Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Şîa li ber tirkan rabûn: Em ê hemû çeteyên Erdogan ji xaka xwe derxînin

Serçete û xwînmijê gelê kurd û mirovahiyê Erdogan, ji bo bajarê Kerkûkê îdîaya 'bajarekî tirkmen e' gotibû. Şîayên iraqî nerazîbûneke tund nîşan dan û gotin: “Divê Iraq tirkan xaka xwe derxin. Eger hêzên dagirker yên tirk dernekevin jî, ewê hemû çeteyên Erdogan ji xaka xwe derbixinîn."

Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di vegera ji Rûsyayê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew rewşa li Kerkûkê ji nêz ve dişopînin û anî ziman ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bi ‘Malbata Barzanî û Sûdanî re têkilî danîne, piştî daxuyaniya Fîdan a li Îranê rewş hinekî aram bûye’. Erdogan her wiha îdia kir ku Kerkûk ‘bajarekî tirkmen e’.

Sekreterê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî diyar kir ku Kerkûk bajarekê Iraqê ye, tirkmen jî iraqî ne lewra mafê tu dewleta nîne ku destwerdanê li karûbarên navxweyê yên Iraqê bike.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Feyleqa Weed Sadiq Şêx Mihemed Temîmî ku yek ji pêkhateyên şîayên Iraqê ye got: “Em gotin û daxuyaniyê Erdogan yên di derbarê Kerkûkê de bi tundî red dikin. Kerkûk ya Iraqê ye, ya ereban, kurdan û tirkmenane. Lewra em rê nadin tu dewletan destwerdana karûbarên navxweyî yên Iraqê bikin. Kerkûk dê weke sembola hemû netew û mezhebên parêzgehê di nava biratî, aştî û hezkirinê de bimîne.”

Herwiha Şêx Mihemed Temîmî bang li hikûmeta Iraqê dike ku hêzên dewleta tirk ya dagirker ji Iraqê derbixe û got: “Têkoşîna eniya parastinê di parastina xaka Iraqê de li dijî biyaniyên ku xaka Iraqê dagirkirine, berdewame. Eger hêzên dagirker yên tirk dernekevin jî, ewê hemû çeteyên Erdogan ji xaka xwe derbixinîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar