Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, hevkariya di navbera Sudanî-PDK û dewleta tirk de û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandinên girîng kir. Seven diyar kir ku dîroka Barzaniyan bi xiyanetê tijî ye û got: “Ji 7’ê heta 70 salî her kes dizane li ser bingehê xiyaneta malbata Barzanî, li Kurdistanê xiyanet heye. Divê her kes helwest nîşan bide.”
Nirxandinên Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven bi vî rengî ne:
“Destpêkê ez têkoşîna ku Rêber Apo 52 sal in bi rengekî bênavber didomîne, silav dikim û hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Zihniyeta qirker di encama komployeke navneteweyî de Rêbertî girt. Rêbertî 26 sal in dîlgirtî ye û rû bi rûyê her cure zexta dermirovî dimîne. Rêber Apo îro li dijî zext û êşkenceya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst didomîne. Ez têkildarî tecrîda li Îmraliyê, dikarim vê bêjim; mirovahî û civak di dîroka xwe de rastî tiştekî wiha nehatine. Carna mînaka Nelson Mandela tê nîşandan, carna pêşengên têkoşîna rizgariya neteweyî mînak tên nîşandan, lê belê sîstemeke wiha berê nehatiye dîtin.
Armanca dijmin û hêzên kapîtalîst bi fîzîkî îmhakirina Rêbertî bû. Lê belê berxwedana Rêbertî, xwedî derketina gelê Kurdistanê û dostên Kurd û fedayiyên pêşeng ên Kurdistanê gerîla komplo vale derxistin. Lê komplo bi rengên cuda dewam dike. Bi taybetî jî piştî 5’ê Nîsana 2015’an, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst tecrîd kûr kir û 42 meh in bi ti rengî agahî ji Rêbertî nayê girtin.
Ji 2015’an û vir ve berxwedana Rêbertî bi rêbazên cuda dewam dike. Lê belê siyaseta qirêj a zihniyeta qirker a di komployê de cih girtî jî, li hemberî Rêbertî dewam dike. 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo ji bo siberoja mirovahiyê, azadiyê, demokrasî û sosyalîzmê sîstemeke nû hate avakirin û vê yekê bingehê vê berxwedanê afirand. Lewma hemû mirovahî xwedî li Rêbertî derdikeve. Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, gelên cîhanê, hêzên azadîxwaz, sosyalîst, dostên me yên demokrat xwedî li Rêbertî derdikevin. Paradîgmaya netewa demokratîk a li dijî sîstema kapîtalîst hatî pêşxistin, mezintiya Rêber Apo nîşan dide. Armanca komplogerên ku îmhaya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dikin, vale derket. Ev jî bi saya berxwedana Rêber Apo ye. Ez car din vê berxwedanê silav dikim, hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê dostên Rêber Apo, yên PKK’ê û yên gelê Kurdistanê ve pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hate destpêkirin. Pêngavê nêzî salekê li pey xwe hişt. Helbet têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tenê bi pêngavekî nabe, lê belê pêngav ji bo xwedî derketina li fikir û felsefeya Rêber Apo û ji bo ji gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahiyê re bibe çareseriyeke dîrokî, girîng e. Helbet armanca esil a pêngavê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Em her tiştê li aliyekê bihêlin, ewlehî û tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me hemûyan e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya azadiya demokratîk û civaka sosyalîst. Divê ev yek wiha were dîtin. Fedayî û şehîdên herî mezin ên sala borî yên Kurdistanê, heval Erdal û Rojhat bûn. Weke tê zanîn şehîd Erdal û Rojhat 1’ê Cotmeha 2023’yan li paytexta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya qirker çalakiyeke fedayî kirin. Ev yek ji bo hemû kadro, milîtan, sempatîzan û piştevanên PKK’ê fermanek bû. Ferman dan ku bêyî Rêbertî jiyan nîne. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe feda kirin. Ez hevrê şehîd Erdal û Rojhat bi minetdarî bi bîr tînim û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.
Em piştevanên vê pêngava dîrokî, 69 rewşenbîrên xelata Nobelê, mirovên pêşeng û yên wijdanê civakê jî silav dikin. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ 10’ê Cotmeha 2023’yan li 74 navendan hate destpêkirin. Piştre li her 4 parçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê, çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Mîna konferans, kongre, daxuyaniyên çapemeniyê û nivîsandina nameyan a ji saziyên rayedar re, gelek çalakî pêk hatin. Bi milyonan mirovan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.Qonaxa ku îro pêngav gihiştiyê pir girîng e. Saziyeke mîna NY’ê divê guh bide daxwaza bi milyona mirovanan. Belê saziyên sîstemê netew dewletparêzin, lê guh dayîna 79 xelatgirên Nobelê yên ku nûnerên wijdana mirovahiyê ne, pir girîng e. Pêngava ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatî destpêkirin, encam girtiye lê belê bi dawî nebûye. Ji ber ku 42 meh in hîna agahî ji Rêber Apo nehatiye wergirtin.
Dibêjin parêzer û malbat nikarin biçin serdanê, lê mesele ne tenê serdan e. Li Îmraliyê mirovahî, fikir û siberoja gelan tê kuştin, kesê ku pêşî li şer, kaos û krîza heyî bigire tê hedefgirtin. Li dijî vê yekê sekinîn, ne tenê wezîfeya milîtanên PKK-PAJK’ê ye, helbet bi her cure fedekariyê PKK wê pêşengiyê bike. Lê Rêber Apo tenê bi PKK’ê re sînordar nîne. Bûye rastiyeke gerdûnî. Nivîskar, rewşenbîr, mamoste, xwendekar, dîrokzan, alimên ol û pêşengên civakê daxuyaniyan didin û çareseriya krîza ku modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn û cîhanê afirandî, di Rêber Apo de dibînin. Lewma xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji ber vê yekê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, di serî de PKK wezîfeya hemû civakê ye. Em ê pêngava 10’ê Cotmeha 2023’yan, hîn mezintir bikin. Li gelek welatan pirtûkên Rêber Apo tên xwendin, hin Elman, hin Fransî, hin Îngilîz û hin jî Fîlîpîn in. Çareseriya hemûyan di Rêber Apo de dibînin.
Wek bêjin kêr gihîştiye hestiyê ji vê saetê şûnde sekinîn tune ye. Eger di milê wijdan, zihîn, hişmendî û çalakiyê de pêngavek neyê avêtin, yanî sîstema Îmraliyê ya ku dewletên dagirker Rêber Apo têde dîl girtine neyê şikandin ev ji bo hemû mirovahiyê şermekî mezin e. Li hemberî êrîşên dijmin gerîlayan şev û roj bê navber di serî de li Zap, Metîna, Xakurkê û hemû Kurdistanê bi berxwedanek bêhempa ji vê pêngavê re pêşengî kirin. Dîsa berxwedanê hevalên me yên ku li zindanên Bakur û Tirkiyeyê heye. Li her derê cîhanê girtiyên azadiyê hene, lê îro di desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de bi deh hezaran kes li zindanên Bakur û Tirkiyeyê tên ragirtin. Tecrîta li ser Rêber Apo li hemberî hevalên me yên zindanê jî tê pêkanîn. Hevalên girtî, di 27’ê Mijdarê 2023’yan de bersiv dan dostên ku ev pêngav dan destpê kirin û ketin greva birçîbûnê.
Dayikên Aştiyê, dayikên şehîdan û dayikê girtiyan bi çalakiya ku ji bo xwedî derketina Rêber Apo dabûn destpêkirin re kirin ku ev pêngav xurt be. Ez dayikên aştiyê, dayikên şehîdan û dayikên girtiyan pîroz dikim û ji dil û can silavên xwe dişinim. Bêguman têkoşîna ku di qadên bîrdozî, siyasî û hemû qadan de tê meşandin navenda xebatan e, lê kesên bedene xwe, mejiyê xwe, dilê xwe di vê oxirê de didin jî hene. Ji bo xwedî derketina Rêbertî li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me di vê pêngavê de rolek girîng dilîze. Ji Kobanê heta Şehbayê, ji Şehbayê heta Tebqayê, ji Tebqayê heta Reqayê têkoşînek heye. Li milekî Kurdistan, li milê din jî li Erebîstanê hemû Kurd, Ereb, Asûrî, Kildanî, Ermen, Çerkes û hemû gel ji bo Rêber Apo çalakiyên wek meş, mîtîn û nobetê gelek çalakî kirin. Yanî azadiya xwe ya civakî, ewlekariya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin. Bêguman em bawerin di serî de ev têkoşîna mezin ê ku bi pêşengiya gerîlayên Kurdistanê tê dayîn, wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hevalên li gel wî mîsoger bike.
Komploya navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derktina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê, destpê kir. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî Rêber Apo bi rêbazên dermirovî ji aliyê hêzên emperyalîst û xayînên hevkar ve ji Kenyayê hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. 26 sal in Rêbertî li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Malbata Barzanî ya hevkar, di pêvajoya dîlgirtina Rêber Apo de jî yê ewilî xiyanet kirî bû. Rêveberiya me carna bi daxuyaniyan diyar dike, dîsa hin kes dinivîsin lê belê mixabin yên di nava civakê de naxwazin vê bibihîzin û bibînin, guh û çavê xwe digirin. Lê belê ev bêwijdanî û bêexlaqî ye. Dîroka malbata Barzanî heta roja me bi xiyanetê dagirtî ye. Ji 7’ê heta 70 salî her kes dizane ku di bingehê malbata Barzanî de li Kurdistanê xiyanet heye. Lê mixabin li dijî vê yekê sekneke cidî nayê raberkirin. Sekneke lewaz tê raberkirin.
Îro mîna li Zap, Metîna, Garê û Xabûrê li gelek qadan di van 3 salên dawî de şerekî bênavber heye. Gelo ma ti kes vî şerî nabîne, xelkê Behdînanê, eşîr û malbat vî şerî nabînin? Yan jî dijmin ewqas balafir, nukleer, termobarîk û çekên kîmyewî bi kar tîne, ew qas daristanên Başûr û Behdînanê dişewitîne, hemû Kurdistanê dişewitîne, her roj em şehîd didin, her roj bi dehan, bi sedan cenazeyên dijmin çêdibin, ma ti kes vê yekê nabîne? Gelo ma Kurd û Kurdistanîbûn, ev e? Ev bi temamî encama siyaseta PDK û malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî hemû destkeftiyên Kurdistanê xistiye bin lingê dijmin. Rola wan a di dîrokê de diyar e. Vê rola xwe dilîzin. Li dijî PKK û Rêber Apo disekinin ku Rêber Apo ji bo avakirina yekîtiya neteweyî, fedekariyên mezin kirin. Ji bo avakirina yekîtiya neteweyî, li Îmraliyê jî bang kir lê mixabin yekîtiya neteweyî ne di xema malbata Barzanî de ye.
Tenê tişta di xema wan de; xanedaniya wan, zêdebûna pereyên wan, li her derê dewlemendiyê li ser dewlemendiyên xwe yên madî zêde bikin. Ji dervey vê tiştekî din di xema wan de nîne, her tişt qurbanî malbata Barzanî tê kirin. Di sala 1972’yan de ji Seîd Kirmizitoptrak heta Rêber Apo, di her pêvajoya şoreşê ya li Başûr de, piştgiriyê didin dewleta Tirk. Di komployê de cih girtin, di Peymana Washington û Peymana Dublin de cih girtin. Evane hemû belgekirî di dîrokê de cih digirin. Di sala 1998’an de dema Rêber Apo çû Îtalyayê, 6 dosya ji serokê Îtalyayê û Wezîrê Edaletê yê Îtalyayê re hate şandin. Di dosyaya ku îmzeya Mesûd Barzanî jî têde hebû, Rêber Apo û PKK’ê îxbar dikin, wiha bi rengekî bêwijdan tevdigerin. Gelo ma ev ne xiyanet e? Çi eleqeya vê bi Kurdîtiyê heye?
Di demeke nêzî sala 2017’an de referandûm kirin. Di wê referandûmê de gotin em ji bo xweseriya Kurdistanê têdikoşin. Malbata Barzanî xweseriya Kurdistanê li kuderê ye? Tayyîp Erdogan û tayfaya wî du gef xwarin, hemen çûn ber lingê wî teslîm bûn. Kerkûk radestî Iraqê kirin û ev demek dirêje jî dixwazin Kerkûk, Mûsil, Heleb di çarçoveya sînorên Mîsaki Milli de radestî dewleta Tirk bikin. Ev xiyaneteke mezin e. Gelê Kurdistanê, welatparêzên Kurdistanê divê pênaseya welatparêziyê jinûve berçav derbas bikin. Di malbata Barzanî de, tiştek li ser navê Kurdîtî û welatparêziyê nîne. Cil û bergên netewî werdigirin, Soranî, Kurmancî diaxivin lê ne Soran in, ne Kurd in, ne jî Kurdistanî ne. Ji bo sermaye, pere û xanedaniya Barzanî hemû Kurdistanê difiroşin.
Projeya AKP’ê ji bo dewamkirina komploya navneteweyî ye. Şerê ku ji sala 2015’an û vir ve li her devera Kurdistanê pêk tê jî, îspata vê yekê ye. Çawa ku dewleta Tirk di sala 1974’an de Qibris dagir kir û îro Qibris li tevahiya cîhanê bûye pirsgirêk, niha jî Efrîn, Girê Spî, Başûr, Başîqa ku dikeve sînorê Mûsilê dagir kiriye û wê ji wir dernekeve. Armanca wan a esasî xwe bigihînin Kerkûk, Mûsil û Helebê û sînorên Mîsakı-Millî ava bikine. Divê Iraq, welatên cîran û gelê Kurdistanê bi vê zanibin. Divê helwesta gelê Kurdistanê çawa be? Di van êrîşên dagirkeriyê de hemû rêbazên dijberî qanûnên şer, hiqûqên şer û hiqûqa navneteweyî tên bikaranîn. Carna dibêjin ji bo mirovên tên qetilkirin, ev sivîl e, ev nîne.
Ma qey li Rojhilata Navîn û Kurdistanê sivîl û ne sivîl hene? Yanî her kes tê qetilkirin, wê demê qey qetilkirina gerîlayê Kurdistanê jî rewa ye? Ev terîfkirineke gelekî şaş e. Yên ku pêşengiyê ji civakê re dikin her roj bi komkujiyê re rû bi rû ne, li herêma Behdînan Soran mirovên welatparêz tên qetilkirin. Herî dawî Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ku di nava pêşengên çapemeniya azad de bûn hatin qetilkirin. Li Başûr bi dehan welatî şehîd bûn, li Qamişlo, Dêrik û Şengalê her roj şehîd tên dayîn. Bi kurtasî tevahiya şehadetên li ser erdnîgariya Kurdistanê pêk tên, di encama êrîşên dewleta Tirk û hevkariya malbata Barzanî de ne. Destê malbata Barzanî di xwîna van hemû şehîdan de heye. Divê ev were zanîn. Welatparêzên Kurdistanê di hemû şoreşan de her tim rola xwe ya dîrokî lîstine. Li herêmek weke Behdînan-Soran eşîretên pir welatparêz jî hene. Çima rola xwe naleyzin? Van eşîran di tevahiya dîrokê de xwe parastine, li dijî netewe dewletê civakê diparêzin. Nexwe çima niha nikarin rolên xwe bilîzin, sedem çi ye? Ji welatparêziya xwe tiştek winda nekirine, lê divê bibînin ku êdî malbata Barzanî xizmetê ji wan re nake.
Malbata Barzanî li hemberî gelê Kurdistanê şer dike. Di serdemeke ku teknolojî û medya civakî lê bi hêze de ne pêkan e ku mirov vê rewşê veşêre, her kes dibîne, lê ti helwest nayê raberkirin. Eger ez welatparêz bim, eger ez ji axa Kurdistanê hez bikim, ji dîroka Kurdistanê hez bikim, eger ez ji çanda Kurdistanê hez bikim, eger ez ji zimanê Kurdî hez bikim, min ê xayîn û hevkar bixeniqanda. Helwesta rast ev e. Eger helwesteke bi vî rengî neyê raberkirin, hûn çi ji malbata Barzanî re bêjin jî vala ye. Di vî guhî de dikeve di guhê din de derdikeve. Rewşenbîr diaxivin û nerazîbûnên xwe nîşan didin, ma çend partiyên Kurdistanî helwesteke wiha nîşan dane? Li Kurdistanê gelek partî, sazî, rêxistin hene, yên ku wijdanê civakê temsîl dikin hene. Helwesta wan yek ji welatparêziyê ye. Mînak di weaz û gotinên çend meleyan de welatparêzî heye, wijdanê civakê heye. Divê her kes helwesteke bi vî rengî nîşan bidin.
Rola AKP-MHP’ê yan jî dewleta Tirk çawa ku di komploya navneteweyî de cerdevaniyê ye, li pêşberî welatparêziyê rola malbata Barzanî jî ew e. Gelê Kurdistanê jî di ferqa vê rewşê de ye, lê pêwîst e li dijî vê helwest bê nîşandan. Careke din ez bang dikim; Divê her kes li dijî xiyanetê helwestê nîşan bide. Kes nabêje rahêjin çekê û êrîş bikin, lê hûn çawa qebûl dikin ku axa we, welatê we bê dagirkirin? Hûn çawa qebûl dikin ku Kerkûk teslîmî dagirkeran bê kirin? Kurdistanîbûn ne wisa ye. Çi tiştek dij Kurdistan be, malbata Barzanî wê dike.Dewleta Tirk ku ev 52 sal in dibêje wê PKK’ê biqedîne, di nava krîzeke mezin a aborî, siyasî û civakî de li ber tinebûnê ye. Lê PKK’ê tevî bi hezaran gerîla, kadro û milîtanên xwe roj bi roj xurt dibe. Şoreşa Kurdistanê berdewam e, lê malbata Barzanî her ku diçe biçûktir dibe û wê têk biçe. Bila gelê Kurdistanê bi hêvî be.
HIKÛMETA SÛDAN ŞAŞIYÊN GELEK MEZIN DIKE
Ji dîrokê heta roja îro Iraq-Bexda hem ji aliyê şaristanî, hem jî ji aliyê civakî ve xwedî roleke dîrokî ye. Lê di sala 2003’yan de piştî dagirkeriya Emerîkayê, îstîkrara wê zêdetir xera bû. Jixwe berê jî pir nebû, di rejîma Seddam de dîktatorî hebû, lê bi rêbazên Emerîka yên dagirkeriyê re, dest bi qirkirineke nû kir. Iraqê bê îstiqrar bû û di navbera salên 2003-2005’an de destûra bingehîn a nû ya Iraqê hate avakirin. Hikûmeteka demkî hat damezrandin û paşê Iraqa federal û herêma kurdistanê hat avakirin. Çiqas bûye federalî an na bê guman mijarek a nîqaşê ye, ji ber ku pirsgirêkên Sûnî, Şîa û Kurdan hêj dewam dikin, li welêt gelek pirsgirêk hene. Li Iraqê hê sîstemeke demokratîk ava nebûye, ev mijareke din e, lê belê her çendî demokratîkbûneke wan a xirab hebe jî, sîstemeke wan heye. Di hilbijartinên ku di vê pergalê de pêk hatin, rêveberiyên wan tên hilbijartin. Bi taybetî li Başûr ji bo berjewendiya malbata Barzanî gelek caran hilbijartin tên taloqkirin.
Li Iraqê rewşeke bi vî rengî heye. Lê belê hikûmeta Sûdanî bi taybetî di salên dawî de ket nava hewldanên şaş. Rêveberiya me li ser vê mijarê daxuyaniyek da û hişyarî da wan ku vê şaşitiyê nekin. Ev şaşî çi ne? Armanca dewleta Tirk dagirkirina Mûsil, Kerkûk û Helebê ye. Ji sala 2016’an û vir ve jî ji aliyê leşkerî ve dagir dike. Hikûmeta Sûdanî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, bazirganî, av û enerjiyê jî, li ser şerê li dijî gelê Kurdistanê bazirganiyê dike. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ku ev 10 sal in istîqrarî lê nîne û malbata Barzanî li hev kirin. Naxwazin Kurd bibin yek, bibin xwedî statû û naxwazin Kurdistan bibe yek parçe. Armanca dewleta Tirk ew e ku tevahiya Kurdistanê dagir bike û armancên xwe yên Mîsakı-Millî pêk bîne. PKK’ê weke hincet bi kar tîne.Ji ber vê yekê hikûmeta Sûdanî xeletiyên mezin kirin. Mînak di serdema Seddam de di navbera Tirkiye û Iraqê de peymanên sînor ên 5 km hebûn, lê ev ji Seddam xirabtir in. Dewleta Tirk 140-170 km dikeve welêt û mirovan qetil dike. Ev yek jî encama peymanên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine kirin e. Herî dawî li Kerkûkê balafireke keşfê ya dewleta Tirk hate xistin. Fermandariya Parastina Hewayî ya Iraqê ragihand ku wan ew balafir xistiye xwarê. Lê armancên dewleta Tirk hene. Tirkmenên li Kerkûkê ji bo êrîşê amade dikin. Lewma siyaseta Sûdanî siyasetekî gelekî nebaş e. Di 15’ê Tebaxê de lihevkirinek pêk hat. Gava ku peymana ewlekariyê pêk anîn, tevgera me qedexe kirin û me weke ‘terorîst’ îlan kirin. Di peymanê de her du welat li hev dikin ku pêşî li têkoşîna gelê Kurdistanê bigirin. PADÊ, Tavgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ku li gorî destûra bingehîn a Iraqê hatin avakirin, girtin û qedexekirin. Gelo ev hersê partî ma qey xebateke li dijî destûra bingehîn a Iraqê pêk anîne? Na. Der heqê wan de ti lêpirsîn hatiye vekirin? Na. Ti doz li hemberî xebatkarên wan hatiye vekirin? Na. Gelo di destê yek ji wan de çek dîtine? Na.
Baş e dadgeha Iraqê çawa van partiyan qedexe dike? Fûad Huseyîn jixwe diyar kir ku ew pêngaveke siyasî avêtiye. Yanî ev biryar siyasî ne, ne hiqûqî ne. Ev biryar ne demokratîk in. Hinek dibêjin ev biryar ji bo îqnakirina dewleta Tirk girtine, lê ev 3 partî ji bo ku PDK’ê razî bikin hatin qedexekirin, ne dewleta Tirk. PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe li dijî gelê Kurdistanê disekine û ji bo xurtkirina pozîsyona dagirkeran van gavan diavêje. Li aliyê din lihevkirinên hatine kirin ji bo dema pêş wê çi bi xwe re bîne, mijarek girîng e. Mînak PKK’ê weke hincet bi kar tînin, lê vê peymanê ji bo qutkirina ava Firat-Dîcle ya tê Iraqê weke gefekê bi kar tînin. Ev yek ne însanî ye, bêexlaqî ye. Ji vê re dibêjin projeya pêşketinê, di Yekemîn şerê cîhanê de jî ev proje hebû, çima pêk nehat? Elmanan destpê kiribû. Her tiştê ku jê re dihat gotin proje, li gorî berjewendiyên dewleta tirk e.
Hewcedariya gelê Iraqê nîne ku elektrîkê ji dewleta Tirk bistîne. Ne hewce bû ku vê projeyê îmze bike. Hemû dewletên cîran Ereb in. Dikare gaza xwezayî û elektrîkê ji hemû cîranên xwe bistîne. Çima ji dewleta tirk re tenezûlê dikin? Ji ber ku hikûmeta Sûdanî û PDK’ê komplo ava kirin. Ev komplo ne xizmetê ji gelê Iraqê û ne jî ji gelê Kurdistanê re dike. Peymana 15’ê Tebaxê wê encamên xirab bi xwe re bîne. Em di wê baweriyê de ne ku wê hikûmeta Iraqê van li ber çavan bigire. Hin kes bertek nîşanî vê didin û ez bawer im eşîrên Ereb û avaniyên cuda yên siyasî wê hê zêdetir nerazîbûn nîşan bidin. Mirovên demokrat, welatparêz, durist ên ku siyaseta adil û mirovane dikin, mirovên ku xizmetê ji mirovatî û edaletê re dikin û yên ku rizgariyê di azadiyê de dibînin xwedî erk in.Pêwîste bi eşîrên ereb re hevdîtinê bikin û wan agahdar bikin. Divê fikrên xwe parve bikin û cidiyeta rewşê baştir bê ravekirin. Li her derê li Basra, Tikrît, Kerkûk, Mûsil ev yek hewce dike. Ji ber ku xeterî heye. Bi nerazîbûna çend rewşenbîran re, ev peyman naguhere.
Ev Peyman demkî ne. Têkoşîna hiqûqî ya partiyên hatine qedexekirin wê bidome. Her 3 partî wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Pêwîste vê yekê bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re baş bê rave kirin. Ew ê vê têkoşînê bi ser bixin. Divê hikûmeta Sûdanî dev ji van xeletiyan xwe berde. Divê xizmetê ji hêviyên dagirkeriyê yên dewleta tirk û AKP’ê û armancên Mîsakı-Millî re neke. Bi peymanê re dixwazin ji aliyê aborî, madî û leşkerî ve Tevgera Azadiyê dorpêç bikin. Karektera Tevgera Azadiyê ne ew karektere ku ji hêla aborî, malî û leşkerî ve were tengkirine. Ji ber ku li ser esasê sîstema netewe dewlet, qanûn û modelên qanûndanînê yên dewletan, em xwe birêxistin nakin. Em mîna avê ne, em li her derê diherikin. Başûr, Bakûr, Rojhilat, Rojava û derveyî welat. Ev hemû êrîş wê bêencam bin. Divê hikûmeta Sûdanî jî demildest dev ji vê şaşiyê berde. Berjewendiya gelên Iraqê di siyaseta demokratîk de ye, sîstemeke dîplomatîk e, ne di şer de ye. Ji bo wan şaş e ku helwesteke tund nîşan bidin.
Rêveberiya me daxuyanî dabû, di sala 2002’yan de Herêmên Parastinê yên Medyayê weke qadên me yên biewle hatin îlankirin. Destê kî dirêjî vir bibe, ew dest wê were jêkirin, ji vê yekê revîn tune ye. Helbet heta dawiyê wê bi hevdîtin û tifaqan rêyên çareseriyê were ceribandin, rêya herî rast jî ev e. Tifaqên ku li hemû qadan li dijî me hatine çêkirin, wê hilweşin. Bila raya giştî jî vê bizane; dewleta tirk nikare PKK’ê têk bibe, ji bo vê yekê çû Yekîtiya Ewropayê, Emerîkayê. Ji ber ku nikare bi tena serê xwe bike, çû ber lingê Iraq û Îranê. Niha jî diçe eşîr û rêxistinên din. Êdî ev hatiye îspatkirin, dewleta tirk têk çûye. Emrê rejîma AKP-MHP’ê kurt e. Eger têkoşîneke hinek din rêxistinkirî, civakî û leşkerî û tifaqên dîplomatîk bi aktîf bên bikaranîn, ev hikûmet wê bikeve. Hikûmeta Sudanî jî wê ji şaştiyan vegere.
Min di destpêkê de jî got, ez di şexsê Şehîd Erdal de ku di sala 2023’yan de di pêvgava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de pêşengtî dikir û di şexsê Şehîd Rojhat, şehîdê me yê mezin, Fermandarê HPG’ê Orhan Cîhat Çewlik, Fermandara YJA Starê hevrê Berwar Dersîm û Tekîn Goyî de hemû şehîdên me yên ji bo şoreşa Kurdistanê canê xwe feda kirine, careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Rola wan nebûna wê destkeftiyên Kurdistanê û Kurdistan ji dest biçe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî li Xakûrkê, Zap û Metînayê lehengên Kurdistanê şerekî mezin dimeşînin. Li dijî her cure teknîk û teknolojiyê bi taktîkên modern li erdnigariya Kurdistanê bi têkoşîneke mezin parastina nirxên Kurdistanê dikin. Ger gerîlayên Kurdistanê nebûna, dijminên gelê Kurd wê qirkiririn pêk bianiyana. Divê her kes vê bizanibe. Em hemû xwedî li Rêber Apo derdikevin û Rêber Apo dijîn. Lê belê misogeriya şoreşê girêdayî gerîlayên Kurdistanê ye.
Ger şerê gel ê şoreşger di pêşengtiya gerîlayên Kurdistanê de li tevahiya erdnigariya Kurdistanê xwe birêxistin neke, helbet pêşeroj wê ji bo me bi talûke be. Tu kes nikare gerîlayan têk bibe lê belê divê ev yek were zanîn; Ma tiştekî hêsan e ku 3 salan bi şev û roj, li dijî her cure teknolojiyê 15-20 hevrê şer bikin ku ev şer li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ye. Gerîla li dijî artêşa Tirk a ku serî li hemû rêbazên şerê qirêj dide şer dike û rê nade ku dijmin li nêzî tûnelan jî bibe, ma ev yek tiştekî hêsan e? Ev îradeyeke çawa ye? Carna qala dîrokê dikin, qala şerên Vîetnam, Angola û Mozambîkê dikin. Helbet li wan deran şer hatiye kirin lê belê em qala sedsala 21’an dikin. Bi teknolojiyên nû xwe gihandine teknolojiyên herî pêşketî, hişê çêkirî tê bikaranîn û bi hişêçêkirî şer tê plankirin, ev yek tên zanîn. Di vê qoxaxê de li çiya û deştên Kurdistanê gerîla bi derfetên kêm li hemberî van teknolojî û leşkerên tirsonek şer dikin. Ma wijdana kesên dibêjin ku ez welatparêz im û dostê we me, naêşe?
Ger gerîlayên Kurdistanê derbeyekê bixwe, ku ne pêkan e gerîlayên Kurdistanê têk bibin, ev mijareke cuda ye, bo nimûne em bibêjin ku derbeyekê bixwe yan jî şikesteneke demkî bijî, siyaseya demokratîk û qada civakî nikare qedeheke avê jî vexwe. Civak wê bê av û nan bimîne. Çimkî hemû cîhan di nava şerî de ye. Rêber Apo qala Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û sînorên wê kiribû. Hin kes dipirsin ku wê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêk were, jixwe em di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ne. Rê û rêbazên wê ne weke Şerên Cîhanê yên 1’emîn û 2’yemîn in. Şerê Îsraîl û Filistînê yan jî provokasyona Hamasê, êrîşa Îsraîlê ya li ser gelê Filistînê û têkoşîna gelê Filistînê ya li dijî Îsraîlê weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê dîtin. He wiha li erdnigariya Rojhilata Navîn bi taybet jî li Kurdistanê bi şev û roj şer heye. Ma vê yekê weke şer nabînin?Hevrêyên me jî anîn ziman ku ma kijan hêz dikare were Zapê û bi vî rengî li ber xwe bide? Bila werin li Çiyayê Reş, Girên Colemêrgê, Girê Cudî, Metîna, Garê, Çiyayê Xêrda û Çiyayê Şekif li ber xwe bidin bê ka wê çend rojan li ber xwe bidin.?
Di sala 2023’yan de pratîka şerî hate îspatkirin û heya filmê wê jî hate çêkirin. Di demsala zivistanê de di nava 4-5 metre berfê de têkoşîne 10 qatî zêdetir pêk hat. Ma vê yekê weke şer nabînin? Ger însan bixwazin teknîk, rêbaz yan jî teorîk û doktrîna şerî lêkolîn bikin, wê demê bila werin di pêşengtiya fermandariya gerîlayan de di pêşengtiya gerîlayên Kurdistanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyan bistînin. Ya rast ev e. Divê gelê me yê welatparêz, jin û ciwanên pêşeng ên Kurdistanê li gorî van yekan tev bigerin. Têkoşîneke mezin berdewam dike. Dibe ku şer mezintir bibe. Divê li hemû qadan birêxistinbûn û têkoşîneke mezin were meşandin ku ev jî erka şoreşgeriyê ye.
Salvegera komploya navneteweyî nêzîk dibe. Ez careke din vê komploya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd şermezar dikim. Hemû kesên di komployê de cih girtine ku çi dewlet bin û çi jî sazî bin wê di rûpelên qirêj ên dîrokê de cih bigirin. Ez di şexsê Şehîd Halit Oral de bo gotina; ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû Kurdistaniyên fedaî û welatparêz ên li dora Rêbertî kom bûne û canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînim. Komplo bi rêbazên cuda berdewam dike. Li dijî Rêbertî tecrîdeke giran heye û li korîdorên mirinê rehîn tê girtin. Hedef û armanca wan ew e ku heya şehadetê bi vî awayî di bin tecrîdê de bigirin. Divê armancên dijmin werin dîtin û li gorî têkoşîn were meşandin. Dixwazin mîlîtanên Rêber Apo yên hem li qadên civakî, siyasî û şer têkoşînê dimeşînin, bifetisînin. Yan jî dixwazin bixin di bin kontrola xwe de. Tew dixwazin lawaz bikin û çekberdanê li tevgera azadiyê ferz bikin. Ev jî perçeyeke komployê ye. Çimkî armanca komployê ew bû ku Rêbertî ji partiyê dûr bixin û di nava 6 mehan de belavkirina partiyê bû.
PKK belav nebû, gotin ku wan texmîn nekiriye ku PKK ev qasî zêde bi hêz e. Serhildanên li seranserê Kurdistanê û derveyî welat bûn nîşeneya vê yekê. Madeleine Albright (Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê yê berê) got ku me nedizanî PKK’ê ev qasî xwe organîze kiriye. Li vê yekê jî mikur hat. Her wiha Madeleine Albright jî jiyana xwe ji dest da. Ez dixwazim vê yekê bibêjim, koploger hemû yek bi yek diçin. Lê belêkomplo bi rêbazeke cuda li hemberî rêveberiya Tevgera Azadiyê û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê berdewam dike. Divê li dijî vê yekê têkoşîn were meşandin. Pêşengê vê komployê pergala moderniteya kapîtalîst e lê belê pratîka wê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê, dewleta tirk û malabata Barzanî ve tê berdewamkirin. Dema ku di têkoşîna li dijî van de encam hate standin, wê demê wê komplo were pûçkirin.
Me wezîfeya xelkê Başûr yan jî gelê me yê ji Kurdistanê dijî, anî ziman. Têkoşîneke me ya 52 salan û dîrokeke şer a 42 salî heye, tecrubeyên me çêbûne, mîna kurdî û çanda kurdî gelek tişt bûne garantî. Lê belê AKP-MHP li dijî gelê Kurdistanê, şerê qirkirinê dimeşîne. Yanî tenê bi hilbijartinan, em encamê bi dest naxin, ew tenê çeperek e. Yan jî em tenê bi têkoşîna siyaseta demokratîk, nikarin encamê bi dest bixin. Siyaseta demokratîk jî wê were kirin, hilbijartin jî wê were kirin lê pêngava mezin a esas rêxistinbûna civakê ye. Li Bakur civak, ciwan, kal, jin her kesê divê tenê nebêje ez xwedî li ziman û çanda xwe derdikevim. Wê rojê mîtîng hatibû kirin, dibêjin şer heye em aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê şer tê kirin, bêyî şer aştî nabe. Mirov şaş dimîne. Temam ji bo aştiyê jî têkoşîn tê meşandin, lê bêyî şer aştî nabe.
Her roj li ser hevalên te, hevrêyên te, zarokên te û bajarên te bombe tên barandin, çekên kîmyewî tên bikaranîn û li hemû qadan êrîş hene û tu jî dibêjiî ku ez aşiyiyê dixwazim, ev yek şaş e. Em nabêjin daxwaza aşitiyê nekin, lê belê divê em daxwaza têkoşînê bikin. Divê pêşeng, siyasetmedar, sivîl, sazî û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê vê xeletiyê bibînin. Li dijî dewleta tirk siyaseyeke nerm nabe çimkî wan siyaseteke qirêj heye. Lê binêrin ku serî li hemû rêbazan didin, şaredariyan desteser dikin û têkoşînek heyeî kes wê înkar nake. Helwesta gelê Kurdistanê jî diyar e. Tevî hemû neheqî, bêedaletî û zextan jî piştevaniya tevgera azadiyê dikin. Xwedî li nirxên xwe derdikevin, her kes vê yekê dibîne. Lê belê ji bo rizgarî, demokrasî û azadiyê ev têrê nake. Ji ber vê yekê livînek hewce ye. Divê însan bilive û were ser hişê xwe. Divê însan bibêje ez çi dikim, ez çawa dijîm. Divê hizra vê yekê bikin û hişyar bibin ku ev yek jî bes bi birêxistinbûnê pêkan e.
Hişyarbûna civakê bi tenê bi bangekê pêk nayê, bi birêxistinbûnê pêk tê. Divê pêşengên civakê xwe birêxistin bikin. Pêşengên paradîgmaya Demokrat, Ekolojîk û azadîxwaza Jinan, jin û ciwan in. Jin û ciwan ger di warên pêşengtî, çalakî û civakî de weke gotina Rêbertî;girêdayî ‘Fikr, zikir û çalakiyê’ tev bigerin, wê li Bakur jî li Başûr jî pêşketinên mezin pêk werin û di şoreşê de pêngavên mezin ên stratejîk werin avêtin. Girêdayî vê yekê banga me ev e; divê her kes li hemû qadan piştgiriyê bide têkoşîna gerîlayên Kurdistanê. Dibe ku rojeva her kesî cuda be, lê belê rojeva gelê Kurdistanê ew e ku li ser erdnigariya me şer heye, li dijî welatê me êrîş hene. Li dijî wan êrîşan divê xwedî li gerîlayan derkevin. Ji bo vê yekê divê tevlî refên gerîla bibin yan jî li qadan bi çalakî û rêbazên cuda di saziyên sivîl de, di partiyan de, d saziyên dînî de, di qadên ekolojîk de û li her derê xwe birêxistin bikin. Pêşengên vê birêxistinbûnê jin û ciwan in.
Li ser erdnigariya Bakur jî ev nirx û bawerî hene. Me salên 90’î ji bîr nekirine. Di wan salan de zarokên Kurdistanê yên bi ser bambe û tankan de diçûn, di nava şert û mercên herî zehmet de bûn. Gundên wan dihatin valakirin, malên wan dihatin şewitandin, destdirêjî li wan dihate kirin. Lê belê ew bi ser bombe û tankan de diçûn. Ev ciwanên li Bakur, zarokên wan malabatan in. Ji ber vê yekê li cihên ku lê dijîn, divê bi gerîlayan re bibin yek û bi hev rte têbikoşin. Divê di vê serdemê de êdî dîyalog û siyasetkirina li gel AKP-MHP’ê neyê ziman. Kengê bi Rêber Apo re têkiliyek pêk were, wê demê wê bibe. Lê belê a niha ev ne pêkan e. Tekane rêyek heye ku ew jî têkoşîn, berxwedan û serhildan e.’’