Di 16’ê mijdarê de li Kolna Almanyayê meş û mîtîngeke bi heybet pêk hat. Gelê kurd û dostên xwe yên li Ewropayê, “ji bo bersiva silava Rêber Apo bidin” li qadan bûn. Li Almanyayê du rûbar herikîn. Yek jê Ren bû ya din jî girsiya ji gelê kurd û dostên wan hêzên azadî û demokrasiyê pêk dihat bû. Bi taybet jî dema ku rûbarê gelan di ser pirê de diherikî, dîmenên bi heybet derketin holê. Pêlên girseyî, rûbarê kurd û dostên wan meşiyan, erd û ezman hejiyan. Yanî yek silava Rêber Apo, Ewropa hejand, germahiya silava Wî, Koln hejand… Li pêşiya girseyê li ser pankartekî wêneyên şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn hebû. Civakê nîşan da ku pêşengên xwe ji bîr nekiriye û ji bîr nake. Di wan kêliyên rûbarê gel diherikî qada mîtîngê de li ser dikê jî straneke watedar û çalakî pênase dikir dihat gotin: “Em lehiyek ji agir in, kes nikare me vemirîne. Me soz daye Rêberê xwe.” Rûpoşên Rêber Apo yên di meşa par de hatî hilgirtin, li ser rûyê gelek mirovan hebûn. Ala rengîn jî bi civakê re diherikî. Sermaya hewayê û germahiya girseyê di ekranên TV’yê de jî dihate hîskirin û dîtin. Hevalên kedkarên Ragihandina Azad, kêlî bi kêlî ev meşa heybet raberî me dikirin… Meşa ku zêdetirî sê saetan ajot, bi her awayî dewlemend, watedar û peyam barkirî bû. Yek ji meşên mezintirîn ên Ewropa pêk hat. Diyar bû ku ji bo vê meşê gelek ked hatiye dayîn û wateya meşê di asteke baş de hatiye fêhmkirin. Ev bi milyonan sal e ku mirov dimeşin û sedhezaran sal e ku agir pêxistine. Lê di her Newrozê û meşên mezin de hest û fikrek di mirov de ava dibe ku em bêjin, gelê kurd careke din meşê û pêxistina agir hînî mirovahiyê dike…
Di mîtîngê de peyamên girîng hatin dayîn, bêguman silava Rêber Apo û peyamên bi riya parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan şandî, mohra xwe li mîtîngê dan. Omer Ocalan got, “çend caran ez ketim navberê û min tenduristiya Rêber Apo pirsî, lê Wî her carê got, vê mijarê derbas bike, ez baş im û ji her tiştî re amade me.” Her wiha Rêber Apo bi riya Omer Ocalan careke din helwesta xwe ya tê zanîn diyar kiriye, zimanê gazinok û negatîf rexne kiriye. Di her fersenda herî piçûk de jî Rêber Apo mezinahiya xwe nîşan dide û helwesta rast raberî me tevan dike. Pêvajo, rojev, şert û merc çi dibin bila bibin, helwesta Rêber Apo her tim zelal e. Bendewariyên Wî ji hêz û aliyên derve zêdetir, ji heval û gelê xwe hene. Pişta xwe nade tu kesê din, destpêkê bi xwe bawer e, duvre jî bi heval û hogirên xwe bawer dike û dema pêwîst dike helwesta xwe nîşanî wan jî dide. Ev jî dibe rêgeh û rênîşana têkoşînê. Rêber Apo her tim bi helwestên xwe hêvî, bawerî û hêza têkoşînê dide heval û dostên xwe. Li gel helwesta xwe ya tûj a rêgezî, di heman demê de afirînêrî û nermahiya polîtîk jî raber dike, qadeke siyaset û axaftinê jî vekirî dihêle. Di hevdîtina malbatî de jî fersenda heyî nirxand û dawî li gotegotên vala anî. Hem dek û dolab, hewildan û siyasetên şerê taybet û qirêj vala derxist hem jî careke din hêza xwe raber kir. Got, ger ku şert û merc werin amadekirin, ez dikarim şer û pevçûnê ber bi zemînê hûqûqî û siyasetê ve bikişînim. Ev hêza min a teorîk û pratîk heye.
Dema ku mirov geşedanên di salekî de qewimî bîne bîra xwe, li gel berxwedan û têkoşîna Rêber Apo û gerîllayên azadiya Kurdistanê, em ê bibînin ku têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û dostên wan destkeftiyên mezin qezenc kirine. Bi taybet jî meşa di 17’ê sibata 2024’an de dîsa li Almanyayê pêk hatî, Pêngava Global a ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî, derbasî merhaleyeke din kir. Meş û mîtînga li Kolnê pêk hatî jî wê bibe hilpekîneke din a vê pêngavê. Helbet wê tenê bi meş û mîtîngekî her tişt çareser nebe, lê helwest û pratîka di meş û mîtînga Kolnê de derketî holê, derbarê pêşerojê de jî îşaretan dide. Çawa ku dilopên daîmî diherikin dikarin zinaran jî kun bikin, wisa dixuye ku meş, mîtîng û çalakiyên cur be cur ên gelên Kurdistanê û dostên wan jî wê zinar û dîwarên faşîzmê hilweşînin. Lewre qanûna fîzîkê ye, kêmasiyên çendahî, hilpekînên çawanî pêk tînin.
Em ketin dem û demsalên çalakiyan. Li pêşiya me Cejna Vejînê, 27’ê Mijdarê heye. Ji niha heta Newroz, Hefteya Qehremaniyê, 4’ê Nîsanê û heta 1’ê Gulanê rojên taybet hene. Bi taybet bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re her roj xwedî girîngî û taybetmendiyeke cuda ye. Têkoşîn, ked û şehadetên hatî dayîn, wate li her rojê bar kiriye. Ji aliyê din ve jî zext, zor û zilma faşîzma AKP-MHP’ê jî milyonek hincet û pêwîstekên têkoşînê dide gelê kurd û hêzên azadî û demokrasiyê. Mirov ji ku ve lê binêrî, wê bibîne ku dê pêvajoya pêşiya me jî bi çalakî û têkoşînên cihêreng germ bibe. Ji Îmraliyê heta Zapê, ji Rojava heta Ewropa, ji Bakur heta Başûr û Rojhilat, pêvajoyeke bi berxwedan û serkeftinê barkirî li pêşiya me ye…
Dîmenên dayika serê xwe bi ala rengî pêçayî û paldayî bariyeran gelekî watedar û hêja bû. Di çavê dayê de hem êş û berxwedana sedan salan hem jî baweriya serkeftinê xuya dikir. Li kêlêka dayê zilam, xort, zarok û jinên ciwan hebûn. Çar nifşên têkoşînê di enstantaneyekî de xuya dikirin. Hêvî ji çavên wan dibariya. Qêrînên azadîxwaz, li Ewropa olan dida. Doh ne xeyaletê komunîzmê, mizgîniya azadiya Kurdistanî li ser Ewropa digeriya.
Mîtînga Kolnê, ji her awayî ve watedar, peyambarkirî û mînakek fêhmkirina pêşerojê bû.