Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sîdar bû yek ji lehengên dîroka Kurdistanê

Sîdar ku ewladekî leheng ê Serhedê bû, bi hesta mezin a tolhildanê li herêma Botanê têkoşiya.

Kurdistan ku têkoşîna azadiyê lê dimeşe, şahidî ji hezaran çîrokên lehengiyê re kiriye. Di nava van çîrokên lehengiyê de rastiyeke xurt a welatparêziyê tê nîşandan. Ciwanên kurd ên ku li nava gelekî xaka wan hatiye dagirkirî mezin dibin, ji bilî berxwedanê çareyeke wan namîne. Hîn ji zarokatiyê ve vê rastiyê dibînin.

Sîdar Adil (Mehmet Zafer Çîçek) li xaka ku komkujiya Zîlanê lê hat kirin, mezin bû. Di wan çîrokan hemûyan de yên jê re hatin vegotin, hovîtiya li Zîlanê hebûn. Mijara bingehîn a ‘dengbêjan’ ku guh dan wan, Zîlan bû.

Mehmet Zafer Çîçek hîn di zarokatiyê de li komkujiya Zîlanê pirsî. Bêguman çîrokên din jî hebûn ku jê re hatin qalkirin, Gerîlayên ku li dijî komkujerên Zîlanê şer dikin, jê re weke kesayetên awarte hat vegotin. Hîn di zarokatiyê de xewn û xeyala wî bû ku bibe gerîla, bibe lehengê herî mezin. Dema ku dest bi dibistanê kir, yekane tişta ku lê rast hat, pirsgirêka ziman bû. Destpêkê weke her zarokekî kurd nexwest biçe. Bi zorê hat şandin. Êdî serdemeke dibistanê ji bo wî destpê kir ku fikir, hest û polîtîkayên mêtingeriyê lê serdest bû. Heta lîseyê, heta ku xwe bigihîne pirtûkên Rêber Apo, her ku Rêber Apo xwend hîn bêhtir polîtîkayên mêtingeriyê nas kir. Êdî polîtîk bû û tev li têkoşînê bû. Dema ku li fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê dixwend, bi rengekî çalak tev li nava karên ciwanan bû.

Piştre sala 2014’an tevî komkujiya hevalên xwe, di 9’ê çileyê salvegera komkujiya Parîsê de biryar da ku tev li nava refên gerîla bibe. Êdî li Garê bû. Piştî perwerdeya destpêkê ya li Garê, bi rengekî çalak beşdarî nava karên li vê qadê bû. Di demeke kurt de bû fermandarê gerîla. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û ahengiya li nava jiyana gerîla ji aliyê hevalên xwe ve hat pêşniyarkirin. Piştî ku zêdeyî 2 salan li Garê ma, li Akademiya Mahsûm Korkmaz tev li perwerdeyê bû. Sala 2016’an derbasî Botanê bû û cihê xwe di nava rêxistiniya YPS’ê de girt.

Li Botanê efsane hatin afirandin, li vê xakê têkoşîneke mezin hat meşandin. Li vê rêya ku gelek lehengên mezin jê derbas bûn, bi lehengiyên Botanê re bû yek. Baweriya di dilê wî de ewqasî mezin e ku ji aliyê hevalên xwe êdî timî dibû mînak.

Li herêma Botanê bi rengekî çalak tev li gelek çalakiyan bû. Sala 2017’an li bejehiya Qilabanê ya Şirnexê piştî çalakiya serketî, ji bo pêşîgirtina li operasyonên artêşa tirk a li qadê şer kir, bi lehengî şer kir û di 1’ê tîrmeha 2017’an şehîd bû.

Sîdar ku ewladekî leheng ê Serhedê bû, ji bo bibe tola pitikên li Zîlanê hatin qetilkirin, li qada Botanê bi hesteke mezin a tolhildanê têkoşiya. Sîdar her dilopa xwîna li ku Çemê Zîlanê herikî di dilê xwe de hîs kir, li ser vê bingehê xwe bi pêş ve bir û bi rengê herî çalak tev li têkoşînê bû. Sîdar bandor li dilê gelek hevrêyên xwe kir û ji wan re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Di rêwîstiya xwe ya dîrokî de şopa xwe li dîroka Kurdistanê hişt û bû yek ji lehengên dîroka Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar