Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Sîbel Çapraz: Rewşa girtîgehan ber bi rewşeke xetere ve diçe

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêgava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin û pêngav li seranserê cihanê berfireh bû. Pêgava azadiyê di qonaxa duyemîn de bi hemû hêza xwe didome. Di çaroveya pêngava azadiyê de girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarêsalvegera damezrandina PKK’ê de dest bi gireva birçîbûnê kirin û 4’ê Nîsanê çalakiyan xwe derbasî qonaxa duyemîn kirin û derketina dadgeh, hevdîtin û telefonê boykot dikin. Çalakiya berxwedêrên zindanan di roja 160’an de berdewam dikin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger  ji 4’ê Nîsanê ve ber bi asteke din ve çûn. Girtî ji 4’ê Nîsanê ve çûna dadgehan, hevdîtina bi rêya telefenê û hevdîtin bi malbatên xwe re boykot dikin.

Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz çalakiya girtiyan nirxand. Çaprazê destnîşan kir ku sedema bingehîn a çalakiyên li girtîgehan bertekên li hemberî agahînegirtina ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e û wiha got: “Her kes baş dizane ku vîna gelê kurd niha li Îmraliyê girtî ye û ji ber vê û binpêkirinên mafan çalakiyên bi vî rengî pêş dikevin. Çalakiyên girtiyên siyasî yên li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê û li tevahiya civakê belav bûne, bertekek e.”

Çaprazê da zanîn ku têkildarî binpêkirinên mafan gelek kes serî li wan dibe û got ku malbatên xeberê ji zarokên xwe nagirin bifikar in.  Çaprazê diyar kir ku di serlêdanên tên kirin de muxatabekî nabînin û got ku piştî her serlêdanê girtîgeh berê wan dide Wezareta Dadê û wezaret jî cardin berê wan dide girtgehê.  Çaprazê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û bibîr xist ku di girtîgehan de bi sedan girtiyên ku nexweşîna pençeşêrê bi wan re heye û felcî ne hene. Çaprazê destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş û girtiyên di ser 75 salî re nayê qebûlkirin û wiha domand: “Demildest divê dawî li vê pêkanînê bê û girtiyên nexweş bên berdan.”

Çapraz anî ziman ku rêveberiya girtîgehê li hemberî girtiyan bi awayekî “kêfî” tevdigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîd gihaştiye asta jor. Divê hemû rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ji bo çalakiyên vê dawiyê dengê xwe bilind bikin. Berî ev yek ber bi rewşeke xetere ve biçe, berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar