Navenda Nûçeyan |
Gencanî Welatparêz û Jinên Gencî Têkoşer bi boneya 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Serî hilde, tecrîdê bişkîne, faşîzmê biruxîne, Kurdistanê azad bike’ li bajarê Silêmaniyeyê û li navçeya Kelar, Pencewîn û Seyîd Sadiq posterên Ocalan li kolan û cihên diyar ên bajar û navçeyan daliqandin.
Li ser posterên Ocalan nivîsên ‘Ji tecrîdê re na, bêdeng nemînin’ hatibûn nivîsandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê jî ciwanan bi heman boneyê li Zanîngeha Silêmaniyeyê wêneyên Ocalan daliqandibûn.