Guherandina demografiya Kurdistanê ji sedan salên berê û şûnde hêşta jî berdewam e. Qirar e ku di sala 2020‘an de li Kerkûkê û herêmên din ên veqetiyayî ji herêma Kurdistanê serjimêriya nifûsê bê encam dan. Ji niha ve şewitandina genim û zeviyên gundiyên kurd li derdora Kerkûk û bajarên din ên başûrê Kurdistanê bi armanca valakirina kurdan ji herêmê tê kirin. Ger hingî hejmara kurdan ji ya salên berê kêmtir be, hingî tirk digihêjin armanca xwe ku bêjin Kerkûk bajarekî tirkmenan e. Ji bo dewleta Iraqê jî yê bajarekî wiha ku xwedî nasnameya kurdî nebe baştir be. Di vir de ye ku ew du dewletên dagirker digehêjin hev û li dijî kurdan yek deng in.
Îro ji Efrîn, Kobanê û Şengalê bigire heya Kerkûk û herêma Biradost erdê Kurdistanê dişewite. Serkêşiya van kiryarên dijmirovahî û kirêt li hin deran DAIŞ‘ên hov û li hin deran jî dewleta Tirkiyeyê ne. Dewleta Iraqê jî çavê xwe li hinek kiryarên Heşdî Şeibî digire ku li Kerkûkê li dijî hebûna kurdan bi şev û roj dikin.
Genim hewcehiya yekê ji jiyana gundî û hejarên civakê re ye. Hebûn û berdewamiya jiyanê bi erd û karê cotyariyê ve girêdayî ye. Gelo dema ku dijminên kurdan ji bo tunekirina kurdan li ser axa wan sînoran nenasin, lê çima partî û rêxistinên kurdan hêşta jî nebine xwedî stratejiyeke hevpar û yekgirtî? Kî yê dengê gundî û cotyarên kurd bibîhîse ku durist di dema dirûtina berhemê xwe yê pêgehiştî de rastî cehnemekê ji agirê malwêranker tên? Di van şertên giran de berpirsyartiyên exlaqî, siyasî û kurdperweriyê li ku mane? Kesên ku bê pêşbînî hatin û li ser hisaba hêza xelkê refrandum çêkirin, niha çawa dikarin li hemberî van kiryarên trajîk bêhelwest bin? Ma Kerkûk heya duh Qûdisa kurdan û dilê Kurdistanê nebû? Ma êzidî kurdên herî resen nebûn?
Rêxistinên kurdan ên herî xwedî hêz ger îro karekî nekin, sibê yê li hemberî dîrokê çi bersivekê bidine gelê xwe?
Ger rêxistinên Kurdistanê karekî nekin gelo hingî der barê vê mijarê û vê serdema dîrokî û hesas de erkên li pêşberî takê kurd çi ne?
Dîtin û temaşekirina wêneyên bi vê nivîsê re belkî zêdetir hevkar bin ku asta bilind û kêm mînaka vê rewşa heyî ya tije tahlûkeyê baştir raxe ber çavan.
Serokê herêma Kurdistanê yê nû
Roja 10.06.2019‘an sonda Nêçîrvan Barzanî yê ji bo karê serokatiya herêma Kurdistanê li Başûr bû. Bi dîtina wan dîmen û dîmenên cara yekê ku Mesûd Barzanî bibû serokê herêmê, cudatî zêde bûn.
Ez nizanim li gor yasaya kabîneya 9‘emîn a hikûmeta nû di bin serkêşiya Mesrûr Barzanî de sînorê desthilatdariya Nêçîrvan Barzanî yê heya ku derê be, lê ew her du jî ciwan in û hêvî ew e ku di her qadê de nûxwaz bin.
Beriya ku hinek bi dirêjî li ser vê mijarê binivîsim pêwîst e van xalên jêr bi bîra we jî bînim ku min di roja wê merasimê de dîtin:
- Marşa Ey Reqîb ku biryar bû di destpêka bernameyê de bê xwendin, hate rakirin. Ev tenê ji ber hatina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bû ku partiya wan AKP-MHP qirare di 23‘yê hezîranê de li Stenbolê bikevin hilbijartinan. Ger marşa neteweyî ya miletekî 50 milyonî li wê rojê bihata xwendin yê dijberên AKP-MHP‘ê li dijî wan antîpropagande bikirina. Yê dengderên alîgirên HDP‘ê dîsa hêza xwe ya di warê siyasî de xûya bikirana û hestên kurdperweran bilind bibûna!
- Di rojeke wiha dîrokî de ku êdî pêvajoyeke nû ya siyasî li herêma Kurdistanê dest pê dikir ji hêlekê Wezîrê Derveyê yê dewleta dagirker a Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û li derdora wî jî serokkomarê Iraqa federal Berhem Salih, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û dehan kesayetiyên din rûniştibûn, ji hêla din jî balefirên şer ên dewleta Tirkiyeyê li herêma Biradost gundê Mêrgereş li geliyê Şêx Zazanî bombaran dikirin. Pêşmerge birîndar, malên xelkê wêran û daristanên Kurdistanê jî dihatin şewitandin! Gelo mimkun e serok û birêveberên welatekî di wan kêliyan de haydarî wan êrişan nebin? Çima heta yek kes jî li dijî van kiryarên dewleta dagirker a Tirkiyeyê peyvekê neaxivî? Gelo yê hingî mêvanê wan yê xoştivî salon biterkandiba?
- Di roja sondxwarinê de kombûna ewqas aliyên siyasî û kesayetiyên naskirî di merasîmê de girîng e û hêvîdar im sûdên mezin jî bixwe ve bîne. Di merasimên wiha de ye ku pêngavên nû têne hilanîn ku di birêvebirina welat de bibin xwedî stratejiyeke bihêztir ji berê. Partî û aliyên siyasî ku bi taybetî jî di çend salên derbasbûyî de li başûrê Kurdistanê zêde bi hevre hevgirtî nebûne, vê carê li dora hev kom bibûn. Ev tablo tenê di asta başûrê Kurdistanê da bû û diyar bû ji ber tirsa ji Tirkiye û Îranê kirasekî Kurdistanî nekiribûn ber wê merasima xwe!
- Di gotara hinek kesan de li ser herêmên veqetiyayî ji hikûmeta herêmê jî îşareyên kurt hebûn ku bi nêrîna min yek ji erkên herî girîng ên serokê herêmê û hikûmeta başûrê Kurdistanê yê ev mesela girîng û dîrokî be. Ji xeynî Mesûd Barzanî kesî îşare bi wan herêman nekir ku di dîroka Kurdistanê de tim pareke cudanebûyî ji axa welatê me bûne. Ne navê Kerkûkê, ne navê Heşdî Şebî (Wehşî) û ne jî navê Şengal û Xaneqîn di bala kesî de nebû. Êdî Heşdî Wehşî ku tu hovîtî neman û li Kurdistanê nekirin, ji bîra herkesekî çûbû!
- Di gotara Nêçîrvan Barzanî de bi aşkerahî xûya bû ku xwest bêje kes nikare hebûna kurdan li Rojhilata Navîn înkar bike. Pirsgirêka ku ji ber rêbazên înkarkirin ji hêla dewletên totalîter ên weke Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê hêşta jî nehatiye çareserkirin. Di wê gotarê de xala herî girîng ev bû û xelas.
- Ji gelek deran berdevkên welat û partiyên siyasî hebûn, lê mixabin ji birêveberên kantonên rojavayê Kurdistanê kesek nehatibû yan jî nehatibûn vexwendin! Her wiha ji bakurê Kurdistanê jî nunerekî HDP‘ê li wir amade nebû! Ev di rewşekê de ye ku parlementoya başûrê Kurdistanê bi awayekî fêrmî hebûna wan kantonan pejirandiye û li başûr xwedî nuneratî ne.
- Kêmbûna hejmara jinan di merasimê da valatiyeke berçav û dûr ji çaveraniyê bû.
- Kêmbûna mêvanên ji dervey welat, yanî siyasetmedarên payebilind di asta wezîrê derve de ji amerîkî û welatên Ewropayê durist berevajî wê rojê bû ku cara yekê Mesûd Barzanî di merasimeke wiha de sonda serokatiya herêmê xwaribû.
- Vê carê berevajî serokkomarên kurd ên berê gotinên Berhem Salih gelek kurdistanî bûn ku bawer im yê ji hêla ragihandina erebên nasyonalîst ve rastî hinek rexneyan bê. Ew diviyabû berê bi erebî biaxive, lê wiha nekir û berê bi zimanê xwe yê zikmakî axivî.
- Hemû kurdên Kurdistanê li bendê bûn ku di gotara serok û birêveberên kurd de îşareyek bi êş û elemên kurdên parên din jî hebûya, lê mixabin heta di medya başûr a girêdayî wan partiyên siyasî de jî peyvek li ser vê mijarê nehate bihîstin! Xûyaye ku berjewendiyên siyasî-aborî yê dîsa weke salên berê doza kurdên bakur, rojhilat û rojava bi pişt guhê rayedarên başûrê Kurdistanê de bihêle!
Erkên li ber N. Barzanî çine?
Sê xalên di nêrîna min de pir girîng ku dikarin pêvajiyeke nû di dema serokatiya herêmê a rêzdar Nêçîrvan Barzanî de bidin destpêkirin ev in:
- Sîstema siyasî ber bi seqamgîriyeke siyasî û xwedî ruknên esasî ve bibe. Bi partiyên din yên li Kurdistanê bi kultureke tije milpanî û tolerans dan û standinê bike an jî sîstema parlemanî ji kirasê xwe yê hizbatiyê di salên bihûrî de derkeve.
- Dawî bi gendeliyê bîne ku di gelek aliyan de bûye sedema pêşnekeftina welat di her warî de. Ger gendelkar û vîrusên vê êşa giran neyên tunekirin, ew ê nekarîbe di warên siyasî û civakî de jî biser bikeve. Bêkarî û li ber çavgirtina daxwazên ciwanên kurd bi vê rewşê ve girêdayî ne.
- Serweriya axa sinorên başûrê Kurdistanê ku ne di axaftina Berhem Salih da hebû ne ya Nêçîrvan Barzanî û serokê berê yê herêmê M. Barzanî de bibe ruknekî esasî yê stratejiya birêveberên nû yên herêmê. Di rojeke wiha de ewên ku bûne sedema şewitandin û wêrankirinê li bakur û niha jî başûr di rêza pêşiyê de rûniştibûn ku yek jî wezîrê derve yê Tirkiyê bû.
Girîngiya seqamgîriya siyasî bi awayekî ku domdirêj be di hemû welatên pêşvero yên cihana îro de xwedî rolekî sereke bûye. Her wiha girîngiya nebûna gendeliya siyasî-aborî, civakî û çandî jî ku dibe sedema îcadkirina kar ji takên civakê re.
Mînak têkeliyên aborî yên Rûsya û Çîn an jî Îran û welatên Ewropayê ku ji ber bêseqamgîriyê Çîn û Ewropayê amade nîn in tevî wan bikevin nava têkiliyên bihêz ên aborî û siyasî.
Seqamgîriya siyasî dibe sedema pêşkeftina aborî û hatina kapîtalê bo her welatekî ku xwedî rêbazeke wiha be.