Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Şervîn Nûdem: Armanca me avakirina eniyeke xurt a jinan e

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem diyar kir ku ew hewl didin eniyeke xurt a jinan ava bikin û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku li hemberî dijberên jinan û yên ku dixwazin azadiya jinan têk bibin, eniyeke hevgirtî ya xurt ava bikin.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem têkiliyên di navbera akademiyan û tevgerên jinan ên li cîhanê de û asta tevlêbûna jinan di bidestxistina azadiyê û aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê de nirxandin. Şervîn diyar kir ku di sedsala 21’an de jin ji bo sepandina aştiyê û azadiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî berfireh tev li çalakiyan bûn û diyar kir ku ji bo guhertinê ew ê têkoşînê berdewam bikin. Şervîn wiha axivî: “Navendên lêkolînên jineolojiyê ji bo ku jin girîngiya pêvajoyê û xwe nas bikin, têkiliyên xurt ava kirin. Dewreyên perwerdeyê yên çandî û wêjeyî li dar xistin. Têkilî bi gelek jinan re li welatên Ewropayê danîn.”

Şervînê destnîşan kir ku ev zanist dişibe huner, zanist û lêkolînên têkildarî jinan e ku kok û cewhera jinan aşkera dike. Şervînê di heman demê de bal kişand ser lêkolîn û dewreyên perwerdeyê yên jinan û got: “Ev zanist, rastiya hevjiyana azad a di navbera mêr û jinan de û taybetmendiyan her yekî aşkere dike.”

Şervîn Nûdem îşaret bi çalakiyên navendên jineolojiyê ya li bajarên Ewropayê mîna Almanya, Îtalya, Spanya, Brîtanya û Fransayê kir û da zanîn ku li ser navên şehîdên mîna Elefteriya, Tavîn Têkoşîn, Nagîhan Akarsel û Avîn Goyî gelek dewre li wan navendan hatine lidarxistin. Li gorî Şervîn di wan dewreyan de, têgehên azadî, koçberî, yekitiya jinan, ferdperestî, baviksalarî û hawîrdor, her wiha gelek dozên din ên akademîk hatine nîqaşkirin û der barê hevjiyana azad, tenduristî û edaleta civakî de nêrîn hatine parvekirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Şervînê anî ziman ku li Ewropayê gelek civîn û kongre hatine lidarxistin mîna Kongreya Viennayê ya bi dirûşma “Em hêza xwe dixwazin”, Kongreya Hamburgê ya ronakbîr Abdullah Ocalan, Kongreya Lozanê û Modernîteya Demokratîk li Kolombiyayê ya ku Akademiya Jineolojiyê tevlê bûye. Li gorî Şervîn mîna van çalakiyan derfet da jinan ku tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin û şoreşa jinan di Şoreşa rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê de binirxînin.

Şervîn da zanîn ku Akademiya Jineolojiyê hewl dide xwe bigihîne hemû jinan û wiha domand: “Em ji bo em sûdê ji tecrûbe, lêkolînên jinên têkoşer ên li Tunisê, Misir, Filistîn, Îran û Afganistanê yên ku li hember pergalên zordest li ber xwe didin bigirin û wan nas bikin, di nava heldanan de ne. Armanca me ya sereke ew e ku li hemberî dijberên jinan û yên ku dixwazin azadiya jinan têk bibin, eniyeke hevgirtî ya xurt ava bikin.”

Şervîn Nûdem axaftina xwe wih bi dawî kir: “Divê em têkiliyên domdar bi tevahî jinan re çêkin. Projeyên cihêreng li dar bixin ku pergala qirkirinê ya li dijî gelan û jinan binirxînin. Rêbazên berxwedanê bi rêya lidarxistina werçeyên hevbeş di navbera rêxistin û destyên jinan de pêş bixin ku ew jî zilma li ser jinan û gelên bindest û desthilata pergala baviksalarî bi dawî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar