Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şêxo: Efrîn bi Hatayê ve hatiye girêdan

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ku serdana Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli ya ji bo Efrînê nirxand, got: "Efrîn niha bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan."

Bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilataê Sûriyeyê, di 20’ê çileya 2018’an de rastî êrîşa Tirkiye û komên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dike hat û di 18’ê gulanê de jî ket bin kontrola komên selefî. Ji roja ku Efrîn ketiye destê van koman, ji revandina mirovan û kuştina mirovan bigire bûye warê her cure xirabiyan. Efrîn ku beriya êrîşê ji sedî 90 serjimariya wê kurd bûn, niha demografiya wê hatiye guherandin û bi vê re şopên kurdan tên malaştin. Piştî ku ket destê Tirkiye û komên selefî, zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û li şûna wan ji Îdlîb, Hûmûs, Hama, Gûta, Lazkiye û Helebê malbatên komên selefî li vir hatin bicihkirin. Ji xeynî vê li dibistanan zimanê tirkî bû zimanê perwerdheiyê yê mecbûrî û navê cihan hatin guherandin û navê tirkî li wan hatin kirin. Herî dawî jî lewheyên ku navên kurdan ên bi kurdî-erebî hatin guherandin û li şûna wan navê erebî û tirkî hatin nivîsandin.

5 sal di ser êrîşê re derbas bûye, lê hê jî hêzên navneteweyî xwe li ber binpêkirinên mafan ên li Efrînê li bêdengiyê datînin. Herî dawî DYA’yê di 17’ê tebaxa 2023’yan de ji ber sedemên wekî “revandin, fîdye-xeraç, destdirêjî û guherandina demografiyê” der barê komên paramîlîter Lîwaya Şah Silêman û Tumena Hemze yên Tirkiye piştgiriya wan dike, biryara mueyîdeyê girt. Lê roja ev biryar hat girtin Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli û rêveberê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar serdana Efrînê kirin. Lê belê têkildarî serdanê tu daxuyanî nehat belavkirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, serdana Waliyê Hatayê û rêveberê ENKS’ê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li ber kirinên li Efrînê nirxand.

Şêxo bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Efrînê û got: “Dagirkirina Efrînê 5 sal in bênavber didome. Revandina mirovan, destdirêjî, kuştin, girtin, desteserkirina xaniyên şêniyên bajêr û hwd. ji sala 2018’an ve bênavber didomin. Tirkiye wekî hêzeke dagirker li wir bi cih bû. Ji bo guherandina demografiyê çi ji destê wan hat kir.”

‘Efrîn bi Hatayê ve hat girêdan’

Şêxo ji bo serdana Waliyê Hatayê Mûstafa Masatli û Rêveberê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar a Efrînê jî got: “Li her navçeyeke Efrînê kesekî girêdayî walî heye. Ev kes wekî cîgirên Waliyê Hatayê dixebitin. Hem leşkerî hem jî rêveberî di destê van kesan de ye. Li herêmê çi bê kirin bi pesendkirina van tê kirin. Ev kes xwe li ber sûcên çeteyan li nedîtinê datînin. Gava çete sûcekî bikin, rêveberên tirk dibêjin ‘heqê wan e, ew bi Tirkiyeyê re tevgeriyan.’ Efrîn niha bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan. Armanca serdana walî amadekirina zemîna vê yekê ye. Ji perwerdheiyê heta bi tenduristiyê hemû amadekariyên wan didomin.”

‘ENKS jî şirîkê dagirkirinê ye’

Şêxo têkildarî têkiliyên ENKS û Tirkiyeyê jî wiha got: “Ew jî şirîkê sûcên Tirkiye û komên paramîlîter e. Li gor armancên Tirkiyeyê tevdigerin. Dibêjin guherîna demografîk tune ye. Tu tiştekî ku kesên wekî Abdulhekîm Beşar bide efrîniyan tune ye. Tu tiştekî ku Beşar bide malbatên zarokên wan hatine revandin, kuştin û detsdirêjî wan hatiye kirin tune ye. Tu ferqa ENKS û Tirkiyeyê tune ye. Hemû şirîkê vî sûcî ne.”

Şêxo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo binpêkirinên mafan ên li Efrînê jî û got ku divê hêzên navneteweyî li ber van kirina deng derxînin û mueyîdeya DYA’yê ya ji bo kesekî du kesan ne çare ye, divê hemû kesên tiliya wan di dagirkeriyê de heye li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar