Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û partiyên siyasî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, dê sibê starta pîrozbahiya Newroza 2021’an bidin. Dirûşma Newroza îsal wek “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat diyarkirin. Agirê Newrozê dê li 30 bajêr û 61 navçeyan were pêxistin.
Pîrozbahiya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were lidarxistin. Pîrozbahî dê heta 22’yê adarê berdewam bikin. Li Stenbolê dê Newroz di 20’ê adarê de were pîrozkirin û li Amedê jî ku salên bihûrî şahidiya beşdariya bi milyonan kes kir dê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin.
Sibê dê li otelek Amedê starta pîrozbahî ango bernameya Newrozê were dayîn. Her wiha di civîna sibê dê danasîna stran ango klîba “Dîsa li Newrozan” ya ji aliyê hunermendên kurd ve hatiye amadekirin were kirin. AMED