Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siberojê biparêzin!

Dijminê mirovahiyê tişteke welê qirêj, lewitî û gemar e; ji bo bigihêje armanc û planên xwe hedef çi be bila ew be, biçûk û mezin be, lê dide û dixwaze bi temamî ji holê rake.

Dewleta tirk a dagirker ji roja ewil heta niha ji bo serkutkirin û temamî binaxkirina kurdên hay ji xwe heyî êrîşên herî giran û der pîvanên mirovî exlaqî dibe ser û tune dike. Eger em mînakek bidin, em dikarin kuştina Ogur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan li ber derê malê bi îdîaya ‘terorîst’ e hat gulebarankirin, bidin nîşandan.

Ev ji hezar û yek bûyerên her trajedî tenê yek e, bi hezaran zarokên kurd bi reng û rêbazên cihê tenê ji ber ku kurd bûn hatin kuştin.

Di dîroka herî nêzîk de eger em vê neînin ziman mijara me kêm dimîne. Piştî dewleta tirk û taybet şefê faşîst Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê hilweşand û bi rengekî guman li Rihayê du polîs hatin kuştin û şûnde li bakurê Kurdistanê di serî de li Amed, Şirnex, Colemêrg û çend navçeyên wê êrîşeke ku bi armanca tunekirina bajar û dîroka kurdan destpê kiribû.

Di vê operasyona dagirkirinê û ji nû ve tirkirina bajarên kurdan bi sedan ciwanên kurd ên nû gihayî bi rengekî herî hovane, der pîvanên mirovî û exlaqî hatin kuştin. Li vir mirov dikare çend nimûneyên ku mohra xwe li dîroka demê dane bîne ziman.

A yekem li jêrzemînên Cizîrê bi dehan ciwan ji aliyê leşkerên faşîst ve benzîn li wan hat kirin û bi zindî hatin şewitandin û şehîdkirin. Her wiha li kolanê dayika Teybet hat qetilkirin û bi rojan cenazeyê wê li kolanê hat hiştin. Dîsa cenazeyê zarokan di sarican de hat danîn ji bo heta veşêrin. Ev hemû vekirî û nîva rojê li ber çavê cîhanê hat kirin.

Her çendî ev ne mînakên ewil bûn, berî vê hê li Geliyê Zîlan, Koçgirî û serhildanên kurdan zarokên hê di rehma dayikên xwe de bû, bi qezetûreyan zikê dayikan hatin çirandin ji bo tenê bizanin zarok keçe an kur e. Hovîtiyeke wiha li ser bedena dayika kurd û zarokên kurd hatin kirin.

Em hêdî hêdî werin roja îro û hedefkirina zarokên kurd ên siberoja vî gelî. Dewleta tirk a dagirker û taybet hevpeymanên faşîzan Erdogan û Bahçelî dixwazin êdî tolê ji zarokan hilînin.

Dewleta tirk a mêtinger-dagirker-qirker piştî ku li çiyayên azad li ber gurzê gerîla derbên giran xwarin û hê dixwin, jiyan li wan herimî; ji bo bikarin vê windabûnê ser xwe bavêjin, niha li Rojava bi hemû rengî êrîş dike. Di van êrîşan de zarok tên hedefkirin û raste rast tên şehîdkirin.

Di pêvajoya dawî nava mehekê de zêdetirî deh zarok bi êrîşên hewayî û dîsa topbaranê hatin şehîdkirin. Ev rast e rast siberoja civakê kirina hedef û ji kokê ve tunekirine. Dijminê zarokên kurdan Erdogan-Bahçelî bi hişmendiya hezarê salan a ‘Mar hê biçûk divê serê wî bê perçiqandin’ bi polîtîkayeke wiha zarokên kurd tim kiriye hedef û niha jî dike hedef.

Herî dawî navendeke ya perwerdê ya xweser a keçan a di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ku li gundê Şimoke dihatin perwerdekirin, bû hedefa dronên tirk û 4 zarok hatin şehîdxistin. Ev êrîş ji rêzê nîne, bi plan û zanabûn hatiye kirin. Di hedefê de sîstema perwerdê û nasîna xwe ya civakê hebû.

Bi vê yekê em dibînin naxwazin civak û siberoja civakê xwe binase, dîrok û dijminê xwe binase. Têkoşînê li ber dijmineke wiha hov bike. Ji bo wê rast e rast navend kirin hedef û lê dan.

Ji xwe rojan e bi topbaran û obûsan ketober gund, bajarok û bajaran didin ber topan û jin, zarok jî di nav de şehîd dikin û birîndar dibin.

Yanî ji her alî ve êrîşeke topyekûn heye, destdirêjî zarokan tê kirin û siberoj tê hedefkirin. Ji bo wê siberojê nebe, tê wateya civak nebe û tune bibe. Niha yek ji lingê êrîşan li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê tê kirin.

Ji bo wê divê di vî warî de xebatek mezin bê kirin û her kes li ser esasê xwebûnê û naskirina dijmin perwerde bibe, di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe rêkbixe bikeve tevgerê. Ji derveyî vê ne çare û ne jî rêyeke ya serketinê heye. Kesê xwe nas neke, dijminê xwe nas neke, wê nikare têkoşînê li ber bike û mafeke xwe bi dest bixe.

Li ser vê raman û fikrê em nekevin ser rê, em ê di nava rê de bikevin û tune bibin. Ji bo wê yek, di serî de zarokên xwe perwerde bikin, biparêzin û bi hev re têkoşîna azadiyê bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar