Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêxê eşîra Fedan: Em bi fikrê Ocalan re ne

Şêxê eşîra Fedan a mezintirîn eşîrên ereb li Girê Spî û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn li ser peyamên Olana wiha got: Em bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne û destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de red dikin.

Şêxê eşîra Fedan a ji mezintirîn eşîrên ereb li Girê Spî û beşek ji qebîleya Enza ya ji mezintirîn qebîleyên Erebistana Siûdî Şêx Fewaz Ubeyd El-Salih El-Xebîn di hevdîtineke xwe li gel ajansa ANHAyê destnîşan kir ku ew bi rêberê gelan, rêberê azadiyê Abdullah Ocalan, yê hewl dide aştî û edaletê li herêmê pêk bîne, re ne.

Şêx Fewaz destweranên Tirkiyeyê red kir û anî ziman ku gelên herêmê bi hev re bêyî cûdabûn bi azadî û aştî dijîn.

Rêber Abdullah Ocalan rêberek li ser rêya heqiyê ye’

El-Salih bal kişand ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Rêber Abdullah Ocalan rêberek li ser heqî û edaletî ye. Ocalan banga azadiya hemû gelên bindest dike. Ferqê naxe navbera kurd û ereban. Lê kesên edalet û azadiyê red dikin ew girtin û tecrîd lê ferz kir.”

Şêx Fewaz diyar kir ku Tirkiye xebatê Ocalan ên ji bo çareserkirina krîzên herêmê asteng dike û wiha got: “Tirkiye li dijî edalet û azadiyê ye. Berjewendiyên xwe di kûrkirina aloziyan de dibîne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 7ê Tebaxê bi rêya parêzeran nameyek şandibû. Ocalan di nameyê de dibêje ew amade ye pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Li ser vê Şêx Fewaz wiha got: Em bi dil û rih bi Rêber Ocalan re ne. Em ji kesên ji vî welatî hez dikin.”

Ferq di navbera me û gelê kurd de nîne’

Şêx Fewaz Ubey El-Salih di berdewama axaftina xwe de îşaret bi têkiliyên kurd û ereb kir û wiha got: “Ger em rûpelên dîrokê vekin em ê bibînin ku ferq di navbera me û gelê kurd de tune  ye. Xemgîniya me xemgîniya wan e û kêfxweşiya me kêfxweşiya wan e.”

Dewleta tirk teror bi xwe ye’

Şêxê eşîra Fedan piştgiriya dewleta tirk a bi komên çete re bi bîr xist û wiha pê de çû: “Dewleta tirk û alîgirên wê teror bi xwe ne. Gelên vê herêmê çi ermen, çi ereb, çi tirkmen û çi kurd be an jî koçer be, tu ferq di navbera wan de tine ye. Kesên ferqê derdixin heman kesên ku aloziya Sûriyeyê kûr dikin in. Ger Tirkiyeyê û çeteyên wê be anî jî rejîm û hêzên serwer ên li herêmê bin.”

Yên xaka me qirêj bikin em ê li dijî wan bisekinin’

Şêxê eşîra Fedan teqez kir ku şêniyên herêmê bi eşîrên xwe ve amadene ku li hemberî gefên Tirkiye yên dagiririna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û ev tişt anî ziman: “Ev xak a hemû eşîr û pêkhateyên lê dijîn e. Xwediyê vê axê dê wê biparêzin. Mafê Tirkiyeyê nîne ku derbasî xaka me bibe û wê dagir bike. Yê xaka me qirêj bike em ê li dijî wî bisekinin.”

Li herêmên me aştî û jiyana hevbeş heye’

El-Salih îşaret bi sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Li herêmên me hezkirin, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan heye. Her pêkhateyek bi ol, netew û baweriya xwe dijî.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar