Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Silêmaniye ji bo Diyar Xerîb meşiya: Helmet namire

Ji bo şermezarkirina qetilkirina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, bi hezaran kes li Silêmaniyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên weke ‘Helmet taca serê me ye’ û ‘Helmet namire’ hatin berzkirin

Bi hezaran kes li Silêmaniyê ji bo şermezarkirina qetilkirina endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ku di 5’ê tîrmehê de di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, meşiyan. Di meşê de çalakvanan qetilkirina Diyar Xerîb û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Girseya gel bi alên PKK, KCK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Diyar Xerîb ji taxa Bextiyar dest bi meşê kir û heta Mizgefta Ahesur a li nêzî City Center a li Silêmaniyeyê meşiya.

Di meşê de dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Helmet namire’, ‘Dagirkerî dê têk biçe’, ‘Helmet taca serê me ye’, ‘KCK hêza gel e’ û ‘Li Qendîlê berxwedan e, li Silêmaniyeyê raperîn e’ hatin berzkirin.

Piştî meşê girseya gel berê xwe da malbata Xerîb û sersaxî ji wan û hevrêyên wan re xwest. Serdanên ji bo sersaxiyê berdewamin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar