Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir hatin bîranîn

Siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku li Silopiyayê hatibûn qetilkirin, di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Silopiyayê hatin bîranîn

Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiya ya Şirnexê di dema berxwedana xwerêveberiyan de dema dixwestin derbasî taxeke din bibin hatin qetilkirin. Di 4’emîn salvegera qetilkirinê de her sê jinên siyasetmedar hatin bibîranîn. Bi vê boneyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyayê merasîmeke bîranînê pêk anî.

Dayikên Fatma Uyar û Pakîze Nayir, parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş û gelek kes di merasîma bîranînê de amade bûn. Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo azadiya xwe dest bide hev û têbikoşe. Demîr wiha domand: “Di vê sala nû de kurd dê bi ser bikevin. Dê gelê kurd azad bibe. Azadî dê bi hêza jinê pêk were. Yên ku mirovan dikujin divê tavilê ji van kiryarên xwe vegerin. Em dixwazin edalet, aramî û aştî bê vê xakê. Em naxwazin kes bimirin, em aştiyê dixwazin. Dayik hemû ji bo aştiyê divê têbikoşin.”

‘Gotinê têrê nake ku em her sê hevalên xwe vebêjin’

Di merasîmê de parlamenter Ebrû Gunay jî axivî û ev tişt anî ziman: “Komkujiya li Silopiyayê, berdewamiya kuştina sê siyasetmedarên kurd ên di 9’ê çileya 2013’yan de li Parîsê ye. Dewlet li her deverê jinên azad dikujin. Gotin têrê nake ku em her sê hevalên xwe vebêjin. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar