Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şikandina tecrîdê têkbirina qirkirinê ye

Parlamenterê HEDEP'ê Cengîz Çîçek derbarê tecrîda mutleq a li Îmrailyê tê meşandin de got ku armanca wan hilweşandina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye û wiha axivî: “Ev şer, tasfiye, qirkirina çandî û siyasî li tevahiya Kurdistanê tê meşandin. Şikandina tecrîda Îmraliyê wê bê wateya têkbirina polîtîkayên qirkirinê.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û 33 meh in gaghî jê nayê wergirtin. JJi bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê girtiyên PKK û PAJK’ê ji 27’ê mijdarê roja damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û çalakî wê heta 15’ê sibata 2024’an dewam bike.

Parlamenterê Stenbolê yê HEDEP’ê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek derbarê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û greva birçîbûnê ya li girtîgehan axivî. Çîçek diyar kir ku hewldaneke gelekî hêja ye ku pêvajoya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê dostên gelê kurd ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Pirsgirêka kurd veguherî pirsgirêkeke gerdûnî, veguherî pirsgirêkeke cîhanê. Ya ku ev pirsgirêk veguherand pirsgirêka cîhanî, pirsgirêka gerdûnî berxwedana Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Ev pêngav di heman demê de weke têkoşîna azadiyê ya gelek nasnameyên bindest, gelan, jinan û nasnameyên cuda jî divê bê nirxandin.”

AKP-MHP’ê tecrîd gav bi gav dijwartir kirin

Cengîz Çîçek destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê ev pêvajoya pêngavê bi dawî nebe û diyar kir ku ev hewldan ji kampanyayekê mezintir e. Çîçek ragihand ku çalakî û greva birçîbûnê ya vê demê divê weke pêvajoyek ji bo pêkanîna armanca dawî bê nirxandin û bi bîr xist ku beriya niha di encama meşên Gemlîkê, greva birçîbûnê û rojiya mirinê de hevdîtin bi Rêber Apo re hate kirin. Çîçek ev tişt anî ziman: “Ya rast, tevî ku me li ber xwe dan, di nava demê de encam wergirt û ji bo dema kurt parêzer an jî heyet çûn jî sîstema tecrîdê ji holê nehate rakirin” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Dewletê, desthilatdariya AKP-MHP’ê ev rewş bi kar anî û gav bi gav tecrîd hîn giran kir. Ji ber vê yekê divê ev rewşa nû, pêvajoya pêngavê ya nû weke çalakiyên berê, weke pêvajoya çalakiyan a berê neyê nirxandin. Birêz Ocalan ji ber ku muzakerevanê sereke yê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, azadiya fîzîkî ya Ocalan gelekî hêja ye.”

Tecrîd neçareserkirina pirsgirêka kurd afirandine

Di berdewamiya axaftina xwe de Çîçek anî ziman ku ger pirsgirêka kurd wê bi rengekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin, bi hebûna Rêber Apo wê çareser bibe û wiha domand: “Rastiya zanistî ya vî karî bi vî rengî ye. Ya ku divê bê kirin ev e. Pêvajoyek bêyî Birêz Ocalan wê bibe pêvajoya tasfiyeyê, pêvajoya mirina polîtîk, tasfiyeya polîtîk. Pêkanîna hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re armancek ji vê pêvajoya çalakiyan jî be ne armanca dawî ye. Wezîfeya me ye ku em hevsengiya sûnî ya ku hêzên emperyalîst û navdewletî bi tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd afirandine, ji holê rakin. Bi dîtina min divê greva birçîbûnê bi vî rengî bê şîrovekirin. Lewma li her parçeyî, li her deverê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan hewldan bê kirin. Ev yek gelekî hêja ye. Berê tenê li girtîgehan dibû, lê belê niha hem li Tirkiye, hem li bakurê Kurdistanê, hem li Ewropayê, hem li zindanan, bi giştî her der bûye hêmana esasî ya berxwedanê. Ev yek jî ji bo nîşandana asta biryardariyê ya wergirtina encamê gelekî girîng e.”

Çalakiya girtiyan peyamek ji bo derve ye

Çîçek bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got, “Berxwedana li zindanê ne tenê berxwedana hevalên li zindanê ye, berxwedaneke welê ye ku bang li civakê dike ku tevlî berxwedanê bibe. Me berê timî rexnedayina vê yekê dikir; yên bi fîzîkî li derve ne soz dan ku barê hevalên li zindanan hilgirin, lê belê ev rewşa hevrêtiya kêm timî hevalên li zindanan neçar hişt ku bi greva birçîbûnê, bi rojiya mirinê înîsiyatîfê werbigirin. Ev yek di heman demê de peyamek ji bo derve ye. Peyamek ji bo me, raya giştî ya demokratîk û welatparêz e. Li me nayê ku em barê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, barê meseleya rakirina tecrîdê timî ji hevrêyên xwe yên li zindanan re bihêlin. Ev greva birçîbûnê di heman demê de peyamek ji bo me ye. Peyamek têkildarî kêmasiyên me ye.”

Çîçek ragihand ku tunekirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan divê rojeva bingehîn û sereke ya hemû saziyên tevgera azadiyê ya Kurdistanê û zemîna demokratîk be û got, “Nêzîkatiyên li Birêz Ocalan bûye destpêka hemû nêzîkatiyên li gelê kurd û têkoşîna kurdan. Ev şer, tasfiye, qirkirina çandî û siyasî li tevahiya Kurdistanê tê meşandin. Şikandina tecrîda Îmraliyê wê bê wateya têkbirina polîtîkayên qirkirinê. Di vê mijarê de em di nava hin rêbazên çalakiyê de asê mane, dema nû wê bibe demeke ji çalakiyên dewlemend û afirîner. Dema nû wê nebe dubareya ya berê, wê bibe demeke nû ya têkoşînê. Em ê rûpelên nû di dîroka xwe ya bi rûmet de biafirînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar