Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Şikandina tecrîdê guhertina Rojhilata Navîn e’

Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen, diyar kir ku divê bangewaziya KNK'ê berçav bê girtin û got: "Em baş dizanin ku îro pirsgirêka ku li Rojhilata Navîn heyî û nayê çareserkirin girêdayî tecrîda li hemberî Rêberê me ye. Ji holê rabûna tecrîdê ya di pêvajoya bi dawîbûna Peymana Lozanê de dê li Rojhilata Navîn guhertinan jî pêk bîne." 

Derhewê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 2 salan e ango 28 meh in tu agahî jê nayên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayê dayîn.

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) çend roj beriya niha daxuyaniyek da û bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heyetekê ava bikin û ji van dewlet û hêzên siyasî xwest ku zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin.
Derbarê mijarê de hevşaredara Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fatma Bîlen ji ajansa me re axivî.
28 meh in agahî nayê girtin
Bîlen destnîşan kir ku 28 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Niha tişta herî girîng li hemberî tecrîda ku hatî girankirin em ê bertekek çawa nîşan bidin? Her wiha li hemberî bêdengiya Dewletên Navneteweyî û helwesta AKP’ê divê çi bê kirin? Hûn jî dizanin ku 6 mehê din jî cezayê dîsîplînê hat dayîn û tecrît bi vê rêyê tê girankirin. Ne malbat û ne jî parêzer bi tu awayî nikarin agahiyê bigirin. Ev agahî negirtin di serê Gelê Kurd de dibe sedema gumanan. Em dibêjin divê Gelê Kurd li hemberî nêzikatiya ku li dijî Rêbertiya me tê kirin wek şeklekî tehdîtwarî  nayê qebûlkirin û divê Gelê Kurd helwesta xwe nîşan bide.”
Banga KNK’ê 
Fatma Bîlen di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bangewaziya KNK’ê: “KNK’ê ne tenê ji bo derweyî welat, ji bo hemû kurdan bang kir. Ji bo Rêbertiyê û li dijî tecrîdê bang li Gelê Kurd kir ku bibin yek. Her wiha divê em wek jin helwesta xwe li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî ya Dewleta Tirk a ku dibe sedema rijandina xwîna zarokên me, zilma ku li hemberî gel dide meşandin nîşan bidin û divê wan êrişan qebûl nekin. Her wiha êdî tecrîd ji asta nirxandinê derbas bûye û em ketin asteke wisa ku em bikevin nava hewldan û çalakiyan. Ji bo girtina agahiyê ji Rêberê xwe.”
‘CPT’ê li gorî daxwazan tevdigere’ 
Bîlen diyar kir ku bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) tê wateya qebûlkirina daxwazên Dewleta Tirk e û wiha bi lêv kir: “Di sedsala 21’an de Peymana Lozanê bi dawî dibe. Erdogan dixwaze di vê sedsalî de xwe wek împaratorek bide îlankirin. Pergala ku niha li Tirkiyeyê dide meşandin dixwaze dewletên din jî bixe bin bandora xwe. Li dijî Gelê Kurd dixwaze împaratoriya xwe bi zext û tecrîdê xurt bike. Tirkiye bandora xwe li ser raya giştî ya cîhanê kiriye. Di nav de CPT’ê jî heye û ji ber vê jî bêdeng e. Bêdengiya CPT û dewletên ku destê wan di nav komployê de heyî her ku diçe destê Erdogan xurttir dikin. Divê Gelê Kurd bi taybetî jî derbarê nêzikatiya CPT’ê de helwesteke zelal nîşan bide.”
Şikandina tecrîdê û guhertina Rojhilata Navîn
Fatma Bîlen daxuyand ku ev tecrîd, zilm û îşkenceya ku li Îmraliyê li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin divê ji hêla gelê me ve êdî neyê qebûlkirin û wiha axivî: “Gelê Kurd ên ku li her deverê cîhanê dijîn divê li ser bangewaziya KNK’ê rawest e. Kurd divê li ber konsolosxaneyan bicivin û helwesta xwe ya li hemberî tecrîdê nîşan bidin. Heta ku agahiyek ji Rêberê xwe bigirin divê em di nav çalakiyan de bin. Em baş dizanin ku îro pirsgirêka ku li Rojhilata Navîn heyî û nayê çareserkirin girêdayî tecrîda li hemberî Rêberê me ye. Heke em agahiyek ji Rêberê xwe bigirin û heke em tecrîdê bişkênin, di pêvajoya bi dawîbûna Peymana Lozanê de dibe ku guhertin di Rojhilata Navîn de pêk bê.”
‘Rewşa heyî ne asayî ye’ 
Bîlen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em kurd helwesta xwe bi zelalî diyar bikin. Bêdengiya xwe bişkînin. Rewşa ku niha Rêberê me di nav de ye ne rewşeke asayî ye. Li gorî qanûnên dewletên din jî kesên temen mezin di girtîgehan de nayê hiştin. Divê em bi çalakiyên xwe tecrîda ku hatî girankirin bi raya giştî ya cîhanê re bidin fêmkirin. Em hemû zanebûnên xwe ji bo şikandina tecrîdê bidin şixulandin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar