Şiverêya dûdirêj ya ku di nav geliyekî kur de, bi temeziyeke ji mijê çiyagerên xwe ji çavên xêrnexwazan dinixumand, bi peyvên helbesteka ku mil dabûn hev, destana lehengiya serdemê dihonand. Peyv yadîgariya şiverêyê bû ji bo çiyageran. Xewna gul û kulîlkan, şiverêyê xemilandibûn. Dara behîvê û kulîlka nêrgizê yên ku ji bo biharê hêdî hêdî xwe dixemiland, rista herî bedew û narîn a helbestê bû ku digot; ‘Hêviya demê me ji mêj ve’
Ew ên ku helbesta xwe di nav kevçika dilê xwe de najîn, hişk û zuha ne, helbet hinek jî mirî. Temen dibe ku serpêhatiya temamkirina vê helbesta dil be ku her kesek xwedî helbesta xwe ye. Çiyager li şiverêyan helbestên ku di dilê xwe de neqişandine dijîn, rêwî ne ji bo helbestên hev û di nav helbestên hev de dibin nivîskarên risteyan. Çi xweş e di nav helbestên hev de rêwîtî, westan û geşbûn.
Serdemekê li vê cîhana dirinde tewafgeheke helbestan hebû, helbest li ser dîwêrên tewafgehê dihatin nivîsîn. Mirovên ku evîndarê helbestê ne ji bo şahiya helbestan ji çol û çolteran ji biyabanan, qefle bi qefle li derdora tewafgehê kom dibûn. Ji risteyan derî vedibûn ji bo aqarên bêsînor ên dilan. Herî zêde risteyên jinan weke bayekî efsûnî dorpêç dikir helbestyaran. Pistepista helbestyarên jin li biyaban deng vedida. Kilîla helbestê di bedenên xwe de neqiş dikirin. Şîrê dayikan ku havên bû ji deqên li ser bedenan, ji bo risteyên helbestan henaseya wateyê bû.
Rista yekem a helbestê kila çavê jinan bû. Helbesta dilê xwe bi vê kila çavan ji hovîtiya rastiya nêr diparast. Bi kila reş zêdetir biriqand her peyv û risteya helbestê.
Hin caran helbest jî diweste, çawa ku rubarek, piştî herîkîna bi xofan pêwîstî bi vehesînekê dike, helbest jî hin caran ji coşa xwe diweste. Wê demê serê xwe deytîne ser berdekî ku heqîqet tê de dixewe. Dilê xwe dide ew demarên berdê ku ji xwe re kiriye balîfek da ku bizanibe helbesta xwe çawa bidomîne. Guh dide ew heqîqeta ku bi hezaran sal di berd de dilive û dibe balgîfê ber serê dayikên çiyageran. Û ew risteya ku bi hezaran sal berd di hinava xwe de veşartibû weke sirrekê, li ser xeta kefa destê xwe zêde dike û dibêje;
Şahida qewlê di navbera me de
Berdek bû ku rubar bi xwe re ew herikandibû
Jinê got; ‘Min bedewbûnê xist nav kefa xwe, tal û bi êş bû…’ Ji ew deriyê vekirî derbasî nav helbesta wê bûm. Nîşaneyên ku ji risteyan pêk dihatin li ser rêgehê rê nîşan didan. Min êşê xist nav kefa destê xwe, bedewbûnê diçilmisand.
Risteya helbesta me ya îro, di nav zindana azadiya me de ji lêvên zanyarê dawî herikî da ku deriyê hemû razên ji me hatine veşartin veke û got; ‘Helbest, yanî lêgerîna azadiyê’ Bi vê risteyê heland hemû ew kilîtên ji pola çêkirî. Bi vî hawî çiya bi çiya, deşt bi deşt, mirov bi mirov, ji şer ber bi azadiyê, xeyala kevnar, dahatû û hêviyê da ber destê me.
Risteya lêgerîna azadiyê ya serdemê îro li serê çiyayên bi xof, di nav kurahiyên gelî û di nav zindanên gunahbar de, ji hêla hêvîgeran ve tê nivîsandin. Li ser şiverêyan peyvên ku ji dawa wan dikevin dimeyîne dahatûya azad a welatê qedîm.
Xwediyên lêgerîna bi rûmet a azadiyê, di risteya helbesta heqîqetê de, silav li we û pîroz be li we sala nû ya şerê serkeftinê.