Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Silopiyan piştî qedexeya sê salan ji bo Newroza îsal amade ne

Gelê Sîlopî 3 sal piştî qedexeya derketina derve, xwe amede dike ku bi girseyî beşdarî Newroza îsal bibe. Jinên Sîlopî derbarê Newrozê de axivîn û diyar kirin ku Newroz ji bo wan berxwedan e û dê li qada Newrozê bibin dengê Leyla Guven

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve yê di navbera salên 2015 û 2016’an de yekem car dê Newroz bê pîrozkirin. Coşa pîrozkirina Newrozê li welatiyên bajêr belav bûye. Newroz dê li qada Newrozê ya Taxa Yenîşehîrê di 21’ê Adarê de bê lidarxistin. Coş û keyfxweşiya pîrozbahiyên Newrozê, bandor li hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê jî kiriye.

Jinên Sîlopî yên ku qada Newrozê bi cilên xwe yên herêmî bixemilînin, derbarê pîrozbahiyan de axivîn û diyar kirin ku dê di Newrozê de bibin dengê Leyla Guven ku ev 131 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

 ‘Newroz ji bo me berxwedan e’

Fehîme Sarûhan diyar kir ku ew li bendê ye ku hemû jin beşdarî Newrozê bibin û wiha axivî: “Dema dibêjin Newroz berxwedan tê hişê mirov. Dibe ku em weke cejnê pîroz dikin, lê ji bo Newrozê me gelek bedel dan. Em jî vê rojê weke roja berxwedanê dibînin. Newroza ku bi ruhê berxwedana Kawayan tê pîrozkirin, her sal bi berxweda û serhildanê derbas dibe. Newroz di heman demê de, bihara azadiyê ye. Ev demek dirêj bû li Sîlopî Newroz nedihat pîrozkirin. Ji sala 2015’an de destûr nedihat dayîn. Lê îro dîsa kurd berxwedana xwe bi rêxistin dikin. Em ê encamên hilbijartina 31’ê Adarê, di 21’ê Adarê de li qadan nîşan bidin.”

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Alkiş û Asya Tokay bang li jin û ciwanan kirin ku bi coşek mezin beşdarî Newrozê bibin.

 Dê bibin dengê çalakgeran

Hevseroka HDP’ê ya Sîlopiyê Fatma Gunduz jî da zanîn ku Newroz roja ku mezlûm li dijî zilmê mafê mirovan diparêzin e û ev peyam da: “Em ê îsal bi hêzek mezin Newrozê pîroz bikin. Ez dixwazim hemû gelê Sîlopî beşdarî Newrozê bibe. Di vê Newrozê de, em ê bibin dengê berxwedana hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de ne û em ê vê tecrîdê bi hevre bişkînin.”

Newroza îsal xwedî girîngiyeke mezin e

Her wiha namzeta HDP’ê ya Hevşaredara Gorumlu Zeynep Unat jî da zanîn ku pîrozbahiyên îsal ji bo gelê kurd xwedî girîngiyek mezin e û ev tişt anî ziman: “Em sala 2019’an weke sala berxwedana gelê kurd dinirxînin. Îro em bi berxwedana grevên birçîbûnê ber bi pîrozbahiyên Newrozê ve diçin. Em ê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê biherikin qadên Newrozê. Em hemû jinan vedixwînin qadên Newrozê û dibêjin werin em bibin dengê Leyla Guven.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar