezoyê Tero yê ji binemala Leylana Hedo bûn, bûbûn mêhvanê Emerê Ferho. Bavê Leylanê jî yek ji dengbêj û naskiriyê herêma xwe bû ku ji Leylana Jorî hatibûn ku 60 kêlometre dûrî Elegana Tehsoyê Simo bû.
Di wê şevê de Seydo Leylan dîtibû û ketibû dilê. Leylan çi Leylan e. Tê bê qey xudêtiala ji hemû bedewiya li ser rûyê erêd, li ser rûxsarê wê niqandiye. Seydo heqe ne dilek, sed dilî bide Leylanê.
Her çû dengê dengbêja li eywanê olan da û ser taxê diket. Hemû Eleganê wê şevê guh dida dengê dengbêjên ciwan û pîrên dengbêjan. Wê şevê dil û hest têr bûbûn ji dengê dengbêjan. Geh çîrok û geh jî bi dengbêjî civata haziran mest dibû. Wê şevê ne tenê yên hatibûn ezimandin û Elegana Tehsoyê Simo dil û hestê Seydo jî mestir bûbû.
Heta direngî şevê ew rewş wisa dom kiribû. Lê hê jî seydo ti salox û agahiyek ji Leylanê negirtibû kê ye çiye, ji kû hatiye û çi minasebetê li wir e. Ew bibû jêre derd û diviya bû çi bibe, binase.
Piştî şevbûhêrkê, çendî pirs dike kes pê nizane. Heta sibehê ji gelek dengbêj û kesên li şevbûhêrkê amade dipirse kes nizane Leylanê kiye.
Tu nabêje, bavê Leylanê Ezoyê Tero û Emerê Ferho ciwantî hev dinasin û ehbabiyek xurt a wan hebûye û li gelek çeperan û şevreşkan li dijî leşkerê romê bi hev re şer kiriye, ji gelek xefik û davên dijminan filitîne. Ji bo wê mêhvanê taybet ê Emerê Ferho bû ku salên dirêj bû hev nedîtibûn. Wê şevê bi saya wê şevbûhêrkê Emerê Ferho ew ezimandibû. Ezoyê Ferho jî keça xwe Leylanê ku kêliyekê ji xwe dûr nake, li gel xwe anîbû.
Seydoyê reben jî piştî şevbûhêrkê li vê kolanê li wê civatê dipirse û dikale. Heta xwe digihîne agahiyekê ku Leylanê ji Leylana Jorî ku keça Ezoyê Tero ye. Piştî vê dizane, mîna avek bi agir kiribe, dilê wî hinkê hênik bibû.
Êdî seydo saloxek ji Leylanê girtibû û ya divê bide dû, yan jî ji wê êş û janê, bibe sewdalî û bistire heta hetayê. Seydo jî dibe tîne, bê ka çawa bike û çawa bikeve ser rê û biçe Leylanê. Herî dawî li gel du hevalên xwe yên dengbêj bi niyeta ku biçin gereke derveyî Tezcanê çelteyên xwe dagirtibû û ketibûn ser rê.
Di wê meşa du sê rojan a bi pirs û pirsyaran de xwe digihîne Leylanê. Leylan dikeve pesarên Xirbeyê Sto ku demê reşeromayê de Stiya Remoyê Xirbo ji bo nekeve destê leşkerê romê, xwe kuştibû. Pesareke şînkahî û hinek lat û zinarên biçûk û têra xwe jî erdê rast ê avaniyê hebû. Li wî pesarî Leylan hatibû avakirin.
Seydo û hevalê xwe ketibûn gund û bi pirsyaran xwestibû xwe bigihînin mala Ezyo Tero, qaşo xwe mêhvan bidin nasîn heta xwe digihînin wir. Ji xwe gund hemû mêhvanperwer bû, lê niyeta Seydo cuda bû ku Leylanê bibîne.
Ev yek direng neket, ji xwe Ezoyê Tero naskiriyê gund bû û zû bi malê ketin. Bi silavê hatin ezimandin û çûn ketin malê.
Ezoyê Tero ew bi kêfxweşî pêşwazî kiribû û piştî wê ezimandibû hundirê malê, keça wî Leylanê bi tepsiya avê ve dabû derî. Çi bikeve derî ne perî û ne horî ye. Xudê heybet û rûyek dabû ser Seydo ji dest ji dest û lingan, ji ziman kiribû. Bi rûxweşî wan pêşwazî kiribû û avê pêşkêşî wan dike.
Piştî ava xwe vedixwin û Ezoyê Tero wan dide ber pirsan ji kûderê hatine, xêre çima ketina ser vê rêyê. Pirs û pirsyarên rêwîtiya wan pirsîbû. Seydoyê Şimo jî dibêje ku ew ji Tezcanê ne û karê dengbêjî dikin. Ew digerin ku stran û serpêhatiyên heyî bizanin û bistirin.
Ev yekê Ezoyê Tero kişandibû xwe. Ji ber ku gelek serpêhatî û çîrokên egîdî û mêrxwaziyê bi serê wan hatibû û hemû jî bi dengbêjî û stranan mabû. Ev helwesta wan ciwanan jî ew gavek din nêzîkî xwe kiribû, tirs û gumana ku ziyanê ji van çêbibe hemû avêtibû rexê.
Li ser vê yekê Ezo dest bi çîroka xwe û nasîna bi Emerê Ferho re kiribû û şevekê çawa dikeve kemînê û distrê.
Şevê şev dirêj û gran e
Zalimê leşkerê reşeromê avêtiye ser mal û kuçan e
Ne li zaro û jin û pîra dibore, bi tifeng û singuyan e
Çi mêrbaş û ciwan hene, hemû serî lêdan avêtin bin tankan e
Reva feqîr û fuqara li sirgûn û waran e
Zarê Tero û Ferho du ciwanên nû gihan e
Ketine çeper bi şeşxan û çiftan e
Xudê şahide çi hate serê wan e,
Li ber dar, kevir û hêl û nihalan e
Wan sond û qesem xwarine, heta yek maye serî ji şeşxan û çiftê ne de hilan e
Xwînê bike çobar bistîne heyfa zarê zikê dayikan e,
Tolê kezî û biskê sitî û xatûna vede li erd û esman e….
Dema Ezoyê Tero vê digot, te digot qey wê kêliyê dijiyabû, hema direcifî û destê wî dihejiya. Mîna ku dest û canê wî ew kêlî bi eynî rengî dihate serê wî.
Ew cara yekê bû ku Ezoyê Tero vê yekê ji mêhvaneke biyanî re dibêje, berî çend carî ji Leylanê re gotibû, lê ev yek hinek din zêdetir kelecanî kiribû. Ji ber ku hem ewê ev yek ji bo nifşên nû bihata gihandin û hem jî wê bibûna yek ji çîrokên ji dîroka wan.
Her çû sohbet germ bû û Leylanê çayek germ ku dilê hemûyan germ bike, anîbû danîbû ber wan. Bi wî rengî hem Ezoyê Tero ew nas kirin û hem jî li civatê germ bûn.
Ev civat hem ji bo Seydo bibû fersenda ku bikare careke din vegere deriyê Leylanê û wê bibîne. Her çendî Ezoyê Tero Leylanê jî fêrî dengbêjî kiribe jî lê ji derveyî civaka bavê xwe li ti derê dengbêjî nedistira. Ji bo wê ev yek hêla ku hinek din Leylanê li civata biyanî jî bikare bisteh bibe û bikare bikeve nava civatê.
Seydo jî hem bi dengê xwe û hem jî bi mêrbaşiya xwe li ser xwe bû. Mirov nikare bêje ev yek bala Leylanê nekişandibû. Ji dizî ve jî be, çav bi çavan ketibûn.
Êdî deriyê dilan vekirî bû. Hem ji bo Leylanê û hem jî ji bo Seydo…