Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sibê li Kobanê dê komxebata yekitiyê were lidarxistin

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê dê sibe li Kobanê komxebateke yekitiya neteweyî pêk bîne ku tevî rewşenbîr, nivîskar, akademîsyenan wê nûnerên partiyên siyasî yên cuda jî tev li bibin

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê di navbera 11 û 12’yê kanûnê de li Kobanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan komxebata yekitiya neteweyî pêk bîne.

Komxebat dê balê bikişîne ser gefên li dijî Kurdistanê bi taybetî Rojava û helwesta Kurdan a li dijî van gefan bê binirxîn. Komxebat wê du rojan dewam bike û tê payîn ku hejmareke zêde ya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rûspî û nûnerên partiyên siyasî tev li bibin.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê Leyla Ebdo der barê komxebatê de axivî û bi bîr xist ku kurd di pêvajoyeke krîtîk de ne û gavên di vê pêvajoyê de bên avêtin dê werin nirxandin.

Ebdo diyar kir ku di komxebatê de ew dixwazin pêvajoya hesas a ku tê de ne û kare divê di vê pêvajoyê de bên kirin, nîqaş bikin û wiha got: “Di vê pêvajoya krîtîk de em dixwazin helwesta gelê xwe, siyaseta xwe û rewşenbîrên xwe binirxînin.”

Leyla Ebdo bi bîr xist ku Kobanê ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan bajarekî sembol e û ev tişt anî ziman: “Li vê herêmê berdêlên giran hatin dayîn. Lewma gava destpêkê ya ji bo yekitiya neteweyî bê avêtin girîng e ku ji Kobanê bê avêtin.”

Gelek kes hatine vexwendin

Ji endamên komîteya amadekar a komxebatê Mesûd Mihemed ragihand ku wan ji Kobanê gelek kes vexwendine komxebatê û wiha axivî: “Tevî partiyên siyasî şexsiyetên serbixwe jî hatin vexwendin. Em dixwazin komxebateke berfireh be û tevî guhertinên li herêmê em dixwazin paşeroja xwe jî binirxînin.”

Her wiha Mesûd Mihemed destnîşan kir ku gelekî girîng e gelê kurd li dora siyaseteke hevpar li hev kom bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li pêşberî hevsegiyên nû yên li herêmê ji bo parastina destketiyên gelên xwe em dixwazin plansaziya xwe nîqaş bikin. Em dixwazin li dora siyaseteke hevpar li hev kom bibin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar