Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî, li Qada Deriyê Çiyê ku beriya 96 salan lê hatin darvekirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku zilma desthilatê îro jî didome û hat xwestin ku cihê gora Şêx Seîd were aşkerakirin

Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, têkildarî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê (Qada Şêx Seîd) ya Amedê çalakiya bîranînê pêk anî. Di daxuyaniyê de wêneyê Şêx Seîd hat vekirin. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên HDP’ê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û endamên komeleyê beşdar bûn.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat diyar kir ku demekî dirêj e zilm li kurdan tê kirin û wiha got: “Pirsgirêka kurdan bi kuştin û gefan xelas nabe. Yek kuştin bi hezaran ji dayik bûn. Ev polîtîka ne rast in. Bila çand û zimanê kurdan nas bikin. Kurd hebûn û wê her hebin jî. Divê em xwedî li dîroka xwe derkevin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî lanet dikin. Ew şehîdên me ne, rêya wan rêya me ye.”

Em ê xebatên xwe bidomînin

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Bi salan e kurd li vê derê dijîn ji cihekî din nehatin. Berxwedana wan jî ne sekinî, berdewam kir. Em niha cihê gorên wan nizanin. Zilma wan desthilatan îro jî didome. Heke wê rojê ji van zilman re çareyek hatibûya dîtin ev bûyer nedihatin qewimîn. Lê wan desthilatan ji aştiyê re tu helwest negirtin, şer hilbijartin û wiha berdewam kirin. Ev pirsgirêk neyên çareserkirin wê aştî neyê. Daxwaza Şêx Seîd û hevalên wî çi be îro daxwazame jî ew e. Em dixwazin li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Heta ku em bigihin armanca wan em ê xebatên xwe bidomînin.”

Li dijî înkarê derketin

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ku daxuyanî xwend, diyar kir ku beriya 96 salan Şêx Seîd û hevalên wî şehîd bûne û wiha got: “Li dijî zilm, înkar û ji holê rakirinê derketin. Ligel bi ser berxwedana 1925’ê re 96 derbas bûn jî rastiya civakî û dîrokî hêj bi hemû aliyên xwe ve nehatiye derxistin. Ligel biryarên darvekirinê ya derbarê Şêx Seîd û hevalên wî bi ûsûla xwe nehat kirin cenaze jî teslîmî malbatan ne kirin. Bi vê yekê xwestin bikevin pêş hem berxwedana wan a mafdar hem jî jiyîna navên wan.”

Ji miriyên me jî ditirsin

Kaya da zanîn ku cihên gorên Şêx Seîd, Xalît Begê Cibrî û hevalên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û gelek navên rewşenbîrên kurd nayên zanîn û wih got: “Ji miriyên me jî ditirsin. Ev biryara polîtîk bi tu rêgezên hiqûqî, exlaqî û însanî nikare were aşkerakirin.”

Her wiha Kaya diyar kir ku ev helwesta li dijî miriyan nayê ravekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ligel ku Dadgehên Îstîklalê ji holê hatin rakirin jî îro girtekên dadgehê yên Şêx Seîd û heval ên wî nehatin aşkerakirin. Banga me ji vir ew e ku di serî de Şêx Seîd û hevalên wî, Xalit Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû miriyên me yên din re gorekê dixwazin. Em ê girêdayî îdealên wan ên ku di oxira wê de canên xwe dane bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar