Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê rojê heta niha di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Rêber Apo ev 25 sal in 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê di bin tecrîda girankirî de derbas dike. Her kes baş zanin ku li ser rûyê cihanê tu kes bi qasî Rêber Apo ji bo aştiyeke bi rûmet tênakoşe. Rêber Apo qasîdê sereke yê aştiya cihanê ye. Ji bo mirov rastiya tecrîdê baş fêm bike hewceye pergala Îmraliyê baş fêm bike.
Girava Îmraliyê ji 11’ê tebaxa 1935’an vir wekî girtîgehê tê bikaranîn. Piştî Rêber Apo birin Îmraliyê hemû şert û mercên wê hatin guhertin. Ji statuya girtîgehê hat derxistin û veguherandin îşkencexaneyê. Ji roja ku Rêber Apo birine wir û heta îro ev îşkence bênavber didome. Armanca wan ew e ku Girava Îmraliyê ji dinyayê qut bikin û Rêber Apo ji dinyayê îzole bikin. Bi gotineke din hewl didin Rêber Apo ji dil, mejî û jiyana civakê qut bikin. Ji ber vê yekê îşkenceya ku mînaka wê li dinyayê tuneye li Îmraliyê xistine meriyete. Gotineke ku rewşa tecrîda li Îmraliyê rast rave bike tune ye.
Dewletên hegemon bi armanca ku gel hev qir bikin komployeke navdewletî pêkanîn û Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo ev 25 sal in bi berxwedana bêhempa û sekna xwe plana hêzên hegemon vala derxist. Ji ber ku Rêber Apo ev plana wan vala derxist vê carê hewl dan ku têkiliya Rêber Apo bi dinyayê re qut bikin. Her ku planên hêzên hegemon vala derket wan jî êrîşên xwe dijwartir kirin. Li gel ku li Îmraliyê biqasî derziyê derfetek di destên Rêber Apo de tunebû jî, Rêber Apo bi vîn, zanistî û xwebaweriyê derfetên berxwedanê afirand. Rêber Apo di nava bêderfetiyê de derfet afirand. Mîna di nava şevreşkê de bû çirûskeke û ev çirûsk bû ronahî. Ronahiya Rêber Apo ne tenê Kurdsitanê, Rojhillata Navîn û seranserê cihanê ronî dike. Berxwedana bêhempa ya Reber Apo bi serê xwe mijareke lêkolîn û vekolînê ye.
Îro 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê ye. Di vê roja ku aştî tê nîqaşkirin de jî bi destûra hêzên hegemon tecrîda dermirovahî li ser Rêber Apo bênavber didome. Dewleta dagirker a tirk bi tecrîda girankirî re li ber çavên dinyayê bombeyên taktîkî yên nukleerî, çekên kîmyewî û çekên qedexe yên NATO’yê li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne. Malbata xwefiroş û xayin a Barzanî jî ketiye xizmeta wan. Heta tê gotin ku dewleta dagirker ji wan xwestiye ku ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkera bibin alîgirên wan û tevlî şer bibin. Jixwe ev malbata xwefiroş ji zû ve ev daxwaza dagirkeran qebûl kiriye lê ji tirsa bertekên gel newêre vê yekê aşkera bike. Lê bi awayekî çalak xizmetê ji dagirkeran re dike.
Heke li hemberî faşîzma Erdogan berxwedaneke hebe ev bi saya berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ye. Divê ev yek were zanîn ku tişta ku hêzê dide Rêber Apo, berxwedana gelan e. Rêber Apo bi berxwedana xwe hêzê dide gel, gel jî bi berxwedana xwe hêzê dide berxwedana Rêber Apo. Ev yek hêzên hegemon har û dîn dike.
Divê were zanîn ku gelên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas û xetere de derbas dibe. Ev jî bingeha xwe ji tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin digire. Ger ku tecrîda li Îmraliyê bişkê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, wê demê faşîzma Erdogan jî têk biçe. Têkçûna faşîzma Erdogan û xayintiya malbata xwefiroş a Barzanî bi şikandina tecrîdê ve girêdayî ye. Heta ku tecrîd neşikê faşîzma Erdogan bi hemû hovitiya xwe li ser gelan bidome. Li hemberî faşîst hov û xwefiroşan her cure çalakî rewa ne. Têkçûna wan û şikandina tecrîdê bi çalakiyên radîkal pêkan e. Êdî divê em bi çalakiyên radîkal û encamgir jiyana dagirker û xwefiroşan bitevizînin û derba mirinê li wan bixin.
Ji bo vê jî ew roj ne çend rojên din an jî sibê ye. Ew roj îro ye, aniha ye.