Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şêwazên perwerdeyê II

“Karê hawîrdorê ne teşegirtina zarokê ye, karê wê ew e ku rê bide zarokê da ku zarok xwe aşkera bike, ango ji qafikê xwe derkeve” (Maria Montessori)

Hefta borî min li ser şêwaza malbata demokratîk nivisîbû. Vê heftê ez ê bi metodên perwerdeyê yên din berdewam bikim.

Perwerdeya malbatê, têkiliya civakî ya di navbera mirovan de ye ku tê de mezin, ango dê û bav bi zanebûn hewl dide ku zarokê xwe pêşve bixe, xurt bike. Di vê pêvajoyê de pêdivî û taybetmendiyên kesane yên zarokê jî digire ber çavan. Hînkirin di vir de perçeyek pêvajoya civakîbûnê ya berfireh e.

Di sedsala 20‘an de nêrîna zarokan dihat paşguhkirin. Ew dihat wê wateyê ku dê û bav tiştan li ser zarokan ferz dikirin û zarok neçar diman û gorî daxwaza dê û bavan tevdigeriyan. Wê yekê jî pêkû ji hêla dê û bavên xwe ve werin qebûlkirin, bibin perçeyek ji cîhana wan, dikirin.

Em dibînin ku têkiliya vê yekê bi têgihîştina îroyîn a têkiliya dê û bav-zarok re tune an jî gelek kêm e û divê zarok wekî ferdên serbixwe bêne hesibandin. Gelek zanyarên civakî û perwerdeyê jî dibêjin, divê bandora dê û bav di perwerdeyê de an jî mezinbûnê de li ser zarokê hebe.

Weke tê zanîn perwerdeya rûbirû roja zarok ji dayîk dibe dest pê dike. Dê û bav, zarok hîn virniye bandor li ser zarokê dike. Zarok jî wek lufikê wan zanyariyan dikişînin û hîn dibe.

Gorî perspektîfa akademîk heşt şêwazên mezinbûnê, ango perwerdaya malbatê hene. Hefta borî min li ser şêwaza demokratîk nivisîbû. Lê ji bilî vê şêwazê, şêwaza otorîter, dij-otorîter, xweser, destûrdar, wekhevparêz, laissez-faire û ya rast hene.

Şêwazên wek demokratîk, otorîter û laissez-faire di salên 1930‘an ji hêla koma lêkolînê ya Kurt Lewin de hatine lêkolînkirin û wek metodên perwerdeyê hatine binavkirin. Psîkolog Kurt Lewin hemdemê Sigmund Freud bû, lê ji hevkarê xwe bi tevahî cûda xebitî. Demek dirêj, dînamîkên komê di navenda lêkolîna wî de bûn.

Taybetmendiya metoda otorîter de beşek mezin a çalakiyan ji hêla dê û bav ango perwerdekaran de têne bikaranîn. Hinek terapîstê malbatan vî şêwazê wek “dîktatoriya dê û bav” binav dikin. Rêzik, hêviyên mezin, xelat û ceza ev şêwaza mezinbûnê diyar dikin. Zarok li gorî ramanên mezinan tevdigerin û gorî dawxazên wan, jiyana xwe dizayn dikin.

Dê û bav ji hewcedarî û daxwazên zarokan re hindik rêz digirin. Ji ber ku ew bi piranî ji wan re dibêjin ka çi bikin. Dema ku zarok bi rengek otorîter tê mezinkirin, ew têne şermandin û sansurkirin. Ji ber ku di vê şêwazê de avahiyek hiyerarşîk a diyar heye û zarok bindestê mezinan e. Bi vê şêwaza mezinbûnê ya dê û bavên otorîter, dê û bav piştgiriya hestyarî kêm didin zarokên xwe. Ji ber rêgez û fermanên hişk hatine dayîn, zarok ne xwediyê derfeteke ku bi pêbaweriyek tendurustî pêşve bikeve.

Em îjar li ser şêwaza laissez-faire bisekinin. Di vê şêwaza mezinbûnê de, dê û bav li hember zarokê pasîf dimînin. Her wiha mirov dikare bibêje ku ew formek ji şêwaza mezinkirina dij-otorîtere ku dê û bav di vê polê de dijberî hişmendiyek otorîter bê sînor de, dijîn. Tenê hinek hewceyên zarokan tê berçavkirin. Di vir de çarçoveyek zelal tune ku rê û ewlehiyê peyda bike.

Daxwazên dê û bavan ên bi zorê ji zarokan re tune ne û ew di nîqaşan de kêm bala xwe didin nêrînên zarokan. Di şêwaza laissez-faire de, dê û bav meylek xemsar û bê enterese nîşanê zarokan dîde ku, pêku xwe ji zehmetiyên dûr bixin. Di rewşên awarte de, dê û bav bi şêwaza mezinbûna laissez-faire zarokên xwe paşguh dikin.

Meriv dikare bêje, metoda otorîter û ya laissez-faire ne metodên hesan in, ji ber ku dijberê hev in û ji bo mezinkirina zarokên îroyîn, ne metodên hêsan in.

Kî li jor be, ev nayê wê wateyê ku mezin e. Mînak çûçik dema li esman firdide mezin û bi hêz e. Ji bo çûçikê vê demê mirov biçûk in. Lê dema tê erdê mirov jê mezintir in. Ji ber vê yekê divê mirov ango dê û bav xwe wisa mezin nebîne û têkiliyên germ û qebûlker bi zarokan re çêbike, daku zarok rêya xwe bikaribe bibîne.

Nûçeyên Têkildar