Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şikandina  pêla bişaftinê bi parastin û pêşvebirina çand û ziman pêkan e

Pirsgirêka ku weke “pirsgirêka kurd” tê pênasekirin û di rastiya xwe de pêwîste wek “çareseriya kurd û pirsgirêka rayedarên dewleta Tirkiyeyê” were binavkirin, bi sedan sal in berdewam e.

30 salên dawî jî, ji aliyê rayedarên dewletê ve, ev meseleya ku di serî de li tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn pirsgirêka sereke ye, ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve weke ku ji hêla hêzên xêrnexwaz ên derveyî ve hatiye afirandin, tê berovajîkirin bi vî awayî rastî tê veşartin û pêşkêşî civakê tê kirin.

Ji ber vê manîpûlekirina rayedarên Tirkiyeyê, serê civakê di mijara “pirsgirêka kurd” de tê tevlihevkirin.

Ev berovajîkirina ku ji aliyê rayedarên dewletê ve bi polîtikayên kûr û qirêj tê meşandin, serê gel û civakê tevlihev dike, fêmkirina gel a rastiya meseleyê astêng dike, hestên serdestan ên nijadperestiyê kûrtir û tûjtir dike.

Di rastiya xwe de “pirsgirêka kurd”, bingeheke xwe ya dirokî heye ku bi dehmilyonan gelê kurd, di nava 4 welatan de hatiye parçekirin û parvekirin, çand, ziman, nasname, dîrok û hebûna wî bi tevayî tê înkarkirin.

Ji ber vê jî, pêwîste di serî de ev berovajîkirin, ango manîpûlekirina dewletê were sererastkirin û rastiya meseleya “pirsgirêka kurd” ji aliyê hemû bêşên civakê ve were zanîn ku bi nêrîneke hevpar û hevgirtî nerazîbûna civakî bipêş bikeve.

Pêwîste were zanîn ku polîtîkaya sereke û bingehîn a kûrkirina “pirsgirêka kurd” pêla bişaftinê ya ku li ser çand û zimanê kurdî tê meşandin e.

Car caran bi awayekî xapînok di van polîtîkayên bişaftinê de sistbûn çêbibe jî, vê feraseta dewletê de bi awayekî biryardar berdewam e.

Bila were bîra me, bi salan biriya niha Erdogan ji rayedarên dewleta Almanyayê xwestibû ku zimanê tirkî ji bo tirkên ku li Almanyayê dijîn, li dibistanan weke zimanê dayîkê were dayîn û heke dewleta Almanya vê daxwaza Erdogan bi cih neyne, ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Lê belê li welatê ku Erdoğan wê demê serokwezîr bû, bi dehmilyonan gelê kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar bû, li kucê û kolan, sûk û bazarê jî nikaribû zimanê xwe yê dayîkê bikar bianiya û rastî êrîşên nijadperest dihat, doz li wan dihat vekirin û dihatin cezakirin.

Heke li ser zimanê civakê qedexe hebe û gel nikaribe bi zimanê xwe biaxive, bi pêş bixe û perwerde bibe, navê vê pêkanînê rastesart bişaftin e.

Bişaftin, bi rakirina qedexeyên li ser ziman û pêşkêşkirina derfetên pêşxitina ziman û ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji holê radibe.

Lê gava ku em ji avabûna komarê heta vê demê li kirin û kiryarên rayedarên dewletê dinêrin, dibînin ku ji destpêkê heta dawiyê di niyet û nêzîkatiya rayedarên komara tirkiyeyê de helwest û hewldaneke erênî xuya nake.

Weke mînak:

Komîsyona ku Destûra Bingehîn 1924’an amade dikir, digot: “Dewleta me dewleteke neteweyî ye. Dewlet, ji bilî  tirkan millet nas nake. Di nava vî miletî de gelên ku pêwîste xwediyê heq û hiqûqê wekhev bin jî hene. Lê belê anîna ziman a dayîna heq, maf û azadiyên wan ne caîz e”.

Mustafa Kemal jî bi heman ferasetê dibêje; “Em rasterast miletperwer û neteweperwerên tirk in. Komara me ji civaka tirk pêk te. Kesên di bin banê komara me de çiqas bi çanda tirkî tije û dagirtî bin, ev komara ku bingeha xwe ji wê civakê digire jî, dê ewqas neteweperwer û bi hêz be.”

Îsmet Înonu jî, di pêkanîna polîtîkayên bişaftinê de serî dikişand û wiha digot: “Peywira me ew e ku em demek zûtir kesên ku di nava sînorên welatê Tirkiyeyê de dijîn, bikin tirk.

İnonû her roja ku derbas bû bi gotina; “tenê gelê tirk  li vî welatî dikare daxwaza mafên etnîkî bike. Ji bilî gelê tirk mafê tu kesan tune ye ku qala mafê etnîkî bikin.

Ji van kesên xwediyê feraseta înkarê yek jî wezîrê dadê yê wê demê Mehmûd Esad Bozkurt bû. Wî jî wiha digot: “Li vî welatî yek mafekî yên ku ne tirk in heye, ew jî xizmetkarî û koletiya ji gelê tirk re ye.”

Li hemberî vê feraset û helwesta nijadperest a înkar û tunehesibandinê peywir û berpirsiyariya hemû kurdên xwenas ew e ku têkoşîna hebûn û xwebûna xwe xurtir bikin, li nirx û rûmetên xwe yên neteweyî xwedî derkevin, siyasemedarên kurd siyaseta xwe bi kurdî bikin.

Heta  ku zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, li kuçe û kolanê, sûk û bazarê, nexweşxane, dadgeh û dibistanê li hemû qadên jiyanê

Bi kurdî bifikirin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.

Nûçeyên Têkildar