Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêwira jinên kurd li Silêmanî dest pê kir

Şêwira jinên Kurd bi tevlibûna jinên kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Qirkirina jinan bi dawî bikin’ dest pê kir

Bi pêşengtiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê şêwira jinên Kurd bi beşdarbûna jinên Kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê û bi dirûşmeya ‘Qirkirina jinan bi dawî bikin’ li Hola Tawar a Silêmanî dest pê kir.

Destpêka şêwirê Seroka Yekîtiya Jinan a Kurdistanê Kafiya Silêman peyamek da û diyar kir ku sedemê esasî ya qetilkirina jinan sîstema serwerî ya mêr e. Ev sîstem jinê weke milkê mêr dibîne û wiha got: “Sîstema serwer a mêr jin kuştin wek sûc nabîne. Li başûrê Kurdistanê qetilkirina jinê pir zêde bûye, ji ber ku azadiya jinê sînordar e.”

Piştre jî Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad jî peyamek da û ev tişt anî ziman: “Li nava civaka Kurd de gotina jinê û mafê jinê pir hatiye piştguhkirin. Pirsgirêka esasî ya jinan parçebûn e. Bi têkoşîna jinê ya îro kiriye ku jinên Kurd li cîhanê bê nasîn. Dem dema azadiya jinê ye.”

Dê şêwira jinên kurd bi du panelan were lidarxistin.  Panela yekemîn a şêwirê wê bi moderatoriya Mijde Abbas Hîdayet ve were rêvebirin û wê ji Rojhilatê Kurdistanê Endama Komale Sirwa Nasirî li ser mijara ji aliyê yasayan ve tundiya li ser jinan û girtina jinan, ji Başûrê Kurdistanê Endama Yêkitiya Jinên Kurdistanê Şewbo Mistefa Eskerî li ser mijara di nasnameya jin de rola yasa û çandê, ji Bakurê Kurdistanê Berdevka Meclîsa Jin a HDP Ayşe Acar Başaran li ser mijara di bin zexta siyasî de rewşa jinan raweste û nirxandinan bike.

Panela duyemîn a şêwirê wê bi moderatoriya Sazyan Şehîd Talib ve were rêvebirin û wê di panela duyemîn a şêwira jinên Kurd de Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwîd mijara di bin dagirkeriyê de rewşa jinan, ji Şengalê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî Îbrahîm jî mijara ‘Di roja me ya îro de rewşa jinên Ezidî’ binirxîne.  Piştî nirxandinan li ser mijarên hatine destgirtin û bi giştî li ser rewşa jinan a li çar aliyê Kurdistanê wê guftugo bê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar