Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Şikandina tecrîdê ji bo me gelek girîng e’

Jinên ku bi daxwaziya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Amarayê û rastî astengiyan hatin, wiha gotin: “4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojek girîng û vejînê ye, divê demildest tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bê berdan.”  

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED’ê ji bo rojbûna 74’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh bi tevlîbûna sedan kesî ve bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê ber bi Amarayê ve” meş hat destpêkirin. Di saetên serê sibehê de ligel zext û astengiyên polîs û leşkeran jî bi sedan kes berê xwe dan Amarayê. Ligel astengiyan tim bi dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” meş hat lidarxistin.

Jinên ku tevlî meşa Amarayê bûn, nêrînên xwe anîn ziman.

‘4’ê Nîsanê li gelê kurd pîroz be’

Kamîle Şîmşek, 4’ê Nîsanê li gelê kurd pîroz kir û got: “Em rojbûna Serok pîroz dikin. Em dixwazin Serok demildest bê berdan. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em şer naxwazin. Em dixwazin ji girtiyên me yên di nava çar dîwaran de ne bên berdan. Me dixwestin biçin gundê Serokê xwe. Me xwest em biçin serdana mala wî û rojbûna wî pîroz bikin.”

‘Serokatî ruh û canê me ye’

Elîf Tuluk Tumur jî destnîşan kir ku wekî her sal îsal jî xwestine biçin gundê Amarayê lê tên astenkirin û wiha pê de çû: “Serokatî ruh û canê me ye. Em ji bo Serokatî ji Êlihê hatin heya vê derê. Me xwest rojbûna wî li cihê ku jê dayik bûye pîroz bikin. Em rojbûna Serok pîroz dikin û hêviya me ew e ku demek nêz de bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî. Wekî her sal dîsa rêya me hat girtin û destûr nedan ku em biçin Amarayê. Em hêvî dikin Serokatî demek nêz de bê berdan. 4’ê Nîsanê hebûna me ye. Ev roj roja vejîna me ye. Bi saya Serokatiyê me xwe nas kir. Ji ber ku em jin berê tim di nava zext û zilmê de bûn. Bi saya Serok em ketin ferqa hebûna xwe. Ji ber vê rojê em serbilind û serfiraz in.”

 ‘Ev du sal in em jê agahî nagirin’

Şukran Akkurt jî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û got ew dikeve 74 saliya xwe. Akkurt, da zanîn ku ew ji bo rojbûna Rêberê xwe Abdullah Ocalan hatine lê wekî her sal îsal jî hatine astenkirin û wiha domand: “Wekî her sal destûrê nadin ku em biçin gund. Lê ligel hemû astengiyan jî em hatin li vê derê. Em dixwazin agahî ji Serokatî bigirin û bigihîje azadiya xwe. Ev du sal in em jê agahî nagirin. Em hêvî dikin ku ev rojbûn bibe wesîle ku hevdîtin pê re bê kirin. Îro 4’ê Nîsanê ye û ji bo me rojek nû ye. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin. Serokatî û hemû girtiyên me yên din bi salan e di nava çar dîwaran de ne.”

‘Hemû rêyên ku diçin Amarayê hat girtin’

Şukran Dal jî 4’ê Nîsanê li Rêber Abdullah Ocalan, malbata wî û gelê kurd pîroz kir û got daxwaziya wan ew e ku ev roj bibe roja azadî û wekheviyê. Dal, azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwest û wiha daxuyand: “Em dixwazin biçin gundê Amarayê pîrozbahiyê bikin. Lê belê destûr nedan ku em biçin pîrozbahiyê bikin. Hemû rêyên ku diçin Amarayê girtin. Em rojbûna wî hezar carî pîroz dikin. Em azadiya Serokatî dixwazin û bila bê nava gelê xwe. Wekî hemû serokên cîhanê bila Serok di nav gelê xwe de be.”

‘Azadiya Serok azadiya me ye’

Hatîce Ayîn jî ev tiştan anî ziman: “Em ji bo rojbûna Apo hatine. Ew ji bo me gelek tişt kir. Em jî ji bo rojbûna wî hatin li vê derê. Heta ku Serokatî azad nebe em ê jî li qadan bin. Ger Serok azad be em ê jî azad bin.”

‘Em di bin astengî û zilmê de vê rojê pêşwazî dikin’

Garîbe Yeşîl jî da zanîn ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojek gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê ruhî em hatine Rihayê û dixwazin biçin Amarayê. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bişikê em ber bi Amarayê ve dimeşin. Ev roj ji bo gelê kurd rojek pîroz e. Em di bin astengî û zilmê de vê rojê pêşwazî dikin. Şikandina tecrîdê ji bo me gelek girîng e. Daxwaziya me hemû gelê kurdan ew e ku tecrîda Îmraliyê bê şikandin û Rêberê gelê kurd azad bibe. Ger Rêber Apo azad be gelê kurd jî dê azad be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar