Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Şêwazên perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê zikmakî

Em dizanin di derbarê perwerdeya zarokan de gelek dê û bav li hev nakin. Hinek dê û bav zarokên xwe li ser destên xwe digerînin hinek jî tiliyan nîşanê zarokên xwe dikin. Hinek gelek bînfireh tevdigerin, hinek zêde kontrol dikin, hinek zêde diparêzin. Piraniya dê û bavan dixwazin ji dê û bavên xwe cudatir perwedeyek bidin zarokên xwe.

Lê gelo perwerdehiya ‘rast‘ çi ye?

Şêwaza dê û bavtiyê ya nerm di bingeh de tevliheviya şêwazên dê û bavtiyê yên cihêrenge ku giraniyê dide ser şêwaza dê û bavparêziya demokratîk.

Taybetmendiyek girîng ev e ku mezinbûn li gorî rewşê pêk tê. Ji ber vê yekê dibe ku di hin rewşan de çalakiya otorîter bi qaîdeyên zelal pêk were û di rewşên din de jî bi demokratîkbûnê biryar bê girtin ka kîjan tedbîrên perwerdehiyê werin girtin. Her wiha dikare bibe ku tişt li ser bingehek wekhev bêne lihevkirin, nîqaş û biryar bêne girtin û ji aliyek din ve, biryar tenê ji hêla dê û bavan ve werin girtin.

Ji ber mijara me şêwaza perwerdeyê ye û ev hefteyeke ji bo roja Cejna Zimanê Kurdî ango 15’ê Gulanê gelek çalakî, civîn, konferans û rojên wêjeyê tên lidarxistin. Dixwazim vê nivîsa xwe li ser perwerdey zimanê kurdî berdewam bikim. Helbet dibê dê û bav bi şêwazên demokratîk û rast zarokên xwe perwerde bikin. Lê di hinek mijaran de hişk bûn lazim e. Ev hişkbûyîn ji bo zimanê zikmakî derbas dibe. Minak di perwerdeya ziman de gerek dê û bav rolên xwe bileyzîn û tavîz nedîn. Dê û bav nikarin berpirsiyariyên xwe bavêjin ser zarokan an jî saziyan da ku, çima zarok hînê zimanê dayikê nabin an jî sazî çima ziman hînê zarokên wan nakin.

Weke min di jor de anî ziman, ev cend roj in li ser platformên dîjîtal li televîzyonan gelek bername di derbarê 15‘ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hatin çêkirin û hîn tên çêkirin. Ez jî gelek caran wek guhdarvan tev li civînên li ser platformên dîjîtal bûm. Di van civînan de axaftvanan gelek xalên girîng ên di derbarê zimanê kurdî û perwerdehiya kurdî de anîn ziman.

Herî dawî beriya ez bi xwe bernamê di Jin tv de di derbarê roja Cejna Zimanê Kurdî de çêbikim, tev li konferansa ziman bûm. Ev konferans ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Almanya,Yekitiya Mamosteyên Kurd û Kurd Akadê ve hat lidarxistin.

Ez bûm guhdara beşa dawî ya konferansê. Ev beş jî li ser zimanê kurdî û sînorên pergela perwerdehiyê bû. Rohan Mistefa, Hevseroka Zanîngeha Rojava ye, behsa sîstema zanîngeha bi zimanê kurdî kir. Weke tê zanîn perwerde li Rojava di bin şert û mercên şer de tên dayîn. Ev jî bixwe re gelek zehmetiyan derdixe holê.

Di nav şer de avakirina zanêngehek alternatîf û demokratîk û birêvebirina wê, ne hêsan e. Lê çawa ku şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê bû hêviya alternatîfa jiyanê, Zanîngeha Rojava jî alternatîfek e. Li Rojava bingehek ji bo perwerdeya ziman û zanista bilind hatiye danîn û li wir gorî beşan hemû materyal bi kurdî tên amadekirin.

Li Başûr gorî zanyariyan 32 zanîngeh hene, li Rojhilat hakeza, li Bakur dîsa di hinek zanîngehan de beşên kurdî hene. Pirsgirêka me kurda ji ber sedemên bêwelatîbûn û neyekitîbûnê gelek in. Yek ji wan jî, hevbeş nekarkirin û nebikaranîna zimanê perwerdehiya bilind e.

Ez naxwazim dirêj li ser vê mijarê biskinim. Wek min di jor de anî ziman, min jî bernamek li ser roja Cejna Zimanê Kurdî çêkir. Mevanên bernamê ji Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê Aysel Avesta Aydin, ji Rojava Cîgira Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Ferîde Îbrahîm û ji Bakur jî ji Tora Ziman û Çanda Kurdî Cevahîr Sadak bûn.

Her sê mêvanan jî behsa girîngiya zimanê kurdî û hewldanên ji bo perwerdehiya ziman a li dibistanan kirin. Weke tê zanîn li Rojava bi şoreşa Rojava re sîstema perwerdeyê xwe guherand. Li wir hemû pêkhate gorî zimanê xwe perwerde dibînin. Kurd bi kurdî, ereb bi erebî. Demek şûnve di nav perwerdeyê de zarok hînê zimanê cîranê xwe jî dibin. Ev jî metodek di cih de ye û di hêla ziman de dewlemendiyeke.

Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê ev 27 sal in kar û xebatên ziman û lêkolînên kurdî dikin. Çiqas kêmasî jî hebin, divê mirov keda wan hevalên li vir kar dikin nexwe. Bi salan e pêkû zimanê kurdî pêş bikeve ked didin. Ji bilî tomarkirina arşîv û lêkolînên zanistê, redektekirina pirtûkan, ev bi salan e ji bo zimanê kurdî bi meclis û saziyan re hevbeş kar dikin.

Li Ewropayê dîsa gelek saziyên ji bo perwerde û zanista kurdî kar dikin hene. Yek ji wan jî Yekitiya Mamosteyên Kurd ên li Ewropayê ye. Gorî zanyariyên YMK‘ê  li 5 eyaletên Almanyayê dersên kurdî di dibistanan de tên dayîn. Nêzî 3 hezar zarok, li 43 bajaran tev li dersan dibin.

Heya wir her tişt normal xuya dike. Lê nenormal e. Ji ber ku li Almanyayê gorî zanyariyan ji milyonek zêdetir kurd dijîn. De were gazincan neke. Ka ev malbatên me? Ka kurdhez? Ka ev welatparêzên me? Gelo hemû kurdî baş dizanin û bixwe kurdî hînê zarokên xwe dikin? Helbet em hemû jî dizanin ku ev ne wisa ye. Malbat ji saziyan, sazî ji malbatan gazincan dikin.

Li Ewropayê zarok di nav gelek çandan de bi duzimanî (bilingual) an jî pirzimanî mezin dibin. Ev bi xwe re zêdehiyan an jî kêmaniyan tîne. Minak ji bo pêşerojê, pirzimanî avantajek e mezin e. Ev dikare gelek derî û rêyan ji bo zarokan veke. Zarok dikarin ji pirtûk û lêkolînên biyaniyan sûdwerbigrin. Dikarin di karên dîplomasiyê de cih bigirin.

Bi salan e siyasetmedarên biyanî li ser navê me siyasetê dikin. Lê heger zarokên me bi zanebûn mezin bibin û bi kurdiyek zelal biaxifin, her wiha pirzimanî mezin bibin, dê bikaribin ji bo gelê xwe bi xwe biaxivin. Derdê xwe bi xwe lêv bikin.

Lê ji bo wê ya divê dê û bav zarokên xwe hînê kurdî bikin. Heger em nikarin zarokên xwe bi xwe hînê kurdî bikin, em wan teşvîqê çûyîna dersên kurdî yên ku di dibistanan de bikin.

Belê rast e astengî gelek hene. Lê ev astengî, bi hevbeş karkirinê ji holê dikarin rabin.

Ez dixwazim bi vê nesîheta Celadet Elî Bedirxan nivîsa xwe  bi dawî bikim.

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”

Cejna Zimanê Kurdî li we, li me hemûyan pîroz be!

Nûçeyên Têkildar