Lêkera şikestin tevî mecazî gelek wateyê wê hene. Di ferhenga Kurdî- Tirkî ya Zana Farqînî de bi çend xalan hatiye diyarkirin. Em dikarin tirkiya wê çend xalên sereke ji bo kurdî wiha wergerînin: parçebûn (cam û hwd), qîtbûn-jihevbûn, têkçûn, xirabûn (mecazî), pizirîn-bihevnegirtin (mecazî).
Şikestin bi çend awayan xuyanî dibe. Hem bi bandor an şîdeteke ji derve bê spartin û hem ji nav xwe, li gorî peresan-tekamûla navxweyî. Weke mînak cam an dar bi şîdeta ji derve bê dayîn dişkên. Lê hest, pêve girêdayî dil ji peresana navxweyî dişkên. Pîne yan heyberên weke wê jî bi peresana navxweyî dipizirin an bi hev nagirin ango dişkên.
Di nav deh rojên dawiyê de mînakên hem bandora jiderve û hem jî ya jinavxweyî darîçav bûn, em dikarin weke madî-fîzîkî û manewî-derûnî jî bi nav bikin.
Desthilatdariya Tirkiyeyê şikestineke wiha re rû bi rû ma. Sedemê wê ji encama ‘mizgîniya’ nikaribûn bidin derket û pêş ket. Îro çend roj in encamên ‘mizgînî’yê tên nîqaşkirin. Bi lerzeke erdhejê ya herî kêm bi şîdeta 6.5an. Hem di qada neteweyî hem jî ya navneteweyî mijar ji manşetên çapemeniyê nayê xarê.
Ya herî pêşçav derûniya serwerên dewletê ye. Serokkomar bi awayekî zelal şikestin pejirand û derûniya xwe pêşçav kir. Wezîrê Karên Hundirîn bi devgirêziya harbûnê got, ‘soz didim eger em Karayilan negirin û hezar parçe nekin bila tuyî rûyê min bikin.’ We şikestin dît, şikestin çi dide gotin?
Li pey ‘mizgînî’ya têkçûyî bala xwe bidinê Enqere serûbin bûye. Dosyeya nakokiyên demborî ji refa dosyeyan hatiye derxistin û li ser maseyê hatiye raxistin. Dosyeya Hûlûsî Akar di serî de ye. Me gotibû, ‘çûn heyfa bavo mixabin dayik jî ji destê xwe kirin’, ev yek bûn afîşa wê ya li ser dîwarên serweriya Enqereyê.
Şikestina fîzîkî-madî li geliyên Gareyê ket û bayê bezê li Enqereyê dengveda, teqya. Lê ya herî girîng şikestina derûnî ye. Em ji rûyê serokkomar, ji devê Wezîr, ji lerza nakokiyên li ser avê ketin dibînin. Dilê wan şikestiye, avêtiye mêjî, bi rastî jî organê navendî xira bûye, qal û bal diaxifin. ‘Merkez’ berkemal bûye. Hawara xwedê, Garê derz û qelîşteke çawa pêk anî! Di rastiyê de çi difikirîn? ‘Zafera Cenga Erdogan’ û fermandarê sereke û ‘mûzaffer’ wê mizgînî bida û hespê xwe yê çargavî biajota ser serkeftina ji bo 2023’an. Îlana 23’an an jî îlan-i ‘aşqa’ wî di bê vilê de asê ma.
Lerza mezin ev e. Şikestina madî-fîzîkî şikestina derûnî anî. Bi tirkî jê re dibêjin, ‘bozgun, çozulme’. Niha dîsa serwerên dewleta îro li 2023’an dinihêrin lê bi dil û baskên şikestî, derûniyeke xirab, bi fikar, meterîs û hêviyên têkçûyî. Tam di nav nakokiyên qerase de ne.
Tiştekî gelek baş e. Bila hinekî jî ew bêhêvî bin, baskşikestî bin; ka çawa li wan dike, bi rastî jî wê li wan bike.
Piştî serkeftina Pîrûs a ser Romayê, qralê yewnan Pirûs dibêje, ‘ka artêşa min’. Saerkeftina Pîrûs serkeftineke têkçûyî ye. Ya Erdogan û sêcêwiyan jî têkçûneke serkeftî ye.
Piştî têkçûna Zapê general Buyukanit gotibû, ‘tu milyonek leşker jî bibî ne pêkan e Zapê bi dest bixî. Kê dixwaze bila kerem bike.’
Rojekê rojnameger ji serweran bipirsin Garê wê çawa bibe? Belkî sêwiyên yanî sêcêwiyên lihevgirêdayî wê bêjin: ‘ Te got Garêêêê!!!’
Erê Garê! Ew jî serkeftin e lê ji kê re hatiye nivîsandin diyar e. Şikestina li geliyên Garê naşibe şikestina caman, ew şikestineke mezin e, dişibe şikestina hestiyê movikê, tevî dil û mêjiyê çilqijî û li xwe damayî.