Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Seven: Desthilatdarî hilweşiya ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku AKP û MHP’ê di warê ekonomîk, siyasî, dîplomatîk de têk çûye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku serokkomarê tirk Erdogan ê AKP’yî bi awayekî ‘qaçax’ dikeve hilbijartinê û got “Li hemberî me kesekî herî rezîl heye ku ev kesekî derewîn, diz e û tu pîvanên wî yên exlaqî nemaye. Kesekî wisa ji bo egoya xwe dikare her tiştî bike. Çawa ku xiyanet li kevneşopiya ‘Mîllî Goruş’ê kir, ew dikare îxanetê li hemî nirxên ku pê bawer dike jî bike.” Seven bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê gulanê û got “Divê hemû derdorên demokratîk bibin xwedî helwesteke ku rê li ber her cure yekîtî, tifaq û hevgirtinê vedike.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven der barê hilbijartina ku di 14’ê gulanê de pêk bê û rewşa AKP’ê nirxand.

Nedîm Seven bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Ez beriya her tiştî tecrîda li ser Rêber Apo û komploya navneteweyî şermezar dikim. Ev pergala îşkenceya Îmraliyê ku ketiye sala xwe ya 25’an, bi rastî veguherî qada berxwedan û têkoşînê. Bi vê wesîleyê ez berxwedana Rêber Apo, giraniya wî ya mezin û hêza wî ya pêkanîna di vê mijarê de silav dikim. Dîsa bi vê munasebetê ez çalakiyên fedaî yên şoreşger ku bi pêşengiya heval Halît Oral de li ser esasê ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêk hat de û li dora Rêbertî bûn yek silav dikim û hemû şehîdên me bi bîr tînim. Dixwazim diyar bikim ku rastiya Rêber Apo ya fikir, bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û têkoşînê çavkaniya bingehîn a jiyana me ye û sedema têkoşîna me ye.

Rêber Apo planan têk bir

Weke ku hûn jî dizanin, di cîhanê de mînaka vê pergalê tune. Ev sîstem bi komployeke mezin derket holê. Hêzên navneteweyî pergala îşkenceya Îmraliyê bi awayekî pir plankirî û bi rêxistin kirin. Armanca sereke ew bû ku di demek pir kin de Rêbertî ji holê rakin. Ev têk çû. Helwesta Rêbertiyê, xwedîderketina mezin a gelê me û çalakiyên fedaî yên gerîla ku xwedî li Rêber Apo derket, nehişt ku ev komplo bi ser bikeve. Îmralî sîstemeke qirkirinê ye. Dewleta tirk û nûnerên wê li vir tenê rola cerdevaniyê dilîzin. Wek hûn jî dizanin di vê mijarê de gelek nirxandinên Rêber Apo hene. Îmraliyê wek proto Guantanamo diyar dike.

Îro jî tecrîd bi awayên cuda didome. Bi taybetî rejîma faşîst a AKP’ê ku 24 sal in Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe û rejîma dagirker a faşîst a ji sala 2015’an û vir ve ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve hatiye avakirin, tecrîda li ser Rêber Apo bi awayekî sîstematîk girantir kirine. Bi taybetî ev du sal in bi Rêbertî re ne di warê hiqûqî de û ne jî di aliyê siyasî de ti têkilî çênebûye. Ev rewş hem ji bo Tevgera me, hem jî ji bo gelê me û hem jî ji bo dostên me rewşeke cidî ye. Ev tecrîd bi tu qanûnan nayê îzahkirin. Bêguman em tevgereke Rêbertî ne. Kevneşopiya têkoşînê ya mezin û rastiya me heye.”

Eniya şer a herî mezin li Îmraliyê ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir y ku pergala êşkenceya Îmraliyê diafirîne, pêşengiyê dike, diparêze û çavdêriya wê dike, rastiya rêveberiya Ewropayê ye û got “Li ser navê Ewropayê, wezîfeya çavdêriya heyeta CPT’ê heye. Hat ragihandin ku beriya 6 mehan ji aliyê vê heyetê ve serdana Îmraliyê hatiye kirin. Zehmet e ku meriv bi tevahî fêm bike ev serdan di kîjan astê de pêk hat. Di vî warî de CPT’ê daxuyaniyeke xurt neda. Di rapora xwe ya dawîn de nirxandinên wekî ‘Em çûn serdana Îmraliyê’ hate kirin. Rewşa tenduristiya Rêber Apo çawa ye? Şert çi ne? Pêdiviyên wî yên jiyanê di kîjan astê de ne? Di van mijaran de çi diqewime? Agahiya tu kesî ji van tiştan tune. Ji ber vê yekê polîtîkaya tecrîda girankirî ya pir bi zanebûn tê meşandin.

Bi taybet ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve Rêber Apo di bin tecrîda rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Bi tecrîda li ser Rêbertî re şerekî mezin hate destpêkirin. Wan Îmralî weke eniya şer a herî mezin hilbijart. Rêber Apo di sala 25’an de jî weke her carê bi îrade û helwesteke berxwedanê ya bêhempa ya li cîhanê, berxwedaneke pir mezin nîşan da û di çarçoveya xeta neteweya demokratîk de nirxên mezin anî ji demokrasî, sosyalîzm û mirovahiyê re. Bê şik tişta ku me dixe nav fikaran ev e ku, em derbarê tendirustiya Rêber Apo tiştekî nizanin û bi tu awayî tu têkilî pê re nehatiye dayîn. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê û hêzên navneteweyî, wekî ku di rapora CPT’ê de tê dîtin bi awayekî sist nêzî vê rewşê dibi. Ne gelê me û ne jî dostên me vî tiştî qebûl dikin.

Şîara sereke ya Newrozê ‘Bijî Serok Apo’ bû

Tevgera me ji destpêka pêvajoya komploya navneteweyî ve, xwedî li Rêbertî derket, bertekên pir tund nîşan da û berxwedanên mezin meşand. Pêngava ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ji aliyê rêveberiya me ve hatiye destpêkirin dikeve sala xwe ya 3’yemîn. Bi taybet di 8’ê Adarê û Newroza 2023’an de gelê me û dostên me ala têkoşînê li qadên Kurdistan û gelek deverên cîhanê bilind kirin. Di vê Newrozê de şîara sereke ‘Bijî Serok Apo’ bû. Li dora vê şîarê gelê me û dostên me di Newrozê de bi îradeya rast xwedî li Rêber Apo derketin. Divê her qad veguhere pozîsyona berxwedanê û ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di zûtirîn demê de pêk were. Çi pêwîst be divê bê kirin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven anî ziman ku, Newroz bi coşeke mezin, hevgirtina şoreşgerî, tilîliyên azadiyê û hilgirtina ala neteweya demokratîk di asta gerdûnî de hat pîrozkirin û wiha got, “Ez gelê me û dostên me yên di Newrozê de cih girtine, di serî de ciwan û jinên ku di vê mijarê de pêşengtî kirine pîroz dikim. Gelê me peyamên dîrokî da dost, dijmin û hemû civaka navneteweyî.

Li hemû qadên Newrozê, bi taybetî jî li Wan, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Stenbol, Amed û gelek navendên din bi helwesteke xurt xwedîderketin çêbû. Bi van tevlîbûnan qadên Newrozê bi tevlîbûneke dîrokî veguherî qadên ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî diqîrin. Em hemû kesên rol lîstine silav dikin. Newroz bû Newroza Rêber Apo. Bi taybetî di demekê de ku êşa karesata erdhejê ku 6’ê sibatê bandor li Kurdistan, Tirkiye û gelek bajarên Sûriyeyê kir hê teze ye, rastiya xwedîderketina Newrozê xwedî wateyek dîrokî ye. Di vê çarçoveyê de gelê me yê xwedî kevneşopiya şoreşgerî li Nisêbîn, Cizîr, Hezex, Sûr, Gever, Şirnex û li hemû bajarên ku xwerêveberî lê hatibû îlan kirin ku dijmin gotibû me wan li wir qedandiye, bi coşek mezin xwedî li têkoşîn, Rêbertî û Newrozê derketin. Ji bo her kesê ku têdigêje peyamek zelal hate dayîn. Ji ber vê yekê, helwesta li ser vê mijarê, bêguman wê hem di siyaseta neteweyî û hem jî ya navneteweyî de derkeve holê.”

Helwesta hilbijartinê di Newrozê de diyar bû

Seven bi bîr xist ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê heye û wiha dewam kir,”Gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurd, welatparêzên têkoşer, hevrêyên demokrat û şoreşger bi awayekî zelal helwesta xwe nîşan dan. Em gelê Newrozê ne, ku li dora Rêber Apo bûne yek. Gelê me eşkere kir ku ew ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên lidarxistin de vê helwestê nîşan bidin. Di Newrozê de helwesta ku em alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî, hevgirtina gelan, temsîla edaleta rast û nirxên mirovahiyê yên gerdûnî ne, hate nîşandan. Bi piranî li bajarên ku îlanên xwerêveberiyê lê dihatin kirin ev derkete holê. Bi vî awayî divê hûn wê bibînin. Bê şik ev helwest wê di hilbijartinan de jî derkeve holê. Lê helwesta eniya tifaqê ya ku gelê Kurd û dostên wan, hemû sosyalîst, demokrat û azadîxwaz digihîne hev, wê di hilbijartinan de jî derkeve holê. Helwesta Newrozê ya ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê bên kirin ev e. Helwesta Newrozê wê azadî, edalet, jiyana hevbeş, aştî û berxwedanên mezin bîne.”

Seven anî ziman ku, Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 2023’yan de dikeve sala xwe ya 100’emîn û got ku ev pêvajo wê di Tîrmehê de temam bibe. Seven destnîşan kir ku di pêvajoyeke wiha de li Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartin tê kirin û wiha domand, “Ev pêvajoya hilbijartinê li ser esasê berdewamkirina vê desthilatdariya faşîst bi komplo, entrîka û lîstikên curbecur ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê xwestin ku bi dawî bibe. Eger ev komplo û fêlbaziyên ku berdewamiya lîstikên Osmaniyan in, bên astengkirin, bêguman di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wê hêzên demokrasiyê bi ser bikevin. Plansaziya bingehîn a rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ew e ku xeyalên Osmanîtiyê di salvegera 100’emîn a Lozanê de pêk bîne. Li gorî xwe, bi nûkirina Lozanê, herêmên di nav sînorên Mîsak-i Millî de, ku serweriya Osmanî tê de bû, ji nû ve xistin nav sînorên Komara Tirkiyê. Armanca sereke ya ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji Civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Tirk di Cotmeha 2014’an de pêk anî û plana komkujiyê ya bi navê ‘Plana Hilweşînê’ hat amadekirin, ev e. Li ser vê bingehê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de vê desthilatdariya faşîst bi êrîşa hewayî ya bi gotina wan “400 sefer” dest bi şer kir û piştre jî ev êrîşên hewayî li her derê kurdistan dewam kirin. Ev êrîş heta îro jî berdewam dikin.

PKK’ê xeyalên wan pûç kir

Rejîma faşîst a dagirker AKP-MHP’ê ya ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe, ji bo polîtîkayên xwe yên mêtîngerîiyê bimeşîne, yekane argumana ku di dest de maye şer hembêz dike. Tevgera me bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya sîstema KCK’ê de li dijî vî şerî berxwedaneke berfireh nîşan da. Di pêşengiya PKK û PAJK’ê de ev planên dagirkeriyê, bi sekneke mezin a şoreşgerî û berxwedanê, li Şengal, Mexmûr û Rojava, hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê hatine vala derxistin. Bi berxwedanên pir girîng ji parastina herêmên Bradost bigirin heta Xakûrkê, Heftenîn, Zap-Metîna-Avaşîn berxwedana Garê heta berxwedana li dijî dagirkeriya Efrîn, Girê Spî, SerêKaniyê; berxwedana gerîla ya li qadên me yên di nava sînorên Bakurê Kurdistanê û li gelek deverên din de ev planên AKP-MHP’ê bi giranî hatin pûç kirin. Ji ber vê yekê berxwedana PKK’ê xeyalên Mîsak-î Millî ya vê rejîma faşîst bi dayîna berdêlên mezin pûç kir.”

Hilbijartin amûrek e

Seven da zanîn ku bi peymana Lozanê re Kurdistan bi awayekî fermî di navbera çar dewletên dagirker (Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiye) de hat parvekirin û Kurdistan ji îstismarkirina van dewletên dagirker re ma û wiha dirêjî dom kir, “Polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan li ser vê esasê xistine çarçoveya qanûnî. Em bi çandeke mezin a berxwedanê ya ku vê çarçoveya qanûnî dişkîne dikevin sedsaleke nû. Faşîzma AKP-MHP’ê ‘faşîzma kesk’ bi cih dike û ji Ataturkperestiyê jî girantir li ser bingeha tifaqa faşîzma reş û kes dixwaze di sedsala nû de rastiya Lozanê bi rengê herî giran li ser gelan, çandan û komên etnîkî hemûyan ferz bike. Ev zîhniyet di navbera salên 1915-1918’an de li dijî gelên Ermenî û Suryanî komkujiyên mezin pêk anîn û gel neçarî koçberiyê kirin. Hindikahiyên cihêreng înkar kir û îzole kir. Armanca wan ew bû ku kurdan bi temamî bê nasname bikin û bikin Tirk. Di çarçoveya polîtîkaya Pan-Tirkîzmê de ji bo Tirkkirina bi temamî ya komên cuda yên etnîkî û cuda, makezagonek hate avakirin. Li dijî rastiya vê sedsalê, berxwedana gelan, sosyalîset û şoreşgeran her tim hebûye. Divê ev berxwedan di sedsala nû de ji bo gelan û hêzên demokrasiyê encamekê derbixe. Divê ev hewldan di asta herî jor de bên girtin. Hilbijartin di heman demê de amûrek têkoşîna ji bo pozîsyonên xurt in. Ev rastiyek e ku; Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hilbijartinê re bi temamî nayê tinekirin. Lê belê di rojên pêş de pêkane ku hilbijartin bi taktîk û stratejiyeke rast a ku pêşdîtina siyaseta rewa jî dike, bi tifaqên guncaw û helwesteke biryardar bê bikaranîn û hebûna AKP-MHP’ê di çarçoveya hiqûqî ya alîgirê gelan de bi temamî bê qedandin.”

Di dema xwe ya herî qels de ne

Seven diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê li hemberî berxwedana mezin a îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê PKK’ê têk çûye û got, “Di dema xwe ya herî qels de ye. Ji aliyê aborî, siyasî û dîplomatîk ve têk çûye, di warê îdeolojîk de ketiye rewşeke ne diyar û bûye dewleteke çete ya mafya. Koma Erdogan-Bahçelî veguheriye toreke berjewendiyên navneteweyî. Divê di vê hilbijartinê de di çarçoveya qanûnî de dawî li vana were anîn. Hilbijartinên 14’ê Gulanê di vî warî de girîng in. Divê hemû derdorên demokratîk bibin xwedî helwesteke ku rê li ber her cure yekîtî, tifaq û hevgirtinê vedike. Jixwe tifaq di asteke mezin de zelal bûne. Li aliyekî tifaqa kontra, çete û mafyayan a AKP, MHP, Hudaparê. Li aliyekî Tifaqa Ked û Azadiyê ya şoreşger, demokratîk û sosyalîst û li aliyê din jî Tifaqa Millet a ku restorasyonîst e ya ku hê jî polîtîkaya rast nikare bimeşîne. Hêzên hilbijartinê li dora van sê blokan diyar bûye.

Partiya Çep a Kesk

Faşîzma AKP-MHP’ê baş dizane, li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tu hêzeke faşîst nikare bisekine. Ne ev têkoşîn dikare were têkbirin û ne jî dikarin gerîla were tunekirin. Dixwestin vî tiştî bikin: li qada siyaseta demokratîk, Kurdan, Elewiyan û hemû kesên tune hatine hesibandin ji vê qada têkoşînê ji holê rakin. Bi planan re xwestin di hilbijartinan de jî Kurdan û hêzên demokrasiyê têxin feqê. Ji ber vê doza girtina HDP’ê û hilbijartina giştî anîn heman deman.  Kurd, demokrat û hêzên sosyalîst ên xwedî kevneşopiya têkoşînê ev tişt dîtin û ev koma faşîst pûç kirin. Helwesteke ku nûnertiya hemû gelan dike, bi perspektîfeke ku alternatîfeke rasteqîn e, li vir tifaqeke şoreşger, demokrat, kedkar û azadîxwaz hate avakirin û di çarçoveya qanûnî de ku xwe weke Partiya Çep a Kesk îfade dike, pêk anî. Di beyannameyên hilbijartinê yên hatine weşandin de jî ev yek bi zelalî tê dîtin. Em vê pêvajoyê bi baldarî temaşe dikin. Rêveberiya me di vî warî de daxuyaniyên pêwîst kir û ji bo hemû derdorên demokratîk di vê mijarê de bi ser bikevin, tişta ku ji destê wê tê kir. Ji ber felaketa erdheja 6’ê Sibatê tevgera me ragihand ku ji ber berpirsyariya exlaqî, wijdanî û mirovî biryara bêçalaktiyê girtiye. Heta hilbijartin bi dawî bibe wê ev biryara Konseya Rêveber a KCK’ê bidome. Potansiyela wê heye ku bigihîje serkeftin û hêzeke cidî. Me ev yek di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de dît. Zêdetirî 80 wekîl şandin meclîsê, lê rejîma faşîst a AKP’ê polîtîkaya darbeya nû xist meriyetê, hilbijartin dubare kir, di mîtîngên HDP’ê de bombe teqandin û Tirkiye ber bi hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an ve bir.

Wê serî li her cure metodê bidin

Demeke kin ma ji hilbijartinê re. Ew ê serî li her cûre metodên qirêj ên bêexlaq bide da ku encam li gorî berjewendiya wan be. Rastiya vê girseya faşîst hem di rastiya Tirkiyeyê de hem jî di aliyê hêzên navneteweyî de bi hemû zelaliya xwe derketiye holê. Weke ku tê xuyakirin ku serkeftina li ser sindoqan hema hema ne mumkun e lê faşîzma AKP û MHP’ê di warê metodên li dijî exlaq û dek û dolaban de bûye pispor. Divê gelê me û hêzên demokrasiyê di vî warî de hişyar bin û her cure tevdîrê bistînin. Li hemberî me kesekî herî rezîl heye ku ev kesekî derewîn, diz e û tu pîvanên wî yên exlaqî nemaye. Kesekî wisa ji bo egoya xwe dikare her tiştî bike. Çawa ku xiyanet li kevneşopiya ‘Mîllî Goruş’ê kir, ew dikare îxanetê li hemî nirxên ku pê bawer dike jî bike.

Seven bal kişand ser tifaqa AKP û Hudaparê û got “Ez tifaqa AKP’ê ya bi Huda Parê re ji bo eşkerekirina rûyê wê yê rast erênî dibînim. Huda Par hêzeke kontra ye. Kurd wan baş nas dikin. Ev kontra di salên 1990’î de ji aliyê dewleta kûr û hikûmetê ve bi her cure destek hatiye organîzekirin. Ev pêkhateya çeteyan a ku xwîna bi hezaran gelê me rijand, ji bo li dijî PKK’ê û Kurdan şer bike hatiye avakirin. Kurd ji vê tora kuştinê re dibêjin Hizbulkontra. Ev rêxistina kontra bi rastî jî DAIŞ e, rastiyeke JÎTEM’ê ye. Hemû qatilên JÎTEM’ê yên salên 1990’î bi tevahî ji vê avadaniya Hizbulkontra pêk dihat.

Dema ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer dikirin, derket holê ku DAIŞ rasterast AKP ye. Ji ber vê jî divê ne ecêb be ku AKP bi van pêkhateyan re tifaq çêkir. Rejîma faşîst a ku ji niha ve di her wateyî de xira dibe, wê bi vê tifaqê li ber çavê gelan û hemû derdorên mirovahî bêtir bibe tiştekî ne tişt. Rewşeke din jî ew e ku Huda Par hewl dide ku qadeke qanûnî çêbike. Ji bo vê jî her cure derfetên aborî û siyasî tên dayîn. Di siberojê de, dibe ku ev rewş pir xeternak bibe. Ger bloka faşîst a AKP-MHP’ê di vê hilbijartinê de encama ku tê xwestin bi dest nexe, wê li Kurdistanê û li cihên din çekan bide wan û li dijî têkoşîna şoreşgerî û Kurdan bike. Divê bi vî awayî were şîrovekirin û li her derê were nîşandan. Ev yek ji Kurdan re hatiye eşkerekirin. Ev tabloya AKP-MHP’ê çiqas zehmet e. Wêneyên Yeşîl (Mahmut Yildirim) û Torosê spî yên di maça Amadspor-Bursasporê de hatin eşkerekirin û helwesta Bahçelî û pîrozkirina van êrîşan diyar kir ku ev bûyer çawa êrîş û gefeke organîze bû. Divê hemû derdor vê yekê bizanibin, bibînin û li gorî wê tevbigerin. Ev zîhniyet tu cudahiyê nas nake û hewl dide tine bike. Ji bo vê jî divê hemû beş li hemberî vê hişyar bin û têkoşîneke xurt bimeşînin. Dibe ku ev avadanî piştî hilbijartinê xeternak bibe. Dikarin Huda-Parê bikin Hamasa Kurdan.”

Seven diyar kir ku rejîma AKP’ê di encama erdhejê de bi hilbijartinê hatibû û got “Niha jî di 6’ê Sibatê de erdhej û felaketeke mezin çêbû. Berpirsiyariya vê ya siyasî heye, bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û bi milyonan mirov jî ji ber van polîtîkayan bê mal mane û mexdûr bûne. Faşîzma AKP-MHP’ê di bin vê xirbeyê de ma. Pêdivî ye ku ev hilbijartin wekî fersend were kirin. Bi erdhejan hatin, wê bi erdhejan biçin. Ev dikare bibe fersendeke qanûnî. Hilbijartin amûrek e, rêbazek e. Yên ku dibêjin em alîgirê azadî, heq, hiqûq û edaletê ne, dibêjin em hawirdorparêz in, dibêjin demokrat in, dibêjin azadîxwazê ​​zayendê ne, bi kurtasî yên ku maf û mafên gelan diparêzin, divê li ser sindoqan dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.”

Seknek bi îrade û rast karkirin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven da xuyakirin ku divê helwesta bê girtin, bibe hilbijartineke ku dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bîne û wiha got, “Bê guman, ji bo vê kar hewce dike. Ne tenê bi rêyên medyayê civakî, bi yek-du telefon û yek-du daxuyaniyên çapemeniyê. Divê hr kes şev û rojê xwe bide vê xebatê. Divê derî bi derî xebat bên kirin. Weke ku tê zanîn gelê Kurdistanê ew gele ku qedir û qîmetê dide, ji ber wê jî divê karekî ku rasterast têkelî wan bike bê kirin. Ew hêza medyayê pir bi kar tînin, ew teknîka dîjîtal bikar tînin, ew medyaya civakî pir bi kar tînin. Û li her derê ew ji bo komên muxalefetê her tiştî dixin xeterê. Ji bo wî helwesteke îdeolojîk e ku van rewşên dezavantajê vediguherîne avantaj, helwesteke dilxwaz û xebateke rast divê. Ji bo vê jî xebat û xebat tiştek din nîne. Ji ber vê yekê divê derî bi derî bê gerandin, ji biçûk heta mezin her kesê xwedî mafê dengdanê ye bê îqnakirin. Li qadan, kuçeyan, qehwexaneyan, malan, baxçeyan, çiya, gund û deştan ji şivanek bigirin heta bazirgan, burokrat, rewşenbîr û hemû beşên civakê beyannameyê hilbijartinê divê baş bidin fêmkirin. Ji bo vê divê hûn bi şev û roj bixebitin. Ger hewce bike dê tawîz bidin xebatên xwe yên takekesî û fedekar bin. Ew dilsozî, îrade û ked dixwaze. Ji bo vê jî bêyî ku gavekê paşde bavêjin divê li ser hedefê bisekinin. Eger bi rastî jê re dibêjin sindoq, pêwîst e hebûna AKP-MHP û Hizbulkontra di sindoqan de binax bikin. Rêbaz ev e. Em ji vê bawer dikin.”

Provakasyon û pêşî lê girtin

Nedîm Seven biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman, “Divê ev helwest bê silavkirin. Raya giştî ya Tirkiyeyê qet qala vê yekê nake. Ji ber erdhejê biryara bêçalakîtiyê ya KCK’ê helwesteke mirovahî, wijdanî û exlaqî bû. Niha jî di warê asankirina hilbijartinan û pêşîgirtina li provokasyonan de bang hate kirin ku heta piştî hilbijartinan bidome. Tevgera me, aliyê me ji bo pêşîgirtina li her cure provokasyonekê helwest girtiye. Îhtîmala provokasyonan ji niha û pê ve ji bo me sifir bûye. Dewleta ku wê her cure provokasyonan, meylên faşîzan û zextan, her cure entrîka û komployan pêş bixîne, wê hêzên faşîst ên AKP-MHP’ê bin ku li ser navê Komara Tirkiyeyê tevdigerin. Li ku derê rewşek nebaş çêbibe, divê ew berpirsiyar bên dîtin. Divê hemû raya giştî jî vê wisa bizanibe. Tevgera me hem ji aliyê mirovî û hem jî ji aliyê exlaqî ve helwêsteke ku pêvajoya hilbijartinê hêsan dike girtiye. Hêzên demokrasiyê divê nekevin xefletê, hişyar bin. Li ser vê bingehê ez dixwazim balê bikînim ser wê yekê ku divê hemû gelê me bi rêbaz û şêwaza ku ji aliyê çanda ku demokrasiyê hembêz dike ve hatiye diyarkirin, partiya xwe hembêz bike.

Berxwedana bi heybet a ku di vê Newrozê de bi pêşengiya ciwan û jinan pêş ket, ev berxwedana ku azadiya Rêbertî diqîre, wê bi helwesta xwe weke hêzeke potansiyeleke mezin di sindoqên ku jê re çarçoveya qanûnî tê gotin, xwe nîşan bide. Li ser vê bingehê wê polîtîkaya neoosmanîzma AKP-MHP’ê were pûçkirin. Siyaseta nû ya Osmaniyan û xeyalên Mîsak-î Milî û planên dagirkeriyê wê neyên cih. Pêşiya wê bi giranî hatiye girtin. Ev hilbijartin jî wê bibe wesîleya vê yekê. Li ser vê bingehê banga me li gelê me û her kesê ku di demokrasiye de hesas e li ser vê esasê ye. Pêwîst e bi ruhê Newrozê di qada siyasetê de çarçoveya hiqûqî ya ku demokrasî pêşdîtin dike bê hembêzkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar