Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Sewalvaniya li zozanên Pênciwênê

Niştecihên gundê Gelale ya bajaroka Berzence, salana bi hatina werza havînê re berê xwe didin zozanên navçeya Pênciwên. Gundî heya dawiya werza havînê li zozanan dimînin û sewalvaniyê dikin. Welatiyan da zanîn ku li rexmê ku jiyana wan zore, lê bi karê xwe kêfxweş in

Her sal bi hatina werza Havînê re gundiyên gundê Gelale ya bajaroka Berzence ya Silêmaniyê, ji bo xwedî kirin sewalan berê xwe didin zozanan. Xelkê gundê Gulale her sal havînan berê xwe didin gundê Sêbwaran yê ser bi bajarokê Nalparêzî a ser bi navçeya Pênciwênê.

12 malbatên gundê Gulale her sal di werza havînê de bi hevre ji bo xwedî kirina sewalan diçin zozanan. Welatiyê bi navê Mihemed Osman got ku ew her sal di meha hezîranê de berê xwe didin zozanên Pênciwênê. Osman da zanîn ku ji ber cihê wan ji bo havînê ne guncawe, ew ji bo xwedî kirina sewalan berê xwe didin zozanên Pênciwênê.

Her serê sibehê jin radibin ji bo xwarina spêdê amadekariyan dikin. Jin danê sibehê meşk dikeyîn û zilam jî ji bo xwarina spêdê sewalan dibin cihê doşînê. Şivan her nîvro jî ji bo bêhnvedanê vedigerin malê. Dewê meşkê ku dayikan keyî, her nîvro bi xwarinê re tê vexwarin.

Danê êvarî şivan carek din sewalên xwe berdidin û rojavabûnê re vedigerin ser cihê xwe. Bêguman weke her demî karê zehmet yê jinan berçave. Jin şîr dikelinin, dikin penîr, mast, keşk, dohn û lorik. Bi qasî ku ji bo malbatan lazime dimîne û yên dimîne jî ji bo debara jiyana xwe difiroşin.

Osman da zanîn ku ji ber cihê wan ne guncawe ew berê xwe didin Pênciwênê. Osman diyarkir ku zozanên Pênciwênê hênik in û ji bo xwedî kirin sewalan guncaw e. Her wiha diyarkir ku ew her sal di hezîranê de tên û heya 20’ê îlonê li zozanan dimînin.

Jina bi navê Naske Sabir li ser rewşa jiyana xwe axivî û wiha got: “Temenê min bi vî karî ve derbas bûye. Jiyana me xweş e û em kêfxweş in.”

Welatiyek din yê bi navê Ehmed Ebubekir jî got ku li rexmê  jiyana wan zore, lê ew neçar in jiyana xwe li ser xwedîkirina sewalan derbas bikin.

Gundiyên Gelale 3 mehan li zozanên Pênciwênê dimînin û di meha Îlonê de vedigerin ser malên xwe. SILÊMANÎ

Çavkanî: Herêm Qadir / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar