Di ser erdhêja 6’ê sibatê re ji 20 rojan zêdetir dem derbas bû. Ji kêliya ku erdhêj qewimî heta vê demê hêjmara canên wendayî ji dehan dest pê kir, niha ev hêjmar bi dehhezaran tê bilevkirin û her kêlî, saet û roja ku derbas dibe ev hêjmara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane zêdetir dibe.
Li gorî daneyên fermî yên dewletê hêjmara wendayiyên erdhêjê gihîştiye 45-50 hezarî. Li gel ev qas wendayî û êşa mezin a ku tê jiyîn jî rayedarên dewletê ji roja ku erdhêj qewimî heta niha di nava hewldana veşartina rastiya encamên erhêjê de ne.
Ji ber wê jî, ji bo ku rastiya encama erdhêjê neyê zanîn li ser çapemeniya ku rastiyan ji gel û civakê re radigihîne, bi awayekî aşkera zext, zor û çewisandineke mezin heye. Li Amedê nûçegihanê bi welatiyekî ku xizmên wî di bin avahiya hilweşiyayî de mabû re hevpeyvîn dikir, bi tevî kesê hevpeyvîn dida, hat binçavkirin û di bin çavan de pirsa; “Te di hevpeyvînê de got AFAD û rayedarên dewletê di dema pêwist de nehatine cihê avahiya hilweşiyayî?” hatiye kirin û piştî rojekê binçavkirî man, di encama bertekên gel û çapemeniyê de nûçegihan û kesê ku pêre hevpeyvîn hatibû kirin serbest hatin berdan.
AKP-MHP û rayedarên dewletê ji bo ku kêmasî û nebesiyên dewletê yên di derbarê erdhêjê de binixumînin, eybên hikûmetê veşêrin û pesnê dewletê bidin “çapemeniya hewûz” seferber kirine.
Gelê Semsûr, Meletî, Mereş, Hatay, Dilok, navçe û gundên van bajaran her roj bi navbeynkariya medya civakî dikin qêrîn û dibêjin: “heta rojên pênc û şesên erdhêjê jî ji binê kavilên avahiyên hilweşiyayî dengê nalîna birîndaran dihat lê dewlet li van deran tune bû.
Gelek birîndarên ku ji aliyê welatiyên ji bajarên cuda bi hewara mexdûrên erdhêjê de hatibûn ve di şertên pir zehmet de hatin rizgarkirin hene, lê piştî hefteyekê êdî ew dengê di binê kavilan de, kêlî bi kêlî veguherî bêdengiyê û bi hezaran canên ku derfetên bi awayekî zindî rizgarkirina wan pêkan bû, ji ber xemsarî û derengmayina dewletê, ji ber sermayê, tî û birçî mayinê jiyana xwe ji dest dan û dil û kezaba bi dehezaran dê, bav, xuşk û birayan şewitî.
Li gel vê rastiya xemsariya dewletê jî nûçegihanên çapemeniya alîgir(hewûz) a ku hemû derdê wê sergirtina eyb û kêmasiyên dewletê bû, li ser kavilan digeriya û rizgarkirina ji hazaran yek ên ku zindî mabûn wekî bûyereke “mûcize” pêşkêşî raya giştî dikirin.
Li hemberî ev qas êşên mezin ku gel pêre rû bi rû maye kes, sazî, rêxistin an jî erdhêjzedeyên ku rastiyan ji civakê re radigihînin, rastî bertek, tilî hêjandin, gefxwarin, heqaret û dijûnên T. Erdoğan, D.Behcelî, S. Soylu û rayedarên dewletê yên din tên û hewldanên van kesên ku bi hest û helwesta piştevaniyê dixwazin alîkariya mexdûrên erdhêjê bikin jî, dîsa ji aliyê rayedarên dewletê ve tên astengkirin.
Desthilata heyî ya ku ji bo hewldana derbeya eskerî ya 15’ê tîrmeha 2016 an ku bi sedan kes hatin kuştin digot “Ev hewldana derbeya eskerî ji bo me lutfeke xweda bû”, niha jî dixwazin vê karesata ku ji ber xemsariya dewletê, bi destê dewletê bi serê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê de hatiyê, bi paşvexistina hilbijartinê vê erdhêj û karesatê jî dîsa wekî lutfeke xweda ji bo xwe bikar bînîn û temenê desthilata xwe dirêj bikin.
Ji tiştên balkêş ku bala mirov dikişîne yek jî ew e ku, dewlet helwesta xwe ya nîjadperest di vê dema karesatê de jî li hemberî gelê kurd didomîne.
Di van rojên erdhêjê de jî neyartiya rayedarên dewletê ya li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî berdewam e. Bi dehan Kanalên TV’yan û medya civakî yên muxalîf ên ku weşana xwe bi kurdî dikin, ji aliyê dewletê ve hatine astengkirin û mafê wan ê weşanê tê binpêkirin.
Li gel ku bajarên erdhêj lê çêbûye bi piranî û giranî kurd in, bi zimanê tirkî kêm zanin, bi zimanên komên biyanî yên ku ji bo alîkariyê beşdarî xebatên rizgarkirinê dibin nizanin jî, wergêrên ku bi kurdî zanin û karibin gelê kurd ê mexdûrê erdhêjê û komên alîkariyê yên biyanî bi hev bidin fêmkirin, nayên peywirdarkirin.
Ji ber vê jî mexdûrên erdhejê yên kurd, nikarin pirsgirêken xwe û pidiviyên xwe yên lezgîn û jiyanî bidin zanîn û fêmkirin. Di van rojên ku êşên mezin tên jiyîn de ji bo ku alîkariyên erdhêjê neyên astengkirin, alîkarî bi ewlehî û bêfikar bên meşandin, birîn werin pêçandin û êş werin dermankirin, KCK’ê daxuyanî da û got: “Me navber daye çalakiyan û ji bo demekê çalakiyan rawestandiye”.
Li hemberî vê helwesta KCK’ê, di şûna ku dewlet vî derfetî bikar bîne, esker û hêzên ewlehiyê ji bo alîkariya erdhêjê seferber bike, êrîşên hevayî û bejayî yên dewletê di vê dema karesatê de jî, bi awayekî dijwartir bi tank, top û balafiran, bikaranîna çekên fosfor û kimyewî berdewam in.
Her çi qas rayedarên dewletê di nava hewldanên veşartina rastiyan de bin û rastiyan ji gel û raya giştî veşêrin jî, car caran ji aliyê hin rayedarên dewletê ve wekî mikurhatin, hin daxuyaniyên rast jî tên gotin.
Mînak, waliyê Şirnexê ku piştî 15 rojan çûye bajarên erdhêj lê çêbûye, dibêjê hêjmara wendayiyên erdhêjê, ji hêjmara ku dewletê heta niha aşkere kiriye çar pênc qat zêdetir e.
Li hemberî vê helwesta dewletê ya xemsar, sazî û rêxistinên sivîl û mirovhez ji dema destpêka erdhêjê heta niha bi bername û plansaziyek xurt, bi awayekî seferberî di nava xebatên piştevaniyê de ne.
Ev xebat û xizmetên gel ên xêrxwaz hêviyê xurt dikin ku, êş û birînên di encama xemsariya dewletê de hatinê jiyandin û tên jiyîn, bi vê hewldan, helwest û nêzîkatiya wijdanî û însanî ya gel, sazî û rêxistinên sivîl û civakî werin pêçandin û dermankirin.